23. Januar 2013

Sakîne Cansiz li parîsê hat kuştin

Kurd li benda bicîhkirina sozên Monsieur Valls in!
Li paytexta Fransa, Parîsê 3 siyasetmedarên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û
endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatin kuştin. 

Navenda Enformasyon a Kurdistanê nêzîka Gare du Nord,
li ser kolana Rue la Fayette, di nimareya 147 de ye./Wêne:RO/Rûdaw

Reportaj
Reşad Ozkan/Parîs (Rûdaw) – Li paytexta Fransa, Parîsê 3 siyasetmedarên kurd, yekem jina zindî ji damezrênerên PKKê Sakîne Cansiz (54), nûnera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan (32) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (25) li Parîsê êvara 9ê Çileyê hatin kuştin. Hevalên wan di saet 1ê şevê de bi kuştina wan hesiyan û polîs agahdar kirin. Ji ew roj heta 15ê Çileyê ku cenazeyên wan rêkirin Amedê, 6 roj li dû hev Kurdan li kolanên Parîsê gazî kirin: Celui qui cache i`assassin, est lui même i`assassin (Yê ku kujer veşêre ew bi xwe xwînrêj e.)

“Le peuple kurde Exige toute la vérité/ Gelê kurd heqiqetê dixwaze!Wêne:RO/Rûdaw 
Navenda Enformasyon a Kurdistanê nêzîka Gare du Nord, li ser kolana Rue la Fayette, di nimareya 147 de ye. Li heman kolanê Enstîtûya Parîsê ya Kurd jî heye, di nimareya 106 de. Deriyê avahiyê nêzikî 3 metre bilind e û 2 metre jî fireh e, buro di qata yekem de ye û sê odeyên biçûk in. Li ser derî lewhe û navê navendê tine ye. Yên ku di avahiyê de rûdinên anjî yên ku buroyên wan hene tenê ew dikarin bi şîfreyê derî vekin û bikevin hundir. Li pişta deriyê yekemîn deriyekî duyemîn heye û bê mifte nayê vekirin. Li dû deriyê duyem deriyê buroyê heye û ew jî bê mifte nayê vekirin. Wîsa ye ku kujerên 3 jinên kurd di 3 deriyan de derbasî hundir bûne. Lewma îhtimalek mezin heye ku kujer û siyasetmedarên kurd hevdu baş nasdikirin ku ew berdane hundirê buroyê.
Li gor encamên otopsiyê 3 siyasetmedarên kurd di buroyê de di navbera saet 17-18:00 de hatine kuştin. Kujeran demançeyek 7, 65mm bikaranîne û bi giştî 10 gule bera serê siyasetmedarên kurd dane.

Ma kê 3 jinên sivîl li navenda Parîsê qetilkir?Wêne:RO/Rûdaw
Kî li pişt vê êrîşê heye?

Ma kê 3 jinên sivîl li navenda Parîsê qetilkir? Mirov ji kîjan çalakvanê kurd dipirsî, persiva wan amade bû: Tiliya dewleta tirk di vê listikê de heye. Hinekan jî bi nêrînek din digot: Yên ku naxwazin aştî di navbera Kurdan û dewleta tirk de çêbe, ew in kujer. Kî dibe bila bibe tişta zelal ev e: Ev buyer li himberê hevdîtinên di navbera Serokê PKKê Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta tirk de hatiye kirin û dixwazin vê peyamê bidin: Eger şer raweste û kadroyên bilind bên Ewropayê wê ev tişt bê sere wan!

“Le peuple kurde Exige toute la vérité/
Gelê kurd heqiqetê dixwaze!"

Roja înê bi hezaran Kurd li kolana Rue la Fayette kombûn û bi sê zimanan bang kirin da ku kujer bên dîtin: Celui qui cache i`assassin, est lui même i`assassin/kî kujer veşêre ew bi xwe xwînrêj e! Li ser pankartên wan jî ev peyam hebû: “Le peuple kurde Exige toute la vérité/ Gelê kurd heqiqetê dixwaze!  û “C`es tun assassinat politique/vê kujekî siyasî yeˮ.

Di kolana Rue la Fayette roja şêmiyê nêzîka 80 hezar Kurd ji her aliyên Ewropayê hatin û civiyan. Baranek sivik dibariya û bayekî sar dihat ser rûyên çalakvanan. Hinek ji wan digiriyan, lê bi piranî bêdeng bûn. Li jor, li esmanê Parîsê ewrên reş û tarî hebûn, li jêr jî bi wêneyên Sakîne, Ronahî û Leylayê, pankart, al, egal û kefiyên kesk û sor û zer bi deh hezaran Kurd dimeşiyan.

