Reşad Ozkan/München (Rûdaw) – Di Roja Azadiya Çapemeniyê,
3ê Gulanê, de li bajarê Munchenê di salona Funkhaus des Bayerischen Rundfunks
(giredayê ARD ê ye) de panelek bi nave “Türkei: Leiden für die Pressefreiheit?- Wir fragen:
Wie steht heute um die Freiheit der Medien in der Türkei?” ji aliye Komela Rojnamevanên Alman
(Deutsche Journalisten Verband / BJV), Dibistana Rojnamegeriya Alman (Deutsche
Journalistenschule/DJS), Presseclub München û ARD hat li darxistin. Mevanên
panelê Timofey Neşîtov (Rojnamevanê beşa kulturî ya Süddeutsche Zeitung),
Ismail Kul (Rojnamê ya Zaman), Monika M. Kabay (editora berpirsiyar a Axel
Springer Verlag), Hakan Tanriverdi (blloger/xwendevanê dibistana Alman/DJS),
Ismail Ertuğ (endamê parlamena Ewrûpa ji partiya SPD ê) bûn. Edîtora Televizyona Bavyera/ARD rojnamevan Birgit Muth jî moderatoriya
panelê kir. Xatûn Muth pir salan li Istanbul ji bo ARD xeber daye, edîtorî kiriye.
Çapemeniya Tirkiyê di beşa sor de_Türkei im Rotenbereich der Pressefreiheit_Quelle_RFS |
Rojnamevana
Alman Muth panel vekir û got: “ Li gora Hezê Rojnamevanên be Sînor (Reporterssans Frontieres /RSF) di sala 2011an de nezikî 70 Rojnamevan hatin kuştin û
1044 Rojnamevan jî hatin bincavkirin. 959 Rojnamevanan jî bûn qurbana erîşan û
pirranên wan birîn bûn. Sansor û zordariya rejîm û diktatoran li ser çapemeniyê
û Rojnamevanan global berdewamkir û berdewamdikin. Di hundir vê salê jî de 21
Rojnamevan hatine kuştin û 161 Rojnamevan jî hatinin bincavkirin. Li gora
portala biserxwe ya Medya Bianet di girtengehên Tirkiyê de 104 Rojnamevan hene,
ji wanan 64 Rojnamevanên kurd in. Lê belê hukumeta AKP dibeje “wanan ne
rojnamevan in, ew teroristên” wan wekî terorîstan nîşan dikin.”
Xatun Muth
peyv da Rojnamevanê Rojnama Süddeutsche Zeitung Timofey Neşîtov. Neşîtov
got:”Li Tirkiyê esil hedefa rejîma tirk rojnamevanên kurd ê û mesela kurd e.
Eger kî li ser tiştên aktuell, yên mesela kurdan alaqadar dike binivîse, jib o
wan rejîm astengiya derdixe û li gora “kanûnên dijî terorîzme” be A û O tên
bincavkirin. Mesela rojnamevana Ajansa Dîcle Özlem derxist hole ku di
gurtingehek Tirkiyê de pirr zarokên kurd hene û tên işkencekirin. Li şûna
berpirsiyar û işkencecî bên bincavkirin, polesên tirk rojnamevana kurd ya 21
salî Özlem pincavkirin û savciyan got:” wana ne rojnamevanên , wana dixwazin
zerarê bidin tirkiyê.”
Rojnamevanê
Rojnameya nêzîkî AKPê Zaman ê Ismail Kul jî axivî û got:”raste mîrov qala 104
rojnamevanên hatinin bincavkirin dike, le belê gora bîr û baweriya min hukumet
rast dibeje ji wan 6 kes rojnamevanên, yên dine qatîlên polîsan ne-Ergenokcînê
û pirranê wan jî PKK cîne.” Rojnamevana Alman Muth rexne li Kul kir û got:” Ma
hûn jî rojnamevanê, hûn çawa ji hevalên xwera dibejin terrorist û Ergenekoncî?
Rojnamevanê Tirk Kul dengê xwe dernexist. Parlamenê SPD yê parlamena Ewrûpa Ismail
