20. Januar 2014

Dr. Udo Steinbach: "Tenê Rûsya dizane li Sûrî çi dixwaze "

 

Esed wê hê çiqasî li ser hikûm bimîne?





Prof. Dr. Udo Steinbach/Wêne:Reşad Ozkan/rûdaw
Hewlêr (Rûdaw) - Li gor pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Udo Steinbach, Rûsya dixwaze li herêmê bihêztir bibe û ji ber vê çandê Kurdan jî li Sûriyê dide pêş. Herwiha ew di wê baweriyê de ye ku Beşar Esed jî kartên di destê xwe de baş bikartîne. Derbarê Başûrê Kurdistanê de jî ew dibêje ku ger serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî gavên ber bi serxwebûna Kurdistanê ve bavêje, wê hikûmdariya xwe winda bike. Prof. Dr. Udo Steinbach ku bi gellek pirtûkên xwe yên derbarê siyaseta Rojhilata Navîn tê nasîn, ji sala 2012ê ve li Berlînê serkarê Zanîngeha “Governance Center Middle East/North Africa an der HUMBOLDT-VIADRINA School of Governance “ e. 

Esed wê hê çiqasî li ser hikûm bimîne?
Ez çareseriyeke li ser bingeha hêzên niha heyî nabînim. Rewş wisa xuya dike ku guhertin pêk neyên, Esed wê zû yan jî dereng hikmê xwe berhev bike û kontrola hemû axa Sûrî bike di bin destê xwe de.

Îran û Rûsya çi rolê dilîzin?
Îran û Rûsya hêjî bi siyasî, leşkerî, çek û şîretkariya leşkerî piştgiriya rejîmê dikin.

Ew şiyana Esed wê hebe ku di siberojê de jî hikûm bike?
Erê, ku bi tundûtujiyê li ber xwe bide. Ew kartên xwe gellek beş bi kar tîne û li ber şertên welatên rojavayî tê. Bi berterefkirina çekên xwe yên kîmyewî ew li ber daxwazên herî giring yên welatên rojavayî tê. Ku ew bi siyasî xwe bide jiyandin, ew ê bikaribe demdirêjî hikûmdariya xwe berdewam bike.

Têkiliyên wî yên bi Tirkiye û welatên cîran re wê çawe bin?

Têkiliyên bi Tirkiye re xirab in û wê xirab jî bimînin. Tirkiye hevalbendê destwerdanekî ye. Lê destwerdan wê pêk neyê. Sedem çi bin bila ew bin, Amerîka û civaka navnetewî vê yekê naxwazin. Hikûmdariya Esed wê berdewam bike û ku konferansa Cenevreyê jî pêk were, ev yek wê werê wateyê ku Esed wê ji xwe re puanên nû bide hev.

Ev yek wê ji bo Kurdên Rojava were çi wateyê?
Ku Esed li ser hikûm bimîne, wê rewşa Kurdan zêde neyê guhertin. Di rewşa ku Kurd herêmekî ji xwe re ava bikin de wê zext berdewam bikin. Ez pêşbînî nakim ku dema Esed li ser hikûm bimîne strukturên dewletê zêde werin guherîn.

Kurd wê otonomiyekî an xweseriyekî bidest bixin?
Dibe, lê belê em niha nizanin. Bêguman Kurdan hevkarî bi Esed re kir lê heta niha wî hewleke ku herêmên kurdî bike di bin destê xwe de nedaye.

