3. Januar 2013

Keça kurd Yasemîn li bavê xwe digere


Keça kurd Yasemîn li bavê xwe digere./ Wêne:RO/Rûdaw
Hesreta 30 salan / Reportaj

Munchen (Rûdaw) - Biyaniyên li Almanyayê dijîn û kar dikin edî perçeyekî civakê ne. Zarokên wan li vir ji dayik dibin, li vir diçin dibistanan, zimanê almanî ji zimanê zikmakî baştir hîn dibin û dipeyvin û li vir mezin dibin. Di sala 2011ê de li Almanyayê 662 hezar û 685 zarok ji dayik bûne, ji wan 72 hezar û 483 ji dêbavên ji neteweyên cuda ne. Yanî ji her 9 zarokên nû jidayikbûyî, yek ji wan an dayik an bavê wan kokbiyanî ne û bi fermî wekî Alman tên naskirin û di malbatên pirrkulturî de mezin dibin.

Keça kurd Yasemîn Nacmî jî yek ji wan zarokan e. Bav û dayika keça kurd jî 30 salan berê li hevdu nakin û di roja 27ê Nîsana sala 1982yê de hevdu berdidin. Temenê Yasemînê we demê 2-3 sal in. 5-6 meh di ser hevduberdana dêbavên Yasemînê derbas nabe, bavê wê ji holê winda dibe. Yasemîn dibeje “erdê zikê xwe vekir û bavê min xwar.” JI wê rojê ve Yasemîn hesreta bêbaviyê dikişîne.
30 sal in bavê xwe nedîtiye

Yasemîn keçeke kurd e. Temenê wê 32 ye. Di 8ê nîsana 1980yî de li bajarokê Itzehoe (Eyaleta Schleswig-Holstein) ji dayik bûye. Çav, gebik û rûyê wê li yên bavê wê hatine. Dema ku qala bavê xwe dike, hisên wê diçin demên borî. Bi zixkirîn dipeyive, hêstir dikevin cavên wê yên reş û zerî. Di aliyekî din de jî, Yasemîn keçeke aram e. Hêstirên ku dikevin çavên wê, hêstirên şabûnê ne, dikene, kena wê wekî giriyê sewt dide, we hêviya dîtina bavê xwe 30 sal in winda nekiriye. Bavê Yasemîn Kurdekî ji Baxdayê ye, nave wî Rahim Kerîm Qasim Nacmî ye. Di 1ê Tîrmeha 1945ê de li Bexdayê ji dayik bûye. Sê bira (Fevzî, Karîm, Zaat) û 2 xwişkên wî (Remziye û Fewziye) hene. Berî sala 1980yî mala wan li Bexdayê, li taxa Karada-Al-Şarkiyê bû.

Dema ku şorêşa Kurdistana Başûr di sala 1975ê de bi peymana Cezayirê (ku di navbena Iraq û Îranê de tê îmzêkirin) dişike, xortê kurd Rahim Kerîm Qasim Nacmî welatê xwe Kurdistanê terk dike û direve Almanyayê. Çar sal di ser hatina wî re derbas nabin, di 26ê Cotmeha 1979ê de bi keça alman Christine Katharina Friedrichs re li bajarokê Polchê yê giredayî Mayen-Koblenz (Eyaleta Rheinland-Pfalz) dizewice. Yasemîn dibêje: “Li gor ku dayika min ji min re got, bavê min li Almanyayê çû zaningehê û bi dawî tîne. Le belê çûye kijan zanîngehê û kîjan beş temam kiriye, ez nizanim, dayika min jî di vê bareyê de tiştek ji min re negot. Di pasaporta wî de tê nivîsandin ku pîşeya wî terzîtî ye.“
Bavê Yasemîn, Qasim Nacmî, ev 30 sal in winda ye. Wê heta niha tenê du caran agahî jê wergirtiye. Yasemîn  dibeje, “ji ber ku di navbena temenên wan de 6 sal ferq hebûne, di navbena wan de nakokiyên civakî û kulturî derketine. Li hevdû nekirine. Pevçûna di navbera wan de her rojane bûye.
Dayika min dizanî ew çi dixwaze, le belê bavê min bêteske bûye, nikaribûye meremên xwe bine ziman. Dayika min ji min re got bavê tê di pevçûnên me de dixwest ku ez li gor şertên Îslamiyê bijîm. Ez bi deqeyan û seetan kontrol dikirim. Edî şertên jiyana hevbeş ne mumkin bû. Em ji hev veqetiyan. Roj bi roj em ji hev dûr dibûn. Nakokiyên bêtoleransiyê û kulturî jiyana me ji hev perçe kir.”

 “Dema ku mala me li eyaleta Hamburgê
 li bajarokê Norderstädtê bû, bavê min
 hertim ez li ber deriyê Kindergartenê (baxçeyê zarokan)
 hembêz dikir û dianî malê./Wêne:Pêwende/RO/Rûdaw

Yasemîn dibêje “Dema ku mala me li eyaleta Hamburgê li bajarokê Norderstädtê bû, bavê min hertim ez li ber deriyê Kindergartenê (baxçeyê zarokan) hembêz dikir û dianî malê. Ez dizanim ku wî wekî roniya çavên xwê pirr ji min hezdikir.” Yasemîn niha li bajarê Munchenê mamoste ye. Zarokên li Kindergartenê perwerde dike, arîkariya wan dike. Yasemîn dibêje ”du aliyên min hene: yek winda ye û yek jî dûrî min e. Yek Alman e û yek Kurd e. Bav û dayika min 4-5 salan bi hev re mabûn. Bavê min heye tine ye, bo dayika min ferq nake. Le belê ez li aliyê xwe ye kurdî digerim. Ez kok û reyên xwe şûnda dixwazim. Min pirr û pirr bêriya bavê xwe kiriye.“ Yasemîn dibêje ku di sala 2001ê de, beriya 11 salan, bavê wê carekê telefonî malê kir û xwest bi wê re bipeyive. Ji min re got ez dixwazim dîsa bêm Almanyayê, serdana we bikim, min bêriya we kiriye. Bi me re dîsa pêwendî xwest, ez bawer dikim ji Bexdayê telefon kiribû (wî ev numaran dan min: 0099641/7746839 û 0099641/7191919). Le belê min bi wî re tekilî nexwest, ez tirsiyam, belkî dayika min wiha dixwest.“ Ji min re nameyek jî şand. Le belê min bersiva nameya wî jî neda. Li ser nameyê ev navnîşana wî hebû: Rahim K.Q. Nathmy, Asud Street 1+2/47, The house of the Art, Baghdad – Irak).

Yasemîn niha pirr poşman bûye ku daxwazên bavê xwe red kirine. Dîsa li wî digere. “Min pirr caran telefonî wî kir feqet telefon le naxe.“ Di 15ê Tîrmeha 2012ê de Yasemîn nameyek bo konsolxaneya Iraqê ya li bajarê Frankfurtê dişîne û daxwaza arîkariyê bo dîtina bavê xwe ji wan dike. Yasemîn pirr caran telefonî konsxaneyê jî dike, le kesek bersivê nade wê û weke ew dibeje bi ti awayî bo wê nebûn alîkar. Yasemîn dibêje: “Min hêviya xwe qut nekiriye û ezê qut nekim. Jiyan bi asanî dom dike û we dom bike. Li dijî jiyanê mîrov nikare tiştikî bike, le belê we rêyek din jî hebe!"

Reşad Ozkan/München
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/women/16497.html

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...