5. Mai 2008

Rojeva wan şer e


Koordînatorê Komîteya dijberê Konferansa Ewlehiya NATO’yê Jan Tepperîes/
Foto:RG

Endamê Koordînasyona Protestoya dijî Konferansa Munîhê got: Rojeva wan şer e

Konferansa şerxwazên cîhanê civiya Bazirganên şer di bin navê Forma Davosê de li Munîhê civiyan û Konferans li dar xist. Hat ragihandin ku 250 leşker, bazirgan û siyasetmedar beşdar bûn. Konferans bi çekên giran ji aliyê hezaran leşkeran ve tên parastin.

Di rojeva konferansê de ‘Cîhana bêîstîkrar, guherîna desthilatî û dengeyan, Stratejiyên kêm… heye. Konferans ji aliyê dijberên şer ve bi xwepêşandanan tê protestokirin. Koordînatorê Komîteya dijberê Konferansa Ewlehiya NATO’yê Jan Tepperîes wiha bersiv da hin pirsên me. -

Çima hûn dijberiya konferansê dikin?
Konferans civîna şerxwazan e. Koma qatîlan civiyane û biryarên şer digirin. Ji bo vê tu guman nemaye. Ev ji navê beşdaran jî diyar e. Wek mînak: Şîrket û koma aqilmendên şer di nav beşdaran de ne. Bi tevayî nebe jî bazirganên şer ên cîhanê li vir civiyane. Ka mirov dikare ji bilî şerkar navek li vana bike.

- Armanc û rojeva konferansê çi ye?
Heke dem û pêvajo, mêvanên ku hatine dawetkirin li ber çavan bê girtin dê armanca konferansê jî bê dîtin. Konferans bê protokol e, divêtiya wê ya biryargirtinê aşkera dike ku stratejiyên leşkerî tên koordînekirin. Mijara axaftinê jî ev e. Dê hewl bidin ku eniyên nû yên şer biafirînin. Ev enî stratejiya şerê Yuguslavyayê ku NATO’yê di sala 1999’an de da destpêkirin ku hê jî didome; di 2002’yan de di bin navê ‘têkoşîna dijî terorê’ û 2003’yan de şerê Iraqê ne. - Artêşa Alman çima leşker naşîne derve?Artêşa Federal a Almanyayê ji bo ku şer bikin çûne Bosna, Kosova, Afganistan, Kongo, Lubnanê. Ev di bin biryarên koalîsyona NATO’yê de pêk hatin. Di fermiyetê de tê gotin ku ji bo aştiya cîhanê û ewlehiya almanan tên şandin. Lê ev derew e. Dixwazin wisan bi me bidin fêmkirin. Peywira şandina leşkerên Almanyayê di pirtûka spî de destnîşan kiriye. Di pirtûkê de tê gotin ku artêşa Almanyayê divê ewlehiya guhêzbariya serbest a mal û îthalata madeyên xam ên li cîhanê bigire. Armanca şandina leşkeran a esasî ev e. Her wiha Pirtûka Spî mafên mirovan binpê dike û dixwaze pêşî li penaberan bê girtin. Hiqûqa navneteweyî li ber çav nayê girtin û li ser navê ewlehiya cîhanê leşkeran dişînin. Berovajî dibin bingeha bêîstîkrariyê.

- We banga protestoyê kir. Tê de tê gotin ku dixwazin derve û hundir mîlîtarîze bikin. Gelo çawa mîlîtarîze dikin?
Li dijî civakê polîtîka mîlîtarîstkirinê me di dema protestokirina civîna G-8’an de dît. Di dema prostestoyê de bi tangan ava şid pijiqandin ser me, bi balafirên şer ên bi navê tornado ji bo ku keşif bikin û îstîxbaratê berhev bikin di ser me re ji nizim ve firîn. Ev ji bilî biryarên parlamentoya federal pêk hatin. Divê baş bê dîtin ka di vê konferansê de navbera xeta sivîl û leşkerî de tu mesafe maye? Ev xet bi giştî hat hilanîn. Kî leşker, kî sivîl e diyar nîn e. Di ewlehiyê de polîs û leşker hevpar ewlehiyê digirin. Ev ne tenê ewlehî ye nîşana tevlêhevbûna jiyana sivîl û leşkerî ye jî. Heta di nav pergala şaredariyan de serbazên cîgir ku girêdayî artêşa federal in peywir dikin. Ka em ê ji bo van bêjin çi?

