25. Februar 2014

Derhênerê fîlmê “Mêşvan“, Mano Xelîl:

Belkî dayika sînema kurdî hîn avis e

Derhênerê kurd Mano Xelîl li Munchenê/Wêne:Reşad Ozkan
„Ez kar ji bo welatê xwe dikim û heta îro jî ez kar ji bo welatê xwe dikim. Fîlmên min jî wiha li dinyayê belav dibin, bi navê welatê min.

Munchen (Rûdaw) - Fîlmê Mêşvan (Der Imker) yê derhênerê kurd Mano Xelîl ji aliyê şîrketa belavker “Braveheart international” derbasî Almanyayê jî hate kirin û li gellek sînemayan tê nîşandan. Braveheart International û festîvala fîlmên dokûmenter “Doku-Film Munchen“, ya ku hersal di meha Gulanê de tê lidarxistin û sala borî fîlmê Mêşvan wekî baştirîn fîlm hilbijartibû, li bajarê Munchenê, di sînemaya Arri-Cinema de fîlmê Mêşvan dubare da nîşandan. Fîlm ji bo mijara mafên mîrovan hate peşkeşkirin. Derhêner Mano Xelîl jî yek ji temaşevanên fîlm bû. Piştî temaşekirina fîlm, derhenêr Mano Xelîl li ser filmê xwe axivî û pirsên temeşavanan bersivandin.

Derhenêrê kurd Mano Xelîl di sala 1964ê de li bajarê Qamişloyê yê Rojavaya Kurdistanê ji dayik bûye û ev nezikî 18 sal in ku li Swîsreyê dijî û hemwelatiyê Swîsreyê ye. Bavê Mano ji Rojavayê Kurdistanê û dayika wî jî ji Bakurê Kurdistanê, ji herêma Mêrdînê, ji Qoserê ye. Wî xwendina xwe ya sînemayê li Çekoslovakyayê kiriye. Wî heta niha nezikî 16 fîlm çekirine û gellek xelatên netewî û navnetewî wergirtine. Hevkarê me Reşad Ozkan bi wî re peyivî.

Derhênerê kurd Mano Xelîl/Wêne:Reşad Ozkan
Rûdaw: Birêz Mano Xelîl, bi rêya fîlmê Mêşvan hûn dixwazin çi mesajan bidin temaşevanên xwe?

Mano Xelîl: Bi xwedê ez mesajan nadim, ez çîrokan vedibêjim. Ez wekî însanekî kurd min di sala 1992yê de fîlmekî biçûk li ser meseleya Kurdên me yê sûrî yên di bin dêstê rejîma Baasa sûrî de ne çekiribû. Ji bo vêya ez nêzîkî 20 salan - hesab bike! – li derveyî welatê xwe me. Ez ne mesajan dişînim, ez çîrokan vedibêjim. Ez çîroka milletê kurd li Ewropayê nîşan didim. Ne bi arîkariya Kurdan, lê belê bi arîkariya welatên ewropî. Heta roja îro min ti arîkarî ne ji hikûmeta Kurdan, ne ji televizyonên kurdî, ne ji enstîtuyên kurdî û ne jî ji partiyên Kurdan wergirtiye.

Nêzîkî 20 sal in hûn li Swîsreyê dijîn. Dema hûn fîlmekî dikişînin, hûn bi almanî an jî bi kurdî difikirin?

Mano Xelîl: Ez sedî sed bi kurdî difikirim. Ez kurdî me. Wexta ez derketim Ewropayê, ez ve demê ne zarok bûm. Min yasa û dîrok di zanîngeha Şamê de xwendiye û paşê ez çûm Çekoslovakyayê, vê demê temenê min 25 salî bû.

Di zanîngeha Şamê de ji bo Kurdan astengî hebûn?

Mano Xelîl: Min bi zimanê erebî dixwend. Em xwendekar bûn. Li Sûriyê nêzîkî 20 milyon însan dijiyan û 3 milyon ji wan Kurd bûn. Astengî sedî sed hebûn. Eger mirov li ser Kurdîtiya xwe ba, astengî hebûn. Bi sedan, hezaran xortên me di hepsan de bûn. Bi sedan şehid ketin. Çava astengî tine bû.

Li gora we îro mîrov dikare bêje “sînemayeke kurdî“ heye?

