29. Juni 2012

Almanya penaberê kurd Îlhamî Han dersînor dike

Mafê mayînê bi pere didinê
Penaberê kurd Îlhamî Han . Wêne:ROZ/Rûdaw

Almanya kevnegerîllayekî kurd dersînor dike.
Bo du deqeyan 50 Euro ceza / Tendirustiya wî xirab e
Ev heft sal in Han li Almanya dijî. Civaka Almanî nas dike û fêrî zimanê almanî jî bûye. Lê iha Dadgeha Îdarî biryara dersînorkirina Han dide û jê re dibêje, “rewşa Kurdan her diçe baş dibe. Êdî dewleta Tirk endamên PKKê yên ku tewanên wan tinebin, binçav û îşkence nake. Li gor yasaya poşmaniyê bo dersînorkirina penaberên Kurd li Tirkiyeyê metirsî nine û tendirustiya wî jî bo dersînorkirinê nabe asteng.”

Reşad Ozkan/München (Rûdaw) - Li gor biryarek Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Bavyera ya divê penaberê Kurd kevngerîllayê PKKê Îlhamî Han di dawiya Hezîranê de Almanyayê terk bike. Dadgehê mafê serîlêdana li dadgeha îmtiyazê jî ji holê rakiriye. Parezgerê Han, Hubert Heinhold jî hewl dide ku mafê temyîze bigrin û bikaribe mafê mayîna Han bistîne.

Xortê Kurd Îlhamî Han di 17 saliya xwe de, di sala 1997ê de li Mûşê tevlî hezên gerîllayên PKKê dibe. Han heta zivistana 1998ê di nava refên gerîla de dimîne û di zivistana heman salê de li ser sînorê Başûrê Kurdistanê di berfê de birîndar dibe û ew rêdikin Kampa Penaberan ya Maxmurê. Han heta sala 2005ê li Kampa Maxmurê dimîne û ew li wir wekî mamosteyekî ders dide zarokan.
Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Bavyera dersînorkirina wî qedexe kir

Di sala 2005ê de Han ji Maxmurê berê xwe dide Almanya û li bajarê Munchenê bo qebûlkirina penabertiyê serî li Daîreya Federal ya bo Koçbertiyê û Penaberan (Bundesamt für Migration und Flüchtlinge) dide. Ji ber wê demê jiyana Îlhamî Han li Tirkiyeyê di bin metirsiyê de bû, Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Bavyera di 20ê Hezîrana 2006ê de biryar dide ku ev kes neyê dersînorkirin bo Tirkiyeyê.

Heman dadgehê di biryara xwe de aniye ku, “Eger Îlhamî Han ji aliyê polîs ve bê dersînorkirin, îhtîmaleke pirr mezin heye ku polîsên Tirk wî bigirin binçavan. Ji ber Han bo bîr û baweriyên xwe yên siyasî ji aliyê dewleta Tirk ve tê şopandin û polîs û hezên Arteşa Tirkiyeyê zanîn ku Han di nav hezên PKKê de maye, dersînorkirina wî niha ne mimkûn e.”

Bo du deqeyan 50 Euro ceza

Lê Daireya Penaberan a Munchenê biryara dadgeha îdarî qebûl nake û serî li dadgeha temyîzê dide. Polîs jî carina mafê mayînê nade wî û jê re dibêje “Divê tu di danê sibe û êvarê werî îmzê bidî.” Han derbarê astengiyên polîs de ji Rûdawê re got, “Ez rojekê tam di saet 12ê nîvro de bo îmzeyê çûm cem polîs. Lê wan got ‘tu 2 deqeyan dereng hatî’ û bo 2 deqeyan 50 Euro ceza dane min. Ez ji wan neheqiyan pirr aciz bûm. Dema ez diçim dadgehê bo mafê mayînê, ew jî carina 50 Euro, carina 20 û carina jî 70 Euro bo wergirtina mafê daniştinê ceza didin min. Xwede jî zane dayina mafê daniştinê bê pere ye!”

Han diyar dike ku sê hefte berê polîsê Tirk avêtine ser mala wan a li Mûşê girtiye û wî pirs kirine. Wî got, “Ji dayika min re gotine ‘Ka lawê tê Îlhamî li kû ye? Eger hûn wî teslîmê me nekin em ê mala we li sere we xera bikin.”

Tendirustiya wî xirab e

Ev heft sal in Han li Almanya dijî. Civaka Almanî nas dike û fêrî zimanê almanî jî bûye. Lê iha Dadgeha Îdarî biryara dersînorkirina Han dide û jê re dibêje, “rewşa Kurdan her diçe baş dibe. Êdî dewleta Tirk endamên PKKê yên ku tewanên wan tinebin, binçav û îşkence nake. Li gor yasaya  poşmaniyê bo dersînorkirina penaberên Kurd li Tirkiyeyê metirsî nine û tendirustiya wî jî bo dersînorkirinê nabe asteng.”

