18. November 2011

Munchen: Du xortên kurd lokalek nû vedikin

Ligel coktailên Cuba dew jî heye
Munchen (Rûdaw) - Felsefa lokala libera “dive  mêvan xwe biyanî hîsnekin, bîhna xwe bidin.
Li bajarê Munchenê du xortên Kurd  ên ji meletiyê cafê – bar – restauranek bi navê Libera
Felsefa lokala libera “dive mêvan xwe biyanî hîsnekin, bîhna xwe bidin.
(bi zimanê spanî azadî) vekirin. Li vir mêvan dikarin nan û xwarina kurdî û meksîkanî bixwin.
Erdal û Oner ev 5 sal in xeyaldikirin ku lokalek kurdî û mexîkanî vekin
Du şirîkên hev Erdal û Oner ev 5 sal in xeyaldikirin ku lokalek kurdî û mexîkanî vekin û xizmetê ji mevanên mutfaxa kurdî û mexîkanî bikin. Çima ne tenê kurdî û ne tenê meksîkanî? Erdal dibêje  „Armanca me mutfaxek navnetewî bû. Meksika û Kurdîstan û Almanya pir durî hevin le bele ez bawerdikim em pir jî nezikî hev in. Le bele ez bawerdikim em pir em pir nêzikî hev in.Mevanên lokala me hemû ne têne rûniştewanên Munchenê ne, navnetewî jî hene.

Cocktail bar a Meksikanî


Nave lokale Libera ye ango bi kurdî Azadî ye. Oner dibêje, “ Mevanên ku tên vir dive xwe azad hîsbikin. Praniya mêvanan evarê ji kar derdikevin û tên. Ew ne têne ji bo xwarin û vexwarinê bên, herwiha dive ew hinek bîhna xwe bidin û stresa xwe bavêjin.
Cocktail barek me ye pir mezin heye. Mirov dikare li vir cocktailên ji Cuba û Meksîka jî û dew jî wexve.”
Di Lokala Libera de mehê du caran di rojên înê û şêmiyê
muzîka zindî ( Gruba Son Compadre ji Kuba) jî heye





Di Lokala Libera de mehê du caran di rojên înê û şêmiyê muzîka zindî jî heye. Xwarina erzanî jî ji saet 11:30 heta 15:00ê heye. Erdal û Oner dil dikin ku mêvan xwe di libera de biyanî nebînin û bîhna xwe bidin.

“Classic Cheesburger”`a meksikanî û 'tirşik"`a kurdî
Li Libera ji xwarinên “Classic Cheesburger” `a meksikanî bigire
heta tirşik û birinca kurdî gelek cure hene.


Happy Hour: Her roj saet 17:00 heta 21:00





Happy Hour: Her roj saet 17:00 heta 21:00

Copyright by/Tekst û wêne: Reşad Ozkan/
Rûdaw/Çapa print: Hejmar/Nr. 122
17 Mijdar/November 2011
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/10262.html

9. November 2011

50 saliya koçberiya Kurdan bo Almanya

Munchen: Di 31ê Cotmeha 1961ê de di navbera Almanya û Tirkiyeyê de peymana “Anwerbeabkommen“ ango bo hatina karkeran peyman tê îmzekirin û di heman salê de bi hezaran karker bi trênan ji Stenbolê berê xwe dan Munchenê; karkerên mêvan paşê li Munchenê bo karkirinê li fabrîkeyan dihatin belavkirin.
Ji bo jiyaneke nû wek mêvan hatin, li vir man
Derwêş Yeger (69) û Abuzer Karaca (68)/Wêne:RO/Rûdaw.net
Heta dawiya salên 1950 li Almanyayê nêzikî 600 hezar karkerên biyanî hebûn. Ew hejmar bi îmzekirina “Peymana Karkerên Koçber /Anwerbeabkommen” bi dewletên wek Îtalya (1955), Yûnanistan (1960), Îspanya (1960), Portekîz (1964), Tinûs (1965), Marokko (1965), Yûgoslavya (1968) û hwd,. re her diçû zêdetir dibû. Di sala 1961ê de jî di navbera Almanya û Tirkiyeyê de li bajarê Bonnê peymana “Anwerbeabkommen“ hat îmze kirin. Ew sal bi hezaran karkerên tirk û kurd hatin Almanyayê. Îro li gor buroya îstatîstîk ya Almanya hejmara biyaniyan bûye 6 milyon û 750 hezar. Li gor agahiyên hikûmeta alman jî hejmara Kurdên li Almanyayê dijîn nêzikî 800 hezar in.
Di nava wan karkerên ku di salên 1970ê de hatine Almanyayê 2 Kurdên ji Meletiyê jî hebûn: Derwêş Yeger (69) û Abuzer Karaca (68). Derwêş ji gundê Akçadaga ser bi Kurecikê ye; Abuzer jî ji gundê Gökagaça ser bi Argûvanê ye.