Mano Xelîl: Sînema kurdî heta roja îro jî tine ye. Sînema Kurdî wê çêbibe dema ku milletê kurd azad bibe, wexta ku Kurdistan azad bibe. Gava ku sînema ji bo fîlmên kurdî çebibin, gava ku fîlmên min ne tenê li Munchen, Berlîn û li Awisturya û Swîsreyê li sînemayan bên nîşandan, lê belê li Kurdistanê jî bên nîşandan, wê demê emê karibin bêjin sînema kurdî jî heye. Gava ku kultûra sînemayê çebû, gava ku rexneya sînema kurdî çebû. Naxwê dema em hema fîlmekî çedikin û li her festîvaleke dinyayê bê nîşandan û vegerê, ev bû sînema kurdî? Ji bo min, ev nêrîna min e, bila kesek xwe aciz nekê, ez dibêjim sînema kurdî ji dayik nebûye. Belkî dayika sînema kurdî hîn avis e, yanî dibe ku demekê ev zarok bi navê sînema kurdî jê re çêbibe. Gelo wê seqet çêbibe, gelo wê xweşik çêbibe, gelo ve biaqil be, gelo wê dîn be, kes nizane. Bes rojekê ji rojan, ez hevîdar im ku çêbibe. Gava ku Kurdistan çebû, wê sînema kurdî jî çebibe.

Di navbera derhêner û hunermendên kurd de tekiliyên we bi hevre hene?

Mano Xelîl: Em hevdu nasdikin. Beriya demekê ez li festîvala Duhokê li sînemayê bûm, li wir min gellek derhênerên kurd dîtin. Hinekên nû jî me naskirin. Ji ber piştî di van 10 salên dawiyê de ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê arîkariyê dide sînemavanên kurd yên ji hemû beşên Kurdistanê, êdî bi sedan fîlm çebûne. Derî vebûye, yanî herkes fîlman çedike.

Qalîteya wan fîlman çava ye?

Mano Xelîl: Di nêrîna min de qalîte tinê ye.

Derhênerên kurd yên ji Bakur bi pirranî fîlmên xwe bi zimanê tirkî çêdikin. Mirov dikare bêje ev jî “sînema kurdî” ye?

Mano Xelîl: Erê. Bi kîjan zimanî be ev ne pirr giring e. Rihê fîlm giring e. Dema ku çîroka rihê fîlm bi kurdî be, ev fîlmên kurdî ne, li ser çi be jî fîlm, ev fîlmên te ne, yanî fîlmên welatê te ne. Dema ku bi rihê wî millêtî, bi azadiya wî mîlletî re giredayî be, ew fîlmên kurdî ne. Ziman bi sedî-sed ne giring e. Dema ku fîlm bi dûr û bi nezîk bi xewna milletê kurd ve ne giredayî be, wê demê ev ne fîlmê kurdî ne, ti eleqeya wan bi Kurdan re nîne. Îro ji başûrê me yê biçûk (Rojava) 300 hezar însanên me li kampan dijîn. Malbata min, gundê min xera kirine, hinek çûne Başûr hinek çûne Bakur, hinek çûne dereke din. Yanî em îro fîlmên çava çekin? Divê îro em fîlmên ji bo azadiya Kurdan çekin.

Kurd pirr kêm dixwînin û pirr kêm serdana sînemayan dikin. Ev tişt ji bo kar û pêşveçûna çand û sînema kurdî asteng in?

Mano Xelîl: Çima Kurd naçin sînemayê? Ji ber ku kultûra sînemayê li Kurdistanê tine. Mejûyê sînemayê li Kurdistanê tine, rexne tinê. Ji ber ku Kurd li sînemayê wekî kebîh dinêrin. Berê, wexta qala yekî dikirin, eger yekî pîs bû, digotin yekî pîs, yekî alkolvexwer e, yekî qumarçî ye, yekî sînemacî ye, ev tişt bi hevdû re girêdidan û kerxanecî jî. Wan ev hemû di mejiyê kurdî de dikirin yek. Ev tê guhertin, wexta ku milletê kurd xwe ji bin destê vê gemarê azad bike,
wekî milletên dinyayê serbixwe û azad be.

Çêkirina fîlman ji bo we tê çi wateyê?

Mano Xelîl: Ez xewnên xwe bi serî tînim. Xewna min welatekî azad e. Ez xewnên xwe û heviyên xwe bi rêya sînemayê bi serî tînim.

Hûn hunermendekî ji Rojavayê Kurdistanê ne. Hûn rewşa welêt çava dibînin?

Mano Xelîl: Em bi hevî dibînin. Em dibînin ku Kurd ne yek in. Her malbatek ji xwe re çîrokekê dibêje û stranekê dibêje, milletê kurd ji hev belav bûye. Hinek dibêjin me Kurdistan azad kiriye. Li aliyê din jî em dibînin ku 300 hezar Kurd reviyane û di kampan de dijîn. Malbata min bi xwe perçe perçê bûye, pirraniya wan reviyane welatên Ewropayê. Birayekî min bi xwe bi 5 zarokên xwe reviyabû kampeke li cem Hewlerê. Hinek dibêjin me Kurdistan azad kiriye, ka çi Kurdistan azad kirine?

Hûn niha dikarin herin Rojavayê Kurdistanê û bi serbestî fîlman çêkin?