Gellek çavdêr di wê baweriyê de ne ku PKK û PYD li Sûriyê hevkariyê bi Esed re dikin. Ew sînor kontrol dikin. PKK û PYD wê di siberojê de dev ji kontrola van herêman berdin yan jî wê şerek di navbera wan û Sûriyê de pêk were?
PKK  bi giranî bi pirsgirêka xwe ya bi Enqerê re mijûl e û ez zehmet dibînim ku şerek bi Sûriyê re were kirin. PKK giraniyê dide otonomî anjî serxwebûna Kurdên li Tirkiyeyê. Lê wê girêdan bi Sûriyê re çêbibin, ev yek dibe. Hinek girêdan hê ji niha ve di nava rêxistinên kurd yên li Sûriyê hene. Pirs ew e ka Barzanî wê xwe tevlî bike yan na. Hevkariyeke germ ya Barzanî bi Tirkiyeyê re heye û tekiliyên wî yên bi PKKê û hinek rêxistinên kurdên Sûriyê re ne ewqas baş in.

Hûn di wê baweriyê de ne ku Kurd wê dîsa bibin aliyên windaker?

Ku rewşa hikûmdariyê tam neguhere, erê. Wate, ku bi rastî jî Esed jiyana xwe ya siyasî bikaribe berdewam bike. Bêguman şansekî wan yê mezin yê guherîn statûya xwe heye lê dema gavên demokratîk li Sûrî bi pêş bikevin.

Ku Esed li ser hikûm bimîne, ev yek wê di siberojê de ji bo berjewendiyên Îsraîl, Ewropa û Amerîkayê were çi wateyê? Hemû jî dixwazin Esed bêhikûm bimîne.

Niha ez ne sedî sed di wê baweriyê de me. Ya rast civaka navnetewî niha nizane çi dixwaze. Tenê Rûs dizanin çi dixwazin. Ew dixwazin li Rojhilata Navîn bi hêz bibin û bi karta Esed dileyîzîn.

Rus wisa xwe didin xuyandin ku wekî ew piştgiriya Kurdan bikin. Rusya dixwaze ku Kurd beşdarî konferansa Cenevrê jî bibin. Ev siyaseteke nû ye an di rastiyê de Rûs çi dixwazin?
Daxwaza Rûsan bingeheke berfireh ya li konferansa Cenevrê ye. Ev konferans di dawiya dawî de zarokeke Rûsan ya nûxwedêdayî ye. Rûs dixwazin biçin Cenevrê, ji bo jiyana Esed berdewam bike û bi wî awayî li herêmê bi hêztir bibin. Ji bo vê çendê Rûs dixwazin bingeheke mezin ya beşdarên konferansê hebe, di nava van de hêzên kurdî û Îran jî heye.

Ev yek wê ji bo Îranê were çi wateyê?
Ez bawer dikim ev girêdayî gellek faktoran e. Gelo wê Îranî bi kartên Sûrî bileyîzin an xwe bêhtir nêzîkî Amerîka bikin, hê jî nediyar e. Ji ber hê encamek ji meseleya wan ya atomî derneketiye. Ez bawer dikim Îranê xwe ji hemû opsiyonan re vekirî hiştiye.

Siyaseta Almanya ya Sûrî çi ye? 
Siyaseteke Almanyayê ji binî nîne. Ew ketiye dû civaka navnetewî de û kêfxweş e ku niha Sûrî li ber rûxandina çekên xwe yên kîmyewî hatiye. Herwiha ew piştgiriya hewla konferansa Cenevrê dike. Bi gotineke din, tişta bi siyasî û leşkerî belaş be, kêfa Berlînê ji wê re tê. Bêguman ev yek jî ne siyaset e.

Li Sûriyê û bi taybetî li herêmên kurdî şervanên cîhadî ne li dijî rejîmê lê li dijî Kurdan şer dikin. Hûn bawer dikin ku li pişt hinek ji van koman siyaseta Sûrî yan jî ya Îranê hebe?
Ji ber rêxistinên sûnî ne, bawer nakim ku niha siyaseta Îranê li pişta wan be.

