13. August 2011

Serdanek bo Mizgefta Ehmedê Xanî û nanê tenûrê li Munchenê

Reportaj
Armanca avakirina mizgeftên kurdan ew bû ku kurd xwe ji tirkan cuda bikin û ibadeta xwe bi zimanê kurdî bikin. Lê tiştên em niha dibinîn di mizgeftan de bi navê welatparêziyê “Taqiye“ û fundementalîzm jî bi awayekî ne eşkere di nav oldarên kurd de xurt dibe. Divê ev metirsî ji bo berjewendiyên civaka kurd, demokrasî û mafên mîrovan bê sekinandin.
Mizgefta Ehmedê Xanî li Munchenê
Mizgefta Ehmedê Xanî li Munchenê li navnîşana Schillerstrasse 23 ye. Schillerstrasse ji Gara mezin ya Munchenê de dêstpe dike, cadeyên Schwanthalerstrasse û Landwehstrasse wekî kêrê dibire û heta nêzikî meydana Sendlinger-Torê berdevam dike. Dirêjbûna wê nezikî 300-400 metroyan e.

Dema ku mirov diçin mizgeftê di Schillerstrasse 23 de li aliyê çepê, dikanên elektronikê, barên seksê hene ku di hundirê wan de jinên ku laşê xwe difiroşin kardikin û li aliyê rastê jî Restorant/Cafê ya Silêmaniyê xwarin û wexwarinên erebî û kurdi ikram dikin. Di Schillerstrasse de pir dikanên ereban, tirkan û almanan hene. Mesela Restoranta Alî Baba lehmecûnê Rihayê û restoranta tirkmenên ji Amedê jî tirşik, riz û donerê difiroşin.
Restorant/Cafê ya Silêmaniyê
Xortên ji Silêmaniyê, Hewler û Duhokê li ber wan dikanan û li ser deriyên U-Bahn û S-Bahnan di dêsten xwe de tesbîhan kildikin, saetan dijmêrin û ji keçên ku derbasdibin re gotinan dibêjin. Gelek ji wan xortan bê kar in, bê mal in, eger şansa wan hebe li ba ereb û tirkan vek hemalan saet bi 3 anjî 5 euroyan kardikin. Perê ku ji dewletê distînin yan jî bi şev û rojan di qumarxaneyan de bi otomatan dileyîzîn. Di nava salekê de du xortên kurd ji ber otomat û qumarê li vî bajarî xwe kuştin.

Wekî Mala Kurda ye, lê jin û mêr cuda ne!

Di Schillerstrasse 23ê de di navbera du xaniyan de mirov derdikeve qata yekê; li aliyê çepê mîrov deriyê “Mizgefta Ehmedê Xanî“ dibîne. Li ber anjî li pişt derî pêwîst e tu sola xwe derxî û deynî ser refên textan. Li gor serokê Mizgeftê Hecî Muhamed dema mirov bi solê werin hundir, “wek dêstên zilaman bi dêstên jinan kevin, qedexe ye û heram e“. Li aliyê çepe sol û li aliyê rastê jî mutfaxa mizgeftê xuya dike. Li wir xwarin û vexwarin tên amadekirin. Mirov di deriyekî din re derbasî hundirê mizgeftê dibe. Du navên mizgeftê hene: Mizgefta Ehmedê Xanî û Kultur- und Hilfsverein e.V., yanî Komela Çandî û Alîkariyê. Serokê Mizgefte Muhamed dibêje “Mizgefta me, jiber ew me wek terorîstan dibînin, ji şaredariya Munchenê ti alikarî nastîne. Kirê û hemû mesrefên mizgeftê ji aliyên endaman û xêrxazan tên dabînkirin.“
Li ser televîzyonê li alaya Kurdistanê tê dîtin
Di hundire mizgeftê de li aliyê çepê oda jinan û li aliye rastê jî salona nimejê bo zilaman heye. Wexta tu rêdinê li himberê te cihê avdestê û televizyonê xuya dikin. Li ser televîzyonê li alaya Kurdistanê tê dîtin.