Mano Xelîl: Dema ku azadî çêbû ezê herim. Beriya ku “azadî” çebibê jî, di sala 1992yê de ez carekê bi dizî çûm wir û ez geriyam jî, min fîlmek jî çekir. Lê belê îro? Îro ji ber ku xelk mirov hinekî nasdike, zehmet e mirov bi dizî bigerê. Eger Kurdistan azad bû, çima em nerin, mala wan ava be! Wele niha malbata min, ên ku li Sûrî mane, dibêjin em nikarin ji tirsa Muxabaratê ji mal derkevin, dibêjin hêj peykerê Esed li Qamişloyê heye. Ew dîktatorê Sûriyê ku xortên Kurdan di hepsan de dişewitandin, hîn peykerê wî yê 4 metreyî li Qamişloyê heye. Ma gava li Hewlerê peykerê Saddam hîn hebaya, ma Hewler azad dibû?

We got hûn niha fîlmekî nû çedikin. Naveroka wî fîlmî çi ye?

Mano Xelîl: Li ser xiyanetê ye. Heya îro jî bi hezaran Kurd xiyanetê li milletê xwe dikin, ji dijmin xerabtir. Dema ku tu li dîroka Kurdistanê temaşe bikî, ev şoreşên li Kurdistanê çebûn, herdem ji ber xiyanetê ketin, yanî tekçûn. Herdem însanên xayîn hebûn di nav milletê kurd de, nedixwestin şoreş serkevê. Mesele li Kurdistana Bakur bi hezaran cahş hene ku Kurdan dikujin û gerîllayên jin bi kêran perçe kirine, ew jî Kurd in. Li Kurdistana Başûr 250 hezar cahş hebûn, 245 serokcahş hebûn, ên bi Saddam Husên re kar dikirin. Ez nabêjim milletê kurd wisa ye, ez dibêjim yên pîs hene. Li Kurdistana Rojhilat jî ên wisa hene, li dijî azadiya Kurdistanê ne, li dijî milletê kurd şer dikin. Ew jî bi eslê xwe Kurd in. Li hemû dinyayê kesên wiha hene. Em dixwazin bi vî rengi, bi rêya keçikeke ku li Kurdistanê li bavê xwe digerê, em vê meseleyê nîşan bidin.

Hûn bêriya Kurdistanê dikin?

Mano Xelîl: Bavê min beriya 2 salan çû rehmetê, min nikarîbû herim ser gora bavê xwe. Bêguman mirov li heviya welatê xwe ye. Welatê me jiyana me ye. Ez kar ji bo welatê xwe dikim û heta îro jî ez kar ji bo welatê xwe dikim. Fîlmên min jî wiha li dinyayê belav dibin, bi navê welatê min.
 -----------------------------------------------------


Mêşvan, Apê Îrbom
Çîroka Mêşvan çîroka Kurdekî ji Merêşê ye, çîroka Îbrahîm Gezer ye. Îbrahîm Gezer di 10ê Sibata sala 1946ê de li gundê Hasanalî, yê giredayê bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye. Dema ku temenê wî dibe 4 salî, bavê wî jiyana xwe ji dest dide. Ligel bapîrê xwe mezin dibe. Îbrahîm Gezer dibeje: “Kalikê min ji min pirr hezdikir. Di pîroziya sinetkirina min de kîloyek hîngiv diyarî da min. Di dema zarokatiya min da em pirr li ser hîngiv diaxivîn. Hinek zarokan digotin “me hîngiv bi çavên xwe dîtin“. Yên dinê digotin “me hîngiv tahm kir“. Pirr kesan nikarîbû hîngiv bikiriya. Jixwe hîngiv jî pirr pirr kem bû. Min ji kalikê xwe rica kir ku ji min ra mêşên hîngiv bikirê. Kalikê min mîhek xwe bi du şanên mêşan re guhert û ez bûm xwediyê mêşên hîngiv.“

Û jiyana wî di çiyayên Kurdistanê de dêstpêdike. Mêş dibin xurekdarên malbata wî, heta ku dewleta tirk mal û milkên wî dişewitîne û xera dikin.
Ape Îrbom, ku heta salên 1990î yek ji mezintirîn mêşvanên Kurdistanê bûye, ji ber zilm û zordariya rejîma tirk neçar ma û reviya welatê Swîsreyê. Lê belê Apê Îrbom dêst ji mêsvaniyê bernade û li Swîsreyê dîsa dibe xwediyê mêşen hîngiv.
---
Hevpeyvîn bi derhênerê kurd Mano Xelîl re
Derhênerê fîlmê “Mêşvan“, Mano Xelîl:
Belkî dayika sînema kurdî hîn avis e

Hevpeyvîn: Reşad Ozkan
Çavkanî: www.rudaw.net
http://rudaw.net/kurmanci/publications/rudaw-europe/rudaw_237