Wagona Reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38ê hatin Munchenê |
Munchen/Rûdaw: Fîlmê dokumenter "Vagona Reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38ê" ku derhêneriya wê Ozgur Findik dike û serpêhatiya komkujiya Dêrsimê vedibêje li Almanyayê, li bajarê Munchenê roja yekşema borî hate pêşandan. Ji bilî fîlm di peşêngehek de wêneyên komkujiya Dersimê jî hatin pêşkêş kirin. Di dawiya çalakiyê de derhêner Ozgur Findik û parêzger Erdal Dogan bersiva pirsên temaşevanan dan. Nivîskar Haydar Işik jî moderatoriyê kir.
Derhênerê fîlmê dokumenter “Kara Vagon” Ozgur Findik |
“Gotinên Erdogan bo dadgeha netewî girîng in”
Parêzger Erdal Doğan jî da zanîn ku wan bi mebesta ku Komkujiya Dêrsimê bibin dadgehên navnetewî, heta niha 4 konferensên mezin lidarxistine û got, “Em belgeyên komkujiya Dersimê berevdikin û yên veşartî jî em dixwazin derxin holê. Serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan komkujiya Dêrsimê qebûl kir. Lê tenê lêborîn têr nake, daxwaza me ew e ku hikûmeta Erdogan li Dêrsimê çi bûye û çi nebûye hemû tişt derxîne holê û sûcên ku Tirkiyeyê kirine qebûl bike. Gotinên ku Erdogan kirin bo dadgeheke navnetewî wek gotinên fermî ne û pir girîng in.”
Parêzger Erdal Doğan di dawiya axaftina xwe de balê kişand ser rola Almanya ya di komkujiya Dêrsimê de û got, “Em zanin ku Almanya gazên kîmyewî dane rejîma Atatürk û bi hezeran Dêrsimî bi çekên kîmyewî yên Almanyayê hatine kuştin.”
Nivîskar Haydar Işik, parêzger Erdal Doğan û Derhêner Ozgur Findik |
Wagona Reş û Sirgûnên Dêrsimê yên 38ê hatin Munchenê
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/art/10661.html
KARA VAGON: DERSIM SOYKIRIMINI TANIKLAR ANLATIYOR:
URL: http://www.agahdari.blogspot.com/#!/2011/12/dersim-soykrmnn-tanklar-anlatyor.html