Meleyê tirkan me înkar dikin

Melê mizgeftê Seyda Haci Bohtî (64) mirovekî zor bedew û dilxweş e. Dema ku dipeyîve mîrov dibêje qey ji rûyê wî nûr dibare. Seyda dibeje “Nimejvan roja îne di saet 13:00 de tên û di saet nezikî 15:00 de hedî hedî derdikevin der“. Li dû nimêje Seyda dersên erebî dide zarokan. Seyda di peşiya nimêjvanan de fatîhê û weazên xwe bi erebî û kurdî dixwîne. Ew dibêje “em Kurd şafiî ne, tirk jî hanîfî ne.
Seyda di peşiya nimêjvanan de fatîhê û weazên xwe bi erebî û kurdî dixwîne
Heqê me ye jî em bi zimanê xwe di mizgeftan de bipeyîvin û fatîhên xwe bi kurdî bixwînin. Armanca mele û dewleta tirkan wendekirina ziman û çanda kurdî ye. Niha li Kurdistanê jî oldarên kurd naxwazin li dû meleyên tirk yên henîfî nimeja xwe bikin. Meleyên tirk nikarin tîpên di Quranê wekî w, x, û h bînin ziman. Yanî nizanin bi erebî bixwînin û dema ku ew Quranê dixwînin mîrov ji wan fahm nake.“

Di saet 10an de taşte dike

Ma gelo roja seydayekî kurd çawa dest pê dike? Seyda dibêje “ez hersibe di saet 04:30 de ji xew radibim. Destmêja xwe digrim û nimêja xwe ya sibe dikim. Dû re dîsa diçim radikevim. Nêzikî saet 09:00ê ji xew radibim, dîsa dest û rûye xwe bi avê taze dikim û taştê dixwim. Nanê xwe ji dikanên kurd û ereban dikirim. Nane wan xweş e, lê dîsa ez bêriya şorba nîskan, pivaz û nanê Kurdistanê dikim.“
Seyda dibeje “rojê nezikî 20 an jî 30 kês tên li vir nimêj dikin"
Deriyê mizgeftê hertim vekirî ye, ji bo nimêje mirov tên û diçin. Seyda dibeje “rojê nezikî 20 an jî 30 kês tên li vir nimêj dikin. Rojên înê jî nezîkî 50-60 kes tên. Piraniyên wan Kurdên ji başûr in. Di mehên havînê de jî pir turisten ereb tên vir nimeja xwe dikin.“ Seyda ku wext bibîne sporê dike, spora wî jî meşa di nava parkan deye. Ew wekî din televîzyonên kurdî temaşe dike, pirtûk û rojnameyên kurdî dixwîne.

Di hundirê bajêr de nanê tenûre ledixin!
Di hundirê bajêr de nanê tenûre ledixin: Ji bo nanpêjiyê 3 kes kar dikin
Piraniyê nimejvanan li der û dora îstasyonê karên wek hamaltiyê, gastronomî, servîs û karên serbixwe dikin. Hinêk jî dikanên wan hene. Kurdekî bi navê Star (35) ji Silêmaniyê ye, li Schwanthalerstrassê dikanek wî heye. Fêkî, zebze, goşt, nîsk, bulxur û hemû pêdiviyên malê difroşe û nanê taze lêdixe. Ji bo kirîna nen caran dikana wî tije dibe û mîrov nikare xwe bilivîne. Nanê wî ne wek nane gundan e, lê wek nanê sêlê tenik e. 4-5 heban dixe torbê naylon û bi 1 euro difroşe.
Xwediyê dikanê birêz STAR Rûdawê dixwîne
Tişta balkêş ew e ku wî di dikana xwe de tenûrek ava kiriye. Ji bo nanpêjiyê 3 kes kar dikin. Yek nan lêdixe, yek hevîr çedike û yê dinê jî nan dide ser hev, dixe torbe û dide mişteriyên xwe. Li ser kaseyê jî Star disekine.
Ji bo kirîna nen caran dikana Star tije dibe û mîrov nikare xwe bilivîne
Kurdên ku li vê mintiqê de dikanên wan hene, bi piranî tiştên xwe ji dikanên tirkan dikirin û dîsa bi buhatirîn difiroşin. Yanî burjuvaziyên biçûk ên komprodor in.