Em vegerin Başûrê Kurdistanê. Hûn siberoja serokê Herêma Kurdistanê çawe dibînin?
Ez bawer dikim wê jê re baştir be ku şîretên ku asta profîla siyaseta xwe li Başûrê Kurdistanê bilindtir neke. Mebesta min ew e ku wekî gava yekemîn gavên ber bi serxwebûnê ve navêje. Herwiha divê bi rêxistnên kurdên li Sûriye, Tirkiye û Îranê re pêwendiyên zêde kûr daneyne. Ku ew vê yekê bike wê bêbaweriyê li cem Enqerê û Tehranê rast  bike û ev yek dikare ziyanê bidiyê. Ew nikare statûyeke ji niha baştir bi dest bixe.

We di kovara “Zenith“ de behsa “Rêya ber bi Kurdistanê ve“ kir. Mebesta we bi vê yekê çi bû?  
 Mebesta min rêya welatekî serbixwe ya ku axa kuran hemûyî dike di nava xwe de ye.

Mebesta we ew e ku welatekî serbixwe yê Kurdan nêzîk bûye?
Na, ev yek gellekî dûr e. Tiştek li analîza min ya ji beriya çendhefteyekî nehatiye guhertin.

Gellek çavdêr di wê baweriyê de ne ku di Newrozê de Barzanî wê bangewaziyekî bike. Gelo ew ê bikare ragihandina serxwebûnê bike?
Ev yek wê bibe çewtiyeke mezin. Ewê bi vê yekê dijberên Kurdan yên li Bexda û li Tirkiyeyê bihêztir bike. Bêguman yên li Îranê jî. Ev yek wê bibe dawiya desthilatdariya Barzanî.

Lê di deh salên dawî de Kurd gellekî bihêztir bûne li gorî rewşê xwe guncavtir kirine.

Ev rast e lê divê Kurd bi awayekî zêdegavî bi kartên di destên xwe de neleyîzin.

Amerîka wê berteke çawe bide dema Kurd gaveke din ber bi serxwbûnê ve bavêjin?
Ev yek ji aliyê Amerîkayê ve jî nayê xwastin. Ew jî naxwazin sînor werin guhertin. Ger sînorên Iraqê werin guherîn, ev yek wê li Sûriyê jî rû bide. Ev yek tê wateya kaoseke mezin. Bêguman dibe ku di vî warî de li Washingtonê rojekî gav werin avêtin. Lê niha rewşeke wisa nîne.

Hûn derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê çi difikirin?
Meseleyeke zehmet e lê niha pêşketin di vî warî de nînin û bi teybetî di warê daxwazên Kurdan de.

Kurdan daxwazên zêde kêm kirin. Ew dixwazin ziman û çanda xwe pêşve bibin....
Ew otonomiyekî jî dixwazin. Lê hikûmeta niha ya Enqerê vê yekê wekî zêdegavî dibîne.


Hevpeyvîn/Reşad Ozkan
Udo Steinbach: "Tenê Rûsya dizane li Sûrî çi dixwaze "
http://rudaw.net/kurmanci/publications/rudaw-europe/rudaw_224
URL:  http://rudaw.net/kurmanci/interview/23112013
 ***
Deutsche Version

Prof. Dr. Udo Steinbach:
Wenn Assad an der Macht bleibt, wird sich, was die Kurden betrifft, nicht vielverändern
--------------------------------------------------------------------------------------------------------------------- 
Prof. Dr. Udo Steinbach ist seit Juni 2012 Leiter des Governance Center Middle East/North Africa an der HUMBOLDT-VIADRINA School of Governance, Berlin

14. Januar 2014

Peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî serbest hat berdan

Peymanêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî /
Foto: www.rudaw.net
  
Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Pêşewa Behlewî ku duh ji aliyê hêzên asayişa niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, îro (14.01.2014) derdora demjimêr 21:30 serbes hat berdan.

Pêşewa Behlewî, piştî berdanê beşdarî bultena Koroj a Rûdaw TV bû û got ku ti êşkence lê nehatiye kirin di zindanê de tenê givaşa derûnî hebû.