Hevseroka KCDê Aysel Tugluk dengê wê ketibû û nedikarî biaxive/Wêne:RO/Rûdaw

Bila bibin şehîdên aştiyê


Hevserokên BDPê Kişanak û Demirtaş
di herdu çalakiyên mezin de axivîn û
qetilkirina 3 keçên kurd şermezarkirin
Hevserokê BDP Selahattîn Demirtaş û Gultan Kişanak û parlementera Amedê Leyla Zana ji Kurdistanê hatin taziyê. Hevseroka KCDê Aysel Tugluk dengê wê ketibû û nedikarî biaxive. Ji çavên siyasetmedarên kurd hêstir diherikin û di rûye wan de şoq hebû.

 Hevserokên BDPê Kişanak û Demirtaş di herdu çalakiyên mezin de axivîn û qetilkirina 3 keçên kurd şermezarkirin û ji hikûmeta Fransayê ronîkirina bûyerê xwestin. Demirtaş got: “Eger hikûmeta Fransayê naxwaze bibe hevparê vê komkujiyê, divê zû ronî bike. Bila ti kes ji me re nebêje ku ev bûyer bêyî agahiya sixûriya Fransayê hatiye kirin.ˮ

Birayê Sakîne Cansizê (ji Hollenda hatibû), bavê Leyla Şaylemezê (ji Almanya) û bavê Fidan Doganê ku li Fransayê dijî, axivîn û gotin, “em hêvî dikin ku ev bûyera bi êş bibe sedemê aştiyê û êdî ti kes nemire.ˮ
Sixûrên alman û fransiz Sakîne Cansizê dişopandin

Li Fransayê 2 teşkîlatên mezin yên parastinê  hene: Ji bo derve Direction Generale de la Securite Exterieure (DGSE) û ji bo hundir jî Direction de la Surveillance du Territoire (DST). Bo  DGSE nêzikî 5 hezar sivîl û esker kardikin û butceya wê hersal nezikî 2 milyar Euro ne. Navenda DGSE yê li Parîsê ye.


Parîs 10ê Çileyê.Wêne:RO/Rûdaw
Wezîrê navxwe yê Fransayê, Wezîrê DSTyê Manuel Valls (ji Partiya Sosyalîst e) roja pencşêmê li cihê bûyerê axivî û got, “Ev tişt di navenda Parîsê de nayê beqebûlkirin. Kesên ku ev bûyer pêkanîne em ê wan derxînin holêˮ. DST ji bo parastina hundirîn kar dike û giredayî wezîre navxwe û polîs e. Herkes dizane ku Sakîne Cansiz ji salên 2007ê ve ji aliyê dezgeha sixûrî ya Almanyayê Verfassungsschutz û DSTê ve gav bi gav dihat şopandin.

Parîs 10ê Çileyê.Wêne:RO/Rûdaw

Parîs 10ê Çileyê.Wêne:RO/Rûdaw

Parîs 10ê Çileyê.Wêne:RO/Rûdaw
Kurd û xizmên Cansiz, Dogan û Şaylemezê li benda bicîhkirina sozê Monsieur Valls in!

Reşad Ozkan (RO) /Parîs (Rûdaw) –
Kurd li benda bicîhkirina sozên Monsieur Valls in!
URL:  http://www.rudaw.net/kurmanci/reports/17199.html

 

3. Januar 2013

Keça kurd Yasemîn li bavê xwe digere


Keça kurd Yasemîn li bavê xwe digere./ Wêne:RO/Rûdaw
Hesreta 30 salan / Reportaj

Munchen (Rûdaw) - Biyaniyên li Almanyayê dijîn û kar dikin edî perçeyekî civakê ne. Zarokên wan li vir ji dayik dibin, li vir diçin dibistanan, zimanê almanî ji zimanê zikmakî baştir hîn dibin û dipeyvin û li vir mezin dibin. Di sala 2011ê de li Almanyayê 662 hezar û 685 zarok ji dayik bûne, ji wan 72 hezar û 483 ji dêbavên ji neteweyên cuda ne. Yanî ji her 9 zarokên nû jidayikbûyî, yek ji wan an dayik an bavê wan kokbiyanî ne û bi fermî wekî Alman tên naskirin û di malbatên pirrkulturî de mezin dibin.