Serokê mizgeftê: Divê jin her derên xwe binxêfin

Seroke Mizgeftê Hecî muhamed ev nêzikî 40 sal in li Munchenê dijî û temenê wî jî 63 ye û hîn peyvek bi almanî jî hîn nebûye. Dibêje “dema ku jin tên vir em perde di navbera xwe de dikişînin. Ew di oda xwe de em di oda xwe de“. Yanî bi zmanekî din: em naxwazin wan bibînin! Ez navê wî dipirsim. Naxwaze navê xwe bi temamî ji min re bêje. Dibêje, “ma te navê min çi dikî. Ez çi bêjim tu jî wê dinivisînî“.

S. Koçan, jî xwe wekî berpirsiyarekî mizgeftê dibîne û çar sal berê ji Dortmundê hatiye Munchenê. S.Koçan jî wek serok Hecî Muhamed ji Varto ya ser bi bajarê Mêşê ye. Koçan ev 17 sal in li Almanya dijî. Dibêje “ez beriya çar salan li Dortmundê serokê Federasyona Civaka Kurdistanê bûm.“ Li kêleka me jî seyda di bin çavan de li me guhdar dike. Sebir dike ku ew jî biaxive.

22 salan ji Tirkan re meletî kiriye
Temenê seyda 64 e û nêzikî deh salan di cemaata îslamî de kar kiriye
Seydayê mizgeftê Haci Bohtî berî ku bê Munchenê ew li Tirkiyeyê wek kadroyekî Diyanetê 22 salan imamtî kiriye. Temenê seyda 64 e û nêzikî deh salan di cemaata îslamî de kar kiriye û kesekî “bi rih û canê xwe welatparêz e“.

Li Eruhê ya ser bi Sêrtê ji dayik bûye. Mala wî niha li Kurdistanê li Erxeniyê ye. 3 keç û 3 kurên wî hene. Seyda sê mehan carek tê Munchenê û dema ku se meh xelas dibin dîsa vedigere Erxaniyê û piştî du se mehan dîsa tê Munchene. Yanî Seyda şeş mehên xwe li Munchenê û şeş meh jî li Erxaniyê derbas dike. Seyda dîroka xwe ye meletiyê wiha vedibêje: “Min ji Diyanetê re li Sakarya, Sêert, Amed û Batmanê 22 salan meletî kir. Di sala 2000ê di bûm teqawut. Dû re min li Den Haag, Wiyena û li Oslo bo mizgeftên kurda li ser daxwaza cemaata Kurdistanê meletî kir. Di sala 2006ê de bo mizgeftên kurdan ez hatim bajarê Munchenê, herwiha çûm Koln, Metz û Berlînê.“ Deme ku seyda diaxive mirov dibêje qey ew Marc`o Polo ye. Seyda Kurdekî seyar e li pir welatên ewropî û erebî jî geriyaye. Ew ji bo kar di navbera salên 1994 û 1996ê de çûye Kuwêtê jî. Seyda dibeje "Min wekî kesêkî werger û şêwirmend ji bo fîrmayek filîstinî û kuwêtî kar kir"..

Zubeyde naçe mizgeftê!

Piraniyên Kurdên ku diçin mizgeftê nerazîbûniyên xwe dijî xelkên oldperest vedibêjin “Dixwazin hemû jinên kurd jî wek jinên afganî û erebî û farisan ji bo ku zilam li wan temaşê nekin, xwe veşêrin.

Jina kurd bi navê Zubeyde jî nerazîbûna xwe ji oldperestên di mizgeftên kurdan de tîne ziman û dibêje, “ez berê diçûm mizgeftan, lê jiber ku zilam nêzîkê jinan nakin û mafên jinan nasnakin min biryara xwe da ku edî ez hewdiçim mizgeftan.“
Reşad Ozkan/Munchen

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...