Herwiha Pêşewa da zanîn ku ew kirbûn zinadnekê ku ji 28 kesan pêk hatibû û piraniya wan xort bûn û ji hemû pêkhateyan hebûn, herwiha aşkere jî kir ku Sekreterê Giştî yê Rêxitina Asûrî li Sûriyê Gebriyêl Goriye Muşê jî di nav girtiyan de bû.
Ji ber sedema girtinê jî, peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku wan bi hêceta wernegirtina moleta karê ragihandinê ew girtibûn.

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo, dema mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember,  otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bibû û kamera û pêdiviyên wî yên rojnamevaniyê jê standibû û hemû wêneyên li ser kamerayê reş kiribû û ew û şofêrê wî girtibûn.

Medyaya cîhanî û navxweyî mîna malpera Îlaf ya erebî û ajansa AFP ya Fransî bi ferehî behsa girtina Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo kiribûn. rûdaw.net/14.01.2014
Nûtirîn wêneya Pêşewa Behlewî piştî berdanê   
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1401201413

-------------------------------------------------------------------------
13.01.2014
Peymanêrê Rûdawê li Qamişlo ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin

Rudaw Condemns Arrest of Correspondent Peshawa Bahlawi in Rojava

Mr. Bahlawi is a professional journalist who has covered events on the ground in Rojava (Syrian Kurdistan) fairly and professionally.

The Rudaw Media Network condemns the arrest of its Correspondent Peshawa Bahlawi  by an armed group in Qamishli today.

Mr. Bahlawi is a professional journalist who has covered events on the ground in Rojava (Syrian Kurdistan) fairly and professionally. His coverage provided a picture of life in that part of Syria to the outside world. His arrest is uncalled for and unacceptable.

Rudaw holds the authorities in Rojava responsible for the safety of Mr. Bahlawi, and hopes that promises to release him are kept.

Rudaw has contacted international journalist organizations and will release updates about Mr. Bahlawi's situation.

Rudaw head office / Erbil, Kurdistan Region /January 13, 2014
http://rudaw.net/english/kurdistan/130120144
-- 
Peymanêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî li Qamişlo ji aliyê hêzên rejîmê ve hat girtin

Qamişlo (Rûdaw)- Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, Pêşewe Behlewî, ji aliyê hêzên ewlekariyê ên rejîma Sûriyê ve hate girtin.
Rojnamevan Axtîn Esead ji bajarê Qamişlo ji Tora Mewdyayî ya Rûdawê re got: “Pêşewa Behlewî li taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo mijûlê amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember”.
Wî çalakvanî eşkere jî kir ku “Otombêleke Asayişa Niştimanî, ya ser bi rejîma Sûriyê ve, nêzîkî Pêşewa bû û kamîre û pêdiviyên wî ên rojnamevanî jê sitandin û hemû wêneyên li ser kamîrayê reş kirin û ew girtin”.

-- 
Daxuyaniya Tora Medyayî ya Rûdawê li ser girtina Pêşewa Behlewî
Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, Pêşewa Behlewî, îro (13.01.2014) danê sibê ji aliyê komek çekdar ve li bajarê Qamişlo hat girtin. Pêşewa di heyama karê xwe de bi awayekî profesyonel nûçe û wêneyên Rojavayê Kurdistanê veguhestiye ji ber wê jî ti hêcetek bo girtina wî nayê qebûlkirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê bi tundî vî karî metirsîdar şermezar dike û berpirstiya parastina jiyana wî rojnamevanî dixe stûyê rayedaran li Rojavayê Kurdistanê û hêvîdar e ew sozên ku bo berdana wî hatine dayîn, bicîh bên.

Rûdaw niha bi saziyên navdewletî yên taybet bi parastina mafên rojnamevanan re di pêwendiyê de ye û hemû dost û hevalên xwe li seranserê cîhanê ji rewşa rojnamevanê girtî agahdar kiriye.

Rêvberiya Tora Medyayî ya Rûdawê

Hewlêr-Başûrê Kurdistanê/13/01/2014
http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/130120145