Keça kurd Yasemîn Nacmî jî yek ji wan zarokan e. Bav û dayika keça kurd jî 30 salan berê li hevdu nakin û di roja 27ê Nîsana sala 1982yê de hevdu berdidin. Temenê Yasemînê we demê 2-3 sal in. 5-6 meh di ser hevduberdana dêbavên Yasemînê derbas nabe, bavê wê ji holê winda dibe. Yasemîn dibeje “erdê zikê xwe vekir û bavê min xwar.” JI wê rojê ve Yasemîn hesreta bêbaviyê dikişîne.
30 sal in bavê xwe nedîtiye

Yasemîn keçeke kurd e. Temenê wê 32 ye. Di 8ê nîsana 1980yî de li bajarokê Itzehoe (Eyaleta Schleswig-Holstein) ji dayik bûye. Çav, gebik û rûyê wê li yên bavê wê hatine. Dema ku qala bavê xwe dike, hisên wê diçin demên borî. Bi zixkirîn dipeyive, hêstir dikevin cavên wê yên reş û zerî. Di aliyekî din de jî, Yasemîn keçeke aram e. Hêstirên ku dikevin çavên wê, hêstirên şabûnê ne, dikene, kena wê wekî giriyê sewt dide, we hêviya dîtina bavê xwe 30 sal in winda nekiriye. Bavê Yasemîn Kurdekî ji Baxdayê ye, nave wî Rahim Kerîm Qasim Nacmî ye. Di 1ê Tîrmeha 1945ê de li Bexdayê ji dayik bûye. Sê bira (Fevzî, Karîm, Zaat) û 2 xwişkên wî (Remziye û Fewziye) hene. Berî sala 1980yî mala wan li Bexdayê, li taxa Karada-Al-Şarkiyê bû.

Dema ku şorêşa Kurdistana Başûr di sala 1975ê de bi peymana Cezayirê (ku di navbena Iraq û Îranê de tê îmzêkirin) dişike, xortê kurd Rahim Kerîm Qasim Nacmî welatê xwe Kurdistanê terk dike û direve Almanyayê. Çar sal di ser hatina wî re derbas nabin, di 26ê Cotmeha 1979ê de bi keça alman Christine Katharina Friedrichs re li bajarokê Polchê yê giredayî Mayen-Koblenz (Eyaleta Rheinland-Pfalz) dizewice. Yasemîn dibêje: “Li gor ku dayika min ji min re got, bavê min li Almanyayê çû zaningehê û bi dawî tîne. Le belê çûye kijan zanîngehê û kîjan beş temam kiriye, ez nizanim, dayika min jî di vê bareyê de tiştek ji min re negot. Di pasaporta wî de tê nivîsandin ku pîşeya wî terzîtî ye.“
Bavê Yasemîn, Qasim Nacmî, ev 30 sal in winda ye. Wê heta niha tenê du caran agahî jê wergirtiye. Yasemîn  dibeje, “ji ber ku di navbena temenên wan de 6 sal ferq hebûne, di navbena wan de nakokiyên civakî û kulturî derketine. Li hevdû nekirine. Pevçûna di navbera wan de her rojane bûye.
Dayika min dizanî ew çi dixwaze, le belê bavê min bêteske bûye, nikaribûye meremên xwe bine ziman. Dayika min ji min re got bavê tê di pevçûnên me de dixwest ku ez li gor şertên Îslamiyê bijîm. Ez bi deqeyan û seetan kontrol dikirim. Edî şertên jiyana hevbeş ne mumkin bû. Em ji hev veqetiyan. Roj bi roj em ji hev dûr dibûn. Nakokiyên bêtoleransiyê û kulturî jiyana me ji hev perçe kir.”

 “Dema ku mala me li eyaleta Hamburgê
 li bajarokê Norderstädtê bû, bavê min
 hertim ez li ber deriyê Kindergartenê (baxçeyê zarokan)
 hembêz dikir û dianî malê./Wêne:Pêwende/RO/Rûdaw

Yasemîn dibêje “Dema ku mala me li eyaleta Hamburgê li bajarokê Norderstädtê bû, bavê min hertim ez li ber deriyê Kindergartenê (baxçeyê zarokan) hembêz dikir û dianî malê. Ez dizanim ku wî wekî roniya çavên xwê pirr ji min hezdikir.” Yasemîn niha li bajarê Munchenê mamoste ye. Zarokên li Kindergartenê perwerde dike, arîkariya wan dike. Yasemîn dibêje ”du aliyên min hene: yek winda ye û yek jî dûrî min e. Yek Alman e û yek Kurd e. Bav û dayika min 4-5 salan bi hev re mabûn. Bavê min heye tine ye, bo dayika min ferq nake. Le belê ez li aliyê xwe ye kurdî digerim. Ez kok û reyên xwe şûnda dixwazim. Min pirr û pirr bêriya bavê xwe kiriye.“ Yasemîn dibêje ku di sala 2001ê de, beriya 11 salan, bavê wê carekê telefonî malê kir û xwest bi wê re bipeyive. Ji min re got ez dixwazim dîsa bêm Almanyayê, serdana we bikim, min bêriya we kiriye. Bi me re dîsa pêwendî xwest, ez bawer dikim ji Bexdayê telefon kiribû (wî ev numaran dan min: 0099641/7746839 û 0099641/7191919). Le belê min bi wî re tekilî nexwest, ez tirsiyam, belkî dayika min wiha dixwest.“ Ji min re nameyek jî şand. Le belê min bersiva nameya wî jî neda. Li ser nameyê ev navnîşana wî hebû: Rahim K.Q. Nathmy, Asud Street 1+2/47, The house of the Art, Baghdad – Irak).