- Di konferansê de Erdogan li ser rista Tirkiyeyê ya li Rojhilata Navîn axivî. Gelo pêwendiyên Tirkiye û Almanyayê çawan ne?Divê em pirs bikin ka çima Erdogan hat?
Li gorî me dawetkirina Erdogan ne tiştekî hêsan e û em bi tu awayî qebûl nakin. Erdogan li Tirkiyeyê sedemê şer û bêîstîkrariyê ye ka dê çawan ji bo îstîkrara cîhanê xizmet bike. Ev bi tu awayî nayê famkirin û rasterast nîşaneya xapandina gelan e. Dema mijar daxwaza avakirina sendîkayên azad û bidestxistina mafên kêmaran be hikûmeta tirk di nav polîtîkayên artêşê de tevdigere. - Gelo endamê Tirkiyeya ku endamê NATO’yê, rista wê ya li Rojhilata Navîn çi ye?Vexwendina Erdogan a konferansê diyar e. Tê xwestin ku di nav eniya li dijî Îran û Sûriyeyê de cih bidin wî. Tê zanîn ku li dijî PKK’ê di nav eniyeke navneteweyî de êrîş dikin. Her roj Qandîlê bombebaran dikin. Heke ne ji Amerîka, Îsraîl, YE û NY’ê be Tirkiye nikare here derveyî sînor. Lê ev bi agahiyên keşifên Amerîka û Îsraîlê pêk tên. Pispor diyar dikin ku heke ev îstîxbaratên ku li dijî PKK’ê bi kar tên bi ser kevin dê heman tişt di nav konsept û eniya ku Tirkiye jî di nav de ye dê li dijî Îranê jî bi kar bê. Niha de teknîka ku li dijî Îranê bi kar bê di ser Tirkiyeyê de dişînin herêma bajarê Diyana ya Herêma Federal a Kurdistanê. Her wiha çapemeniya YE û Îsraîlê diyar kir ku 3 an jî 4 kîlometre dûrî sînorê Îranê baregehên îstîxbaratî hatine lêkirin. Baregehek ji bo heman armancê bi destûra Tirkiyeyê li navçeya Gevara Colemêrgê tê lêkirin. Dema mirov li van esasan dinêre dibîne ku Tirkiye ji bo NATO’yê şirîkeke pir girîng e.

- Kî vê konferansê fînanse dike?
Bersiva vê pêkhatina konferansê di salên borî de hatiye dayîn. Hikûmeta Federal konferansa Munîhê bi piştgiriya teknîk û leşkerên artêşa federal a Almanyayê pêk tîne. Konferansa ‘Ewlehiyê’ rasterast hikûmeta Federal a Almanyayê fînanse dike. Koma çepgir a parlamentoya Federal der barê fînansa Konferanasa mijara gotinê de pirs ji parlamentoyê kirin. Di bersivê hikûmetê de hat gotin piştgiriya darayî 840 hezar ewroye û ji bûtçeya Federal tê veqetandin. Dixuye fînansa koma kujerên li konferansê dicivin jî bi pereyên gel tê kirin. Divê her kes ji vê haydar be û ji gotinên derew ên hikûmetê bawer neke.

’44’emîn Konferansa Ewlehiya Munîhê’ li bajarê Munîha Almanyayê dest pê kir. Organîzatorê konferansê şewirmendê Serokwezîrê berê yê Almanyayê Helmuth Kohl ê bi navê Horst Teltschîk e. Teltchîk diyar kir ku wan 250 leşker, bazirgan, siyasetmedar û nûnerên hikûmetan dawet kirine. Serokwezîrê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan jî heye. Konferans ji aliyê pergala Weqfa Wuandt Stîftung û artêşa Almanyayê ve tê organîzekirin. Ewlehiya konferansê jî bi çekên giran ji aliyê 400 lişkerên komandoyê alban ve tê parastin.

Her wiha 5 hezar polîs jî sewqî herêmê kirin. Heta dawiya konferansê qada hewayî ya Munîhê ji balafiran re jî hat girtin.
/by Reşad Özkan
Çileyê Paşîn 2008/Azadiya Welat/Özgür Politika