22. Mai 2012

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr: “Em federalîzmê dixwazin û naxwazin ji dewleta Tirk biqetin”

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr: “Federalîzm di programa me de jî cîh digre. Xweserî jî baş e, le belê em serxwebûnê naxwazin û îro di konjonktura herêmî û ya dinyayê de jî ne tiştekî realist e, tiştekî xeyalî ye.” Wêne:Rûdaw/RO

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr:
'Divê PKK çekên xwe ji dest berde. Leşkerên Tirk jî divê xwe ji operasyonan bikşînin
  • Em amade ne Burkay bibe serokê HAK-PARê
  • Makezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst e
  • Dewletek federal û du netewe
  • Me bi taqwtîkî pistgirî da BDPê 
  • Em federalîzmê dixwazin û naxwazin ji dewleta Tirk biqetin'
Reşad Ozkan/Munchen (Rûdaw) - Cîhgire serokê HAK-PARê Fehmi Demîr dawiya hefta borî li bajarê Munchenê bû. Siyasetmedarê HAK-PARê Demir ji aliyê komeleya Komkarê ji bo semînera bi navê, “Karên ji bo Makezagonaa Nû û Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê” bide, hatibî dawetkirin.
Fehmî Demir di axaftina xwe de diyar kir ku ew weke HAK-PARê federalîzmê dixwazin û got, “Federalîzm di programa me de jî cîh digre. Xweserî jî baş e, le belê em serxwebûnê naxwazin û îro di konjonktura herêmî û ya dinyayê de jî ne tiştekî realist e, tiştekî xeyalî ye.”

“Makezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst eˮ

Demir bibîr xist ku PKKê berê serxwebûn û yekitiya herçar perçên Kurdistanê dixwest û niha tiştekî ji otonomiyê kemtir dixwaze û got ku partiya wan doh jî federalizm dixwest û îro jî. Cîhgirê serokê HAK-PARê Kurd û Tirkan wek goşt û neynûkan binav kir û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke zagonî ye. Ne  pirsgirêkeke dewletek serbixwe ye. Makezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst e. Divê makezagona nû cîh bide wan daxwazên bingehî wek: Naskirina nasnameya kurdî, li Kurdistanê divê zimanê kurdî wekî fermî bê qebulkirin û perwerda kurdî û statuyek siyasî ji bo Kurdistanê.”

Demir destnîşan kir ku makezagonên berê li ser bingehek otorîter, yek al, yek milet, yek ziman û yek nîjadî hatibûn amadekirin û got, “heta niha hemû makezagon maf û berjewendiyên Kurdan yên demokratîk û netewî înkar kirin. Hilbijartinên 12ê Hezîranê û referendûma 12 Îlona sala 2010ê rêya makezagonek demokratîk vekirin, divê ev firset ji dêstên me neçe.”

"Dewletek federal û du netewe"

Demir daxuyand partiyên Tirk jî dizanin ev sîstema nijadperest û otoriter edî nikare bê domkirin û axaftina xwe wiha dom kir: “Konjuktura heremê û ya dinyayê jî edî ne amade ye. Tirkiye divê xwe biguherîne û pirsgirêka Kurd çareser bike û pêşiya xwe ji bo demokratîzmê veke. Divê Tirkiye bibe dewletek demokratîk û federal ku ji 2 neteweyan, Tirk û Kurdan pêk tê. Hemû kêmnetewên din jî dive mafên xwe yên demokratîk bistînin. Lewma em dixwazin di makezagona nû de federalîzm jî cih bigre û bo Kurd xwe bi xwe îdare bikin ji bo Kurdistanê statuyekî federalî bê naskirin. Em naxwazin ji dewleta Tirk biqetin, Kurd û Tirk wekî goşt û hestiyan bi hevre dijîn. Xweserî jî ne xirab e, lê em dewletek serbixwe naxwazin.

"Me bi taqtîkî piştgirî da BDPê" 

Cîhgire serokê HAK-PARê Fehmi Demîr dawiya hefta borî li bajarê Munchenê bû. Wêne:Rûdaw/RO

Demir di çareseriya pirsgerêka Kurd de BDPê wek aliyek ku gelê Kurd temsîl dike, dibîne lê rexne jî dike: “Em siyaseta BDPê şaş dibînin. Erê rast e me bi taqtixî di hibijartinên 12ê Hezîrana 2011ê de alîkarî da BDPê. Ji bo partiya me ev biryarek pirr giran bû. Me di xiraban de BDPê ya baş dît û me di vê derbarê de raya giştî agahdar nekir, lê endam û alîgirên me ji vê siyaseta me ya referendûmê agahdar bûn.ˮ Li gor axaftina Demir, hatina Burkay ya Tirkiyeyê bandorek pirr mezin li ser civaka Kurd û Tirk kir û pêşiya demokratîzekirina civakê jî vekir. Demir gotinê anî ser PKKê û got, “Herçiqas jî di nav wê de hinek Kurdên baş hebin jî lê PKK ne partiyek Kurd e û şerê çekdarî zerarê dide berjewendiyên Kurdan û pêşiya demokratîzekirna Tirkiyeyê digre. Divê PKK çekên xwe ji dest berde. Leşkerên Tirk jî divê xwe ji operasyonan bikşînin.

Em amade ne Burkay bibe serokê HAK-PARê

Birêz Burkay di siyaseta Tirkiyeyê û ya Kurdan de kesayetek pirr girîng e. Hatina wî ya Tirkiyeyê pirr kevir leqand, çavên siyasetmedar û medyaya tirkî li ser wî bûn û hêjî li ser wî ne. Burkay bi fermî heta niha ji bo serokatiya HAK-PARê xwe pêşniyar nekir, em di nava xwe de hemfikir in: Rêvebirên partiyê û hemû alîgirên me dixwazin Burkay bibe serokê HAK-PARê. Ez niha naxwazim pirr eşkerê bikim, lê ez bawer dikim ku ew jî bo serkeftina siyaseta Kurd û xurtbûna HAK-PARê amade ye."

Reşad Ozkan/ Munchên (Rûdaw)
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/13219.html

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...