Yasemîn niha pirr poşman bûye ku daxwazên bavê xwe red kirine. Dîsa li wî digere. “Min pirr caran telefonî wî kir feqet telefon le naxe.“ Di 15ê Tîrmeha 2012ê de Yasemîn nameyek bo konsolxaneya Iraqê ya li bajarê Frankfurtê dişîne û daxwaza arîkariyê bo dîtina bavê xwe ji wan dike. Yasemîn pirr caran telefonî konsxaneyê jî dike, le kesek bersivê nade wê û weke ew dibeje bi ti awayî bo wê nebûn alîkar. Yasemîn dibêje: “Min hêviya xwe qut nekiriye û ezê qut nekim. Jiyan bi asanî dom dike û we dom bike. Li dijî jiyanê mîrov nikare tiştikî bike, le belê we rêyek din jî hebe!"

Reşad Ozkan/München
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/women/16497.html

Penaberê kurd Ilhamî Han tê dersînorkirin

Penaberê kurd Ilhamî Han tê dersînorkirin. Wêne:RO/Rûdaw
Dadgehê biryara dawî da 

Munchen (Rûdaw) - Di dawiya meha borî de eyaleta Bayernê xwestibû penaber û kevnegerîllayê kurd Îlhamî Han dersînor bike, le parêzerê wî Hubert Heinhold di saeten dawî de dersînorkirina wî bi îtirazekê rawestandibû. Di vê navbenê de Han mecbûr dima ku her serê çar heftiyan destûra xwe ya mayinê dirêj bike. Di 15ê Cotmehê 2012ê de dadgeha îtirazê biryara xwe ya dawî da û got ji ber ku “Ilhamî Han aktîvîstê PKKê ye, divê ew Almanyayê terk bike“. Di mehên borî de li meydanan û li ser înternetê gellek çalakî bo dersînornekirina Îlhamî Han hatin lidarxistin, heta ji Wezîra Edaletê Sabine Leutheusser-Schnarrenberger re jî bo dersînornekirina Han name hatin şandin. Leutheusser-Schnarrenberger, ku bi xwe ji bajarê Munchenê ye, bersiva nameyan jî da û got: “Ez nikarim mudaxeleyî biryar û karên dadgehê û dozgeran bikim.”


Li gora rêxistinên mafên mîrovan û parezêrê Îlhamî Han, “li Tirkiyeyê îşkence û girtîgeh li benda wî ne.“ Ev heft sal in ku Han li Almanyayê dijî û civaka almanî nas dike û fêrî zimanê almanî jî bûye. Li gorî biryarê, divê Îlhamî Han di nava çend rojan de Almanyayê terk bike, eger na ewê bi zorê bo Tirkiyeyê bê şandin. Mafê penabertiya Han di sala 2009ê de ji aliyê dadgehê hatibû redkirin. Lê ji ber berxwedana Han ew heta niha nehatibû dersînorkirin. Li gorî biryara dadgehê, “rewşa Kurdan her diçe baş dibe, êdî dewleta tirk endamên PKKê yên bêtawan binçav û îşkence nake. Li gor yasaya poşmaniyê bo dersînorkirina penaberên kurd li Tirkiyeyê metirsî nine û tendirustiya wî jî bo dersînorkirinê nabe asteng.”

Bi zorê penaberekî kurd kirin firokeyê

Di 16ê Tirmeha borî de ji bajarê Dresdenê jî penaberêkî kurd yê 27 salî hatibû dersînorkirin. Xortê kurd berê xistibûn girtîgeha Dresdenê û li benda dersînorkirina xwe bû. Parêzerê wî, sazî û rêxistinên penaberan û mafên mîrovan yên wekî ai, Netzwerk Asyl Migration Flucht û hwd. jî nikarîbûn dersînorkirina wî rawestînin. Di roja dersînorkirina wî de, li ber girtigehê nezîkî 100 kesî di saet 7ê sibê de bo dersînornekirina benaberê kurd li ber deriyên girtîgehê runiştin û rêya wê girtin. Lê polîsan hemû çalaknan yek bi yek rakirin û nasnameyên wan hatin kontrolkirin. Di dawiyê de polîsan penaberê kurd bi zorê kirin firokeyê û ew şandin Tirkiyeyê./Reşad Ozkan/München

URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/15860.html