Derwêş di sala 1970ê de hatiye Almanyayê. Beriya ku ew were Almanya li bajarê Edenê di beşa tekstilê de kardikir. Ew dibêje: “Min xwe li buroya Dîtina Kar û Karkeran tomar kiribû. Buro çûna min bo Almanya qebûlkir. Ez bi firokeyê peşî çûm Hollanda û di sala 1971ê de derbasî Almanya bûm.“ Derwêş li Hollanda û Almanya di fabrîkeyên wek Biledest, Krone, Borken  û Eilenmarktê de karkir û di sala 1973yê de li bajarê Munchenê de dibe niştecîh. Ew heman salê de zarok û hevjîna xwe ji Kurdistanê tîne Munchenê. Niha 5 kur û keçek û 12 neviyên wî hene. Ew dibêje, “Hemû niha zevicîne û kar, mal û milkên wan hene. Dema temenê min bû 58 ez bûm teqawût. Îro jî jiyana min di navbera Meletî û Munchenê de derbas dibe.“

Derwêş û Abuzer: “Tirkan em qebûl nedikirin. Jiber em bo Almanan “Gastarbeiter”
(karkerê mevan) bûn ti tekiliyên me bi xelkê alman re jî tune bû."
Ji bo jiyaneke nû wek mêvan hatin, li vir man

Abuzer Karaca jî beriya were Almanyayê li Stenbolê di çayxanayekê de kardikir. Wî jî xwe di saziya Dîtina Kar û Karkeran de tomar kiribû. Ew dibêje “Destûra çûna min ya Almanyayê hatibû. Di serî de terkkirina welat ji bo min pir giran hat. Min got ez herim an jî nerim?“ Demekê bê biryar dimîne, di dawiyê de biryarê bo hatina Almanya digire û di sala 1973yê de hatiye Almanyayê. “Ez hatim bajarê Munchenê. Min di serî de wekî hesinkarekî di Fîrmeya Rotlingenê de karkir. Kar û şertên wan pir zehmet bûn, min pir fabrîke guherandin. Di dawiyê de min li ba fabrîkeyên “Garîl“, û “Best“ de nêzikî 30 salan karkir.“ Ew jî di 58 saliya xwe de dibe teqawût. 

Abuzer û Derweş di jiyana xwe yên li Munchenê de karê siyasî jî kirine. Abuzer dibêje ku di salên koçberiyê de rewşa jiyana wan pir dijwar bû û li ser wan zextên aborî û siyasî hebûn. Ew wiha axaftina xwe didomîne: “Tirkan em qebûl nedikirin. Jiber em bo Almanan “Gastarbeiter” (karkerê mevan) bûn ti tekiliyên me bi xelkê alman re jî tune bû. Jiyana me di fabrîkeyan, di çayxaneyan û di malên penaberan di Heim`an de derbas dibû. Jiber em Kurd û Elewî bûn têkiliyên me bi Tirkan re pir kêm bûn. Me di navbera xwe de karên siyasî jî dikir. Ez ti cara jî bîr nakim, li bajarê Munchenê komeleyek me bi navê “Alevî Birligi“ hebû û em piştî kar li wir komdibûn.”
Sedemên koçberiya Kurdan

Ji aber sedemên wek gengeseya li Tirkiyeyê ya 12ê Îlonê û şerê Îraqê bûn sedem ku hejmara karkerên kocber zêde bibe bo Almanya. Kesên ku rastî zextên siyasî dihatin û xelkê gundan yên ku ji ber şer bêkar û bêmal diman berê xwe didan Almanyayê û Rojavayê Ewropayê.
Ev 50 sal in ku Kurd li Almanyayê dijîn, lê ew ji aliyê dewleta Alman ve hêjî bi fermî wek Kurd nayên naskirin, ew weke welatiyên Tirkiye, Îran, Îraq û Sûriyê tên naskirin.

Dema ku 50 sal berê Kurd ji bo kar hatin Almanyayê, dahatiyek ne zelal û hinek şaşmayîn li benda wan bûn û ev tişt hêjî berdewam dikin.

Reşad Ozkan (Rûdaw-Munchen)
50 saliya koçberiya Kurdan bo Almanya
Ji bo jiyaneke nû wek mêvan hatin, li vir man

URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/reports/10058.html

1. November 2011

I M P R E S S U M


Verantwortlich nach § 6 Teledienstgesetzbzw. § 10
Absatz 3 Mediendiensteststaaatsvertrag:


R. OZKAN / V.i.S.d.M.


Rechtshinweis:
Alle Inhalte (Text- und Bildmaterial) werden Internetnutzern ausschließlich zum privaten, eigenen Gebrauch zur Verfügung gestellt, jede darüberhinausgehende Nutzung ist unzulässig. Für die Inhalte fremder, verlinkter Internetangebote wird keine Verantwortung übernommen.

2013©rojnameger.com
info(at)rojnameger.com
Alle Rechte vorbehalten.
Für meine journalistische Arbeit gilt der Pressekodex