10. Januar 2010

KURDÊN LI ALMANYAYÊ

DI NAVBERA ÎNTEGRASIYON Û JIXWECIHÊKIRINÊ DE
Heta bi derdorên kevneparêz, ti kes êdî vê yekê înkar nake ku Almanya welatek e ku penaber berê xwe didinê. Jixwe ji sedî 18.7’ê almanan jî xwedî serpêhatiyeke koçberiyê ne .
<<Wêne: Hunermend Bahram Haco
Jiyana di nav civaka fireçandî de li Almanyayê li hemû qadên siyasî bû yek mijarên ku gelek tê guftûgokirin.
Bi taybetî jî di demên dawîn de pirsên bihevrejiyanê û întegrasyonê bêhtir tên nîqaşkirin. Ji derengmayî û wêde, ev nîqaş, nîşandidin ku ji zû ve êdî ti kes nafikire ka di warê siyasî de divê piştgiriya întegrasyonê were kirin an na! Mijar bêhtir ev e; wê ev piştgirî çawa be? Demeke dirêj mijara koçberiyê bi tirs û fikaran, lê ne bi dilê xwe hatiye rojevê, ev yek jî şaşiyeke mezin bû. Bi vî awayî nifşekî koçberan gihişt wê
baweriyê ku hê jî gelek qadên jiyana gelemperî û ya biryardana siyasî li wan girtiye. Bi ser de jî li wan tê zehmetkirin ku ew xwe li Almanya wek li welatê xwe hîssbikin .
Mijara ravekirina li jêr, pirsgirêkên koçberî û întegrasyonê ya kurdan e ku ew jî yek ji komên herî heterojen û mezin ên penaberan ên Almanyayê ne . 
>>  Ji: LE MONDE diplomatique-kurdî
bixwîne....

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...