Li gor biryara Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Bavyera ya roja 3ê Gulanê, divê penaberê Kurd  Îlhamî Han pêwîst e di dawiya Hezîranê de Almanya terk bike. Dadgehê mafê serîlêdana dadgeha îmtiyazê jî ji holê rakiriye. Parezgerê Han Hubert Heinhold hewl dide ku mafê temyîze bigre û îtîraza biryara dadgehê bike. Li gor pisporekî tendirustiya penaberan ya Max-Planck-Institut Für Psychatrie und Neurologie ya li bajarê Munchenê Îlhamî Han nexweş e û dersînorkirina wî dive neyê bicîhkirin. Han pirrî caran jî ji aliyê doxtorên Max-Planckê ve hatiye kontrolkirin.

Komel û dostên Kurdan dixwazin ku dersînorkirina Han rawestînin û mafê wî yên penabertiyê dîsa bidinê.
bixwîne>>>
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/13921.html

3. Juni 2012

Haydar Isik: "Dewleta Tirk xwestiye li Dêrsimê nîjada Kurd biqelîne, ji holê rake"

Kurdên Dersimê li dad û mafên xwe digerin

Haydar Işik, serokê Komela Dêrsimê ya Civaka bo Nûavakirinê (Gesellschaft für Wiederaufbau e.V.): "Em hewl didin ku komkujiya Dêrsimê bibin Dadgeha Navnetewî ya Tewanan a Bilind. Dewleta Tirk divê sûcê xwe qebûl bike."

5. Konferansa Dêrsimê wê li Parlemena Ewropayê bê lidarxistin

Reşad Ozkan/Munchen (Rûdaw) - Roja 7ê Hezîranê li Brûksele li avahiya Parlemena Ewropayê 5.konferansa derbarê komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-38 tê lidarxistin. Organizasyona konferansê cend komele û înisiyatîfên Dêrsimê dikin û Grûba Çep û Keskan yên li Parlemena Ewropayê jî piştgirî didin. Li gor agahiyên ku Serokê Komela Dêrsimê ya Civaka bo Nûavakirinê (Gesellschaft für Wiederaufbau e.V.) Haydar Işik dane Rûdawê, konferans di bin slogana “Dêrsim: ji 1935-1938 heta îro – Rola Huqûqa Navnetewî û ya Komara Tirkiyeyêˮ tê lidarxistin. Işik got, “Huqûqnas, rojnamevan, nivîskar, dîroknas, endamên parlamena Ewropa û Tirkiyeyê, şahîdên wê demê, xizmên kuştiyên komkujiyê û çendîn siyasetmedar wê beşdarî konferansê bibin û biaxivin.ˮ

Serokê Komela Dêrsimê ya Civaka bo Nûavakirinê Haydar Işik bi bîr xist ku di navbera salên 1937 û 1939ê de li herêma Dêrsimê hêzên dewleta Tirk li dijî Kurdan siyasetek sistematîk û bi plan ya komkujiyê bikaraniye. “Li gor agahiyên fermî 13 hezar û 806 kes hatine kuştin û 12 hezar kes jî sirgûnê Tirkiyeyê bûne. Li gor agahiyên nefermî jî nêzikî 90 hezar kes hatine kuştin. Serokê berxwedana Dêrsimê Seyît Riza jî hat darvekirin.ˮ Işik herwiha got: “Em hewl didin ku komkujiya Dêrsimê bibin Dadgeha Navnetewî ya Tewanan a Bilind. Dewleta Tirk divê sûcê xwe qebûl bike. Dewleta Tirk xwestiye li Dêrsimê nîjada Kurd biqelîne, ji holê rake. Tirkiye îro jî siyaseta xwe ya komkujiyê berdewam dike. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan bi fermî got ‘50 hezar kesʼ hatine kuştin. Kurd jî dibêjin ev hejmar 70 an jî 90 hezar e.ˮ

Nûnerên Ermenî, Asûrî û Cihûyan jî tevlî dibin
Mêvanên ku tevlî konferansê dibin yên heta niha eşkere bûne ev in: Ji Amerîkayê huqûqnas Prof.Dr. Mr. Barry Fisher, ji Almanyayê Prof. Dr Ronald Mönch, Ji Tirkiye û Kurdistanê huqûqnas Erdal Dogan û Yusuf Alataş. Nûner û tevgerên Ermeniyan, Cihûdan û Asûriyan jî beşdarî Konferansê dibin. Işik got ji başûrê Kurdistanê jî di bin serokatiya huqûqnas Kardo Pirdavud endamên Komîsyona Huqûqe jî bo konferansê hatine dawetkirin.
Organizatorên konferansê jî “Dêrsim- Civaka bo Nûavakirinê, Înîsiyatîva Dijî Komkujiya Dêrsimê 37/38, Komeleya Kurmeşiyan û Federasyona Demokratîk ya Elewiyan e. Konferans wê di saet 09:00ê de dêst pê bike û heta êvarê saet 18:30 dombike.

URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/13435.html