30. August 2013

Kurdên Azerbaycanê ber bi tunebûnê ve diçin


Serokê komela Ronahî Fexredîn Paşayev di hevpeyvînekê de digel Rûdawê behsa rewşa kurdên Azerbaycanê kir.
Serokê komela Ronahî Fexredîn Paşayev
 - Komela Ronahî piştî hilweşîna yekitiya Sovyetê yanê piştî serxwebûna komara Azerbaycanê li bajarê Bakû hat avakirin. 
 - Niha li Bakû 2 rojname ji aliyê komela Ronahî ve tên derxisitn, yek bi kurdî û yek jî bi azerî her wiha bernameyek nîv saetî di radyoya dewletê de bi kurdî tê pexşkirin.
 
 Bakû (Rûdaw) –Baku – Li Azerbaycana ku berê kurdan li wir dewlet ava kiriye, bi sed hezaran kurd asîmîle bûn. Niha tenê kurdên ji 40 sal û berjortir bi kurdî dizanin. Ciwan her roj orf, adet û kokên xwe yên neteweyî ji ber asîmîlasyonê ji bîr dikin û di nava cavaka Azeriyan de roj bi roj dihelin.
Gelo, haya Kurdistaniyan ji kurdên Azerbaycanê heye?  Dibe ku piraniya Kurdistaniyan qet nizanin li Komara Azerbaycanê kurd dijîn an na. Statîstîkeke rasteqîn tunebe jî hejmara kurdên li wî welatî  ji yên komarên din ên sovyeta berê pirtir e. Lê pirsgirêka sereke ew e ku kurdên Azerbaycanê tûşî asîmlasyoneke dijwar hatine û roja îro zimanê kurdî gihiştiye asta tunebûnê. Yekemîn agahiyên nivîskî yên derbarê kurdên li Azerbaycana îroyîn de di berhemên dîroknasê dêrîn ê ereb Et Teeberî de derdikeve pêşiya me. Teeberî dinivîse ku dema (di sedsala 7’an a mîladî de) yekemîn serbazên artêşa Îslamî gihiştin bakurê Azerbaycanê, li wê derê rastî berxwedana kurdên Balasîcanê hatin (Navê wî bajarê îro Beylegan e). Wekî din dîroknas baş dizanin ku di sala 951’ê mîladî de li başûrê Qafqasyayê  kurdan Dewleta Şeddadiyan damezrandine û beşeke mezin erdên komarên îroyîn ên Azerbaycan, Ermenistan û Gurcistanê di nav heman dewletê de bûye. Paytexta Şeddadiyan bajarê Gence bûye û heta dagirkeriya Selcuqiyan, yanê heta sala 1164'an hikûmraniya xwe domandine. Selaheddînê Eyyûbî ku malbata wî ji yek hozên Şeddadî û Revvadiyan bûye, bi eslê xwe ji heman herêmê bûye. Navdartirîn dîroknasê kurd Mîr Şerefxan Bîdlîsî (1543–1603/4) beriya ku vegere ser mîrata bavê xwe ya li Bedlîsê, li Azerbaycanê mîrê herêma Salyanê  bûye. Îro li Azerbaycanê navê bajarekî li heman herêmê Kurd Emîr e.
Roja îro zimanê kurdî li Azerbaycanê hema bêje ji holê rabûye. Ji 40 saliyan jêrtir kes bi kurdî nizane. Yên ku dizanîn jî bi kurdî naxivin. Eger wisa berdewam bike, piştî deh salên din êdî li Azerbaycanê kesê ku kurdî zanibe dê nemîne. Ji bo parastina çand, ziman û dîroka kurd û Kurdistanê hin hewldanên komaleyetî hene. Yek ji van komeleyan jî Navenda Çanda Kurd a Ronahî ye.  Hêjayî gotinê ye komeleya “Ronahî”  piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, yanê piştî serxwebûna Komara Azerbaycanê li Bakuyê hatiye damezrandin. Roja îro li Bakuyê du rojnameyên bi Kurdî û bi Azerkî dertên. Heftiyê nîv saet jî di radyoya dewletê de bernameyên  bi zimanê kurdî tên weşandin.

Logo ya Komela Ronahî li Bakû-Azerbaycan

Di serê meha sibatê de serokê berê yê Ronahiyê Kamil Hesenov ji postê xwe  îstîfa kir.  Di şûna wî de Fexredîn Paşayev hate hilbijartin. Nivîskarê navdar Ehmedê Hepo, edîtorê rojnameya “Dengê Kurd” Seymûr Alxanov, Namik Nasîbov, Barzanî Eskerov û 10 kesên din cihê xwe di rêveberiya nû de girtin. Hilbijartına nû bû wesîle da em bi rêvebriya nû ya “Ronahî”  re pêwendî deynin û derbarê rewşa îroyîn a kurdên Azerbaycanê de hin agahiyan werbigrin. Serokê Ronahiyê Fexreddîn Paşayev bi hemû zelaliya xwe pirsên me bersivandin.

Xelkê Kurdistanê derbarê kurdên Azerbaycanê de  xwedî agahiyên berfireh nîn e. Gelo sedema vê yekê hûn in, yan medyaya  kurd e, yan rêxistinên siyasî yên Kurdistanî ne? 

Bi ya min, yek ji sedemên vê tecrîdmana me bandora tirsa KGB ya Sovyeta berê ye. Rejîma bolşevîkan  gelên sovyetê ji cîhanê tecrîd kiribû û xofa KGB’ê xistibû dilê her welatiyekî sovyetê. Ev sendrom kêm be jî îro hêj berdewam dike. Bê guman, îro ji ber ku kurdên Azerbaycanê ji Kurdistanê tecrîd mane, di serî de berpirsiyara wê em bi xwe ne.  Me karibû pêwendiyên xwe bi hemû perçeyên Kurdistanê re daynin. Yek ji sedemên girîng jî derbederî û penaberiya kurdên Azerbaycanê ye. Warê kurdan ji aliyê Ermenistanê ve hatiye dagirkirin û kurd li seranserê Azerbaycanê belav bûne. Ger em li erdê xwe wekî kom bijiyana, dê çêkirina pêwendiyan û pêşvebirina çand û zimanê xwe hîn rehetir baya. Heta me karibû pêwendiyên xizimtî jî girêdana. Nemaze îro hin malbat bi kurdên Kurdistanê re keç didin û distînin. Bi kurtasî, ez dikarim bêjim, berpirsiyariya tunebûna pêwendiyên bi Kurdistanê re û tunebûna haya xelkê Kurdistanê ji kurdên Azerbaycanê bi giranî dikeve ser stûyê me.

Gelo, li Azerbaycanê îro çiqas kurd hene? Taybetmendiyên  wan ên cuda çi ne? 

Kurd ji kûrahiyên dîrokê de li Qafqasyayê hene. Mezintirîn xanedana kurdan yanê Şeddadiyan li Qafqasyayê hikûmraniyê kiriye, hikumdarê mezin Siltan Selaheddîn e ku pêşiya êrîşên dawî yên xaçparêzan girtiye û hikûm li Sûriye û Misirê kiriye, ji van erdan derketine. Mirov dikare gelek  mînakên wisa destnîşan bike. Îro zehmet e mirov reqemeke misoger li ser  hejmara kurdên Azerbaycanê bide. Lê li gorî agahiyên kovara serdema împaratoriya Rûsyayê `Kafkasskiy Vestnîk` di sala 1886’ê de tenê li herêma Zengezûr (herêma di navbeyna Eremnistan û Azerbaycanê de) hejmara kurdan 24 hezar û 730 kes bûne. Yanê ji sedî 15 şêniyên Zengezûrê kurd bûne. Kurdên Azerbaycanê yên binecî Şiî ne û bi şêwezarê kurmancî diaxivin. Şîveya me pir nêzî şîveya kurdên Xorasanê (Îran) û Mereşê (Tirkiye) ye.

Berê Kurdistana Sor jî li wê hatibû avakirin…

Helbet… Di salên destpêkê yên heyama Sovyetê de Azerbaycan ji 14 qezayan (bi rûsî: ûyezd) pêk dihat û yek ji wan qezayan jî Kurdistana Sor bû. Navçeyên Kelbecer, Laçin, Qûbadlî, Zengîlan û beşekî navçeya Cewanşîrê diketin nava axa Kurdistana Sor. Piştî demekî sîstema qezayan hat fesixkirin û li şûna wan, navçe (nehiye) hatin damezrandin. Qezaya Kurdistan jî di heman demê de hat belavkirin. Zehmet e mirov bêje ka ew siyaseteke bi zanebûn bûye yan jî proseyeke dîrokî bûye. Lê tenê dikarim bêjim ku rejîma komûnîstan her tim sîyaseta “perçe bike û hikûm bike” ji xwe re esas girtiye. Armanc jî bi helandina gelên biçûk re damzerandina  efsaneya “gelê Sovyetê ya mezin” bûye. Bi hilweşîna Sovyetê re derbeya herî mezin li kurdan ket. Di encama siyaseta  dagirkerî ya Ermenistanê de hemû kurdên misilman ên Ermenistan û Azerbaycanê derbeder bûn û îro hemû penaber in. Îro zêdetirî ji 15 hezar kurdên misilman ên Ermenistanê jî li Azerbaycanê cîwar bûne û mafê hemwelatiyê standine. Azerbaycan tu cudatî ne xist nava Kurd û Azeriyan.

Kurdên Azerbaycanê tûşî asîmlasyoneke giran hatine. Gelo, bi nêrîna we sedemên vê yekê çi ne? 

Kurd zêdetrirî ji hezar sal in li vê derê, ji welatê xwe yê dîrokî qutbûyî dijîn. Kurdên Azerbaycanê yên binecî bi taybetî di 200 salên dawî de tu pêwendiyên xwe bi Kurdistanê re tunebûye. Ji bilî wê, kurdên vê herêmê wekî Azerî Şiî ne û vê yekê jî hiştiye ku di pêwendiyên li gel Azeriyan de tu sînordarî dananîne û her tim di nav hev de jiyane. Bê guman, di mercên wiha de civaka kêmjimar bi awayeke xwezayî di nava civaka pirjimar de asîmîle dibe. Ji xwe di serdema sovyetê de ji bo kurdên Azerbaycanê tu mafên neteweyî nehatibûn dayîn. Vê yekê jî dihişt ku proseya asîmlasyonê kûrtir biçe. Lê dîsa jî tevî wan mercên neyînî kurdên Azerbaycanê heta hilweşîna Yekîtiya Sovyetê li herêmekî bi awayekî kom dijiyan û kêm zêde zimanê xwe parastibûn. Piştî dagirkirina herêmên kurdnîşîn ji aliyê Ermensitanê ve ev kombûn êdî nema û proseya asîmîlasyonê temam bû. An ku dagirkeriya Ermenistanê ji bo kurdên Azerbaycanê bû derbeyeke kujer. Îro heta şêniyên eynî gundan jî ji hev cuda bûne û her malbetek ketiye derekî. Ji ber derbederî û penaberiya kurdan, sûdwergirtina ji derfetên teknolojiya ragihandinê jî îro zehmet bûye. Penaberî her wisa li ser rewşa civakî, aborî û çandî yên kurdan jî karîgeriyeke neyînî dike. Dûrbûna ji ax û warên xwe herî zêde karîgerî li ser derûniya ciwanan dike. Di serî de ziman, hemû orf û adetên neteweyî tên jibîrkirin û nifşeke ji kurdayetiyê dûr derdikeve holê.

Hikûmeta Azerbaycanê ji bo parastin û pêşvebirina çand û zimanê kurdî  kîjan derfetan ava kiriye? 

Di serdema Sovyetê de hema bêje tu mafên neteweyî yên kurdên Azerbaycanê tunebûn. Mafên ku di salên 1920’an de hatibûn dayîn jî piştî demeke kurt yekcar hatibûn rakirin. Tenê piştî serxwebûna Azerbaycanê  me karî Navenda Çanda Kurd damezrînin û rojnameya “Dengê Kurd” biweşînin. Di naweya wan 20 salên dawiyê de bi dehan pirtûkên nivîskarên kurd hatine weşandin. Di radyoya dewletê de beşeke kurdî hatiye vekirin. Di Destûra Bingehîn a Azerbaycanê de ji bo parastin û pêşvebirina mafên netewî yên gelên kêmjimar çend made hatine destnîşankirin. Di nava wan de perwerdehiya zimanê zikmakî û fealiyetên çandî jî hene. Lê ji ber ku îro kurd ne li ser hev in, sûdwergirtina ji wan mafan jî pir dijwar e.

Bi qasî em dibînin, li Azerbaycanê li hemberî kurdan hesasiyetek heye. Gelo sedema vê yekê çi ye? Tu metirsiyên kurdan ji bo Azerbaycanê heye gelo?

Li Azerbaycanê ji aliyê dewletê û civakê ve tu hesasiyet li hemberî kurdan tune ye. Lê hin derdorên muxalif ên hikûmetê yên radîkal pir caran hewil didin rojeveke sûnî çêkin, bi taybetî jî dixwazin li Azerbaycanê siyaseta netewperstiyê ferz bikin.  Lê belê hewilên wan qaşo netewperestan vala ye û nikarin pêkvejiyana gelên Azerbaycanê têk bibin.

Di heyama Sovyetê de li Ermansitanê radyoya kurdî  dihat pexşkirin, rojnameya bi zimanê kurdî derdiçû, li dibistanan dersên bi zimanê kurdî dihat dayîn. Gelo çima di du komarên cîran ên sovyetê de helwesta li hemberî kurdan ewqas ji hev cudatir bû? 

Pirseke pir girîng e. Rast e, di heyama Sovyetê de li Ermenistanê ji bo Kurdan hin îmtiyaz hatibûn dayîn. Radoya kurdî hebû, rojnameya “Riya Teze” derdiçû, li dibistanan dersên bi zimanê kurdî dihat dayîn. Di serî de ez dixwazim tekez li ser wê yekê bikim ku ew ne siyaset û helwesta Ermenistanê, lê ya rêveberiya Sovyetê bû. Di rastiya xwe de jî hedefa siyaseta Sovyetê ku ji Ermenistanê dihat meşandin, Kurdistan bû. Ji ber ku siyaseta bolşevîkan a îxrackirina Şoreşa Oktoberê tu car ji rojeva wan derneketibû. Ka werin em lê binêrin piştî hilweşîna Sovyetê çi li wan îmtiyazan hatin. Di serî de hemû kurdên misilman ji Ermanistanê hatin derkirin. Piraniya wan jî li Azerbaycanê cîwar bûn. Yên ku li Ermenistanê mane jî, bi fermî wekî kurd nayên naskirin. Li gorî siyaseta fermî ya Ermenistanê Êzdî ne Kurd in û  ev siyaset li ser kurdên Êzdî jî bi darê zorê tê ferzkirin. Rewşenbîrên ku li dijî vê siyasetê derdiketin, yan hatin kuştin, yan jî hatin sirgunkirin. Jixwe yek zanyarên navdar ên Ermenistanê ku xwedêgiravî wekî kurdzanekî tê naskirin Garnîk Asatryan, li xwe mikur hat û got “me karî Êzdiyan ji kurdan veqetinîn û niha jî em hewil didin îsbat bikin ku Zaza jî ne Kurd in”.  Zankoya ku qaşo bi kurdzaniyê ve mijûl e, di rastiyê de bûye navenda dijminatiyeke stratejîk a li hemberî kurd û Kurdistanê. Jixwe ev siyaset a dewleta Eremnistanê bi xwe ye. Rojnemya “Riya Teze” êdî ji zû de ye nayê weşandin. Bernameyên radyoyê jî daketine nîv saetê. Li şûna wan weşanan, îro rojname û bernameyên radyoyî yên bi “Zimanê  Êzdîkî” tên weşandin.  Heta niha jî di nav civaka Kurdistanê de, mixabin ev siyaseta Ermenistanê nayê dîtin, yan jî nayê zanîn. Lê li Azerbaycanê kêm be jî kurd çi maf bi dest xistine, ew jî piştî serxwebûna Azerbaycanê bi dest xistine.

Hêviyên we ji Kurdistanê çi ne?

Kurdistan ji bo tevahî Kurdên cîhanê destkeftiyeke jiyanî ye. Her pêşketineke Kurdistanê ji bo me serbilindî ye. Em pir dixwazin ku pêwendiyên me bi Kurdistanê re hebe.  Pir baştir dibû ku Kurdistan bi Azerbaycanê re pêwendiyên xwe pêşve bibe. Di wê wateyê de em jî wekî Navenda “Ronahî”, amade ne bibin pire di navbeyna her du welatan de. Hêviya me ew e ku hikûmeta Kurdistanê, rêxistinên civakî, çandî û zimanî yên kurdan destên xwe yên yarmetiyê dirêjî me bikin.

Îro li Tirkiyeyê di riya çeresrkirina pirsgirêka Kurd de gavên giring tên avêtin. Li Sûriyeyê jî kurd pir çalak bûne. Çaresrkirina pirsa kurd a li Tirkiye û Sûriyeyê dikare bandoreke çawa li ser rewşa kurdên Azerbaycanê bike? 

Em pir bi hêvî ne û her destkeftinek li welatê me yê dîrokî ji bo me şanaziyeke bilind e. Em pê bawer in ku proseyên îroyîn dê bi serkeftî encam bidin. Ji ber ku kurd miletekî mezin e û xwedî şaristaniyeke dêrîn e. Ev bêedaletî nikare heta hetayê bidome. Çareseriya pirsgirêka kurd li Tirkiye û Sûriyeyê ne tenê ji bo me, dê ji bo tevahiya gelên herêmê sûdmend be.

QUTÎ
Piştî şerên demdirêj ên di navbera împaratoriyên Rûsya û Îranê de  di sala 1813’an de peymaneke aştiyê hat îmzekirin û erdên komara Azerbaycana îroyîn bi herêma kurdnîşîn ve  ketin nava Rûsyayê. Piştî şoreşa Oktoberê Azerbaycan bû yek ji 15 komarên Yekîtiya Sovyetê û di sala 1923’yê de li erdên kurdnîşîn ên Azerbaycanê ku dikeve navbeyna Nagornî Qerebax û Ermenistanê, herêma Kurdistana Sor hat damezrandin. Di wê serdemê de li herêmê di dibistanên seretayî de dest bi perwerdeya kurdî hat kirin û rojnameya “Kurdistana Sovyetê” dihat weşandin. Di sala 1929’ê de ev sazûman hate fesixkirin.
Di sala 1991’ê de Yekîtiya Sovyetê hilweşiya û Azerbaycan jî di nav de, hemû komarên Sovyetê serxwebûna xwe îlan kirin. Li ser  Nagornî Qerebax di navbeyna Azerbaycan û Ermenîstanê de şer dest pê kir û di encamê de herêmên kurdnîşîn jî di nav de, Nagornî Qarabax û hin herêmên din ên Azerbaycanê ji aliyê Ermenistanê ve hat dagirkirin. Şêniyên kurd û azerî yên herêmê bi tev de revîn deverên  ewle yên Azerbaycanê.  Nêzikî 15 hezar kurdên misliman ên Ermenistanê jî di encama vî şerî de revîn Azerbaycanê û heta niha ew li gelek deverên cuda yên Azerbaycanê penaber in.
Roja îro zimanê kurdî li Azerbaycanê hema bêje ji holê rabûye. Ji 40 saliyan jêrtir kes bi kurdî nizane. Yên ku dizanîn jî bi kurdî naxivin. Eger wisa berdewam bike, piştî deh salên din êdî li Azerbaycanê kesê ku kurdî zanibe dê nemîne. Ji bo parastina çand, ziman û dîroka kurd û Kurdistanê hin hewldanên komaleyetî hene. Yek ji van komeleyan jî Navenda Çanda Kurd a Ronahî ye.  Hêjayî gotinê ye komeleya “Ronahî”  piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, yanê piştî serxwebûna Komara Azerbaycanê  li Bakuyê hatiye damezrandin. Roja îro li Bakuyê du rojnameyên bi kurdî û bi azerkî dertên. Heftiyê nîv saet di radyoya dewletê de bernameyên  bi zimanê kurdî tên weşandin.
 

Kurdên Azerbaycanê ber bi tunebûnê ve diçin
http://rudaw.net/kurmanci/interview/30082013

---
Belgefîlm - Kurdên li Azerbeycanê 
http://www.youtube.com/watch?v=plTElTf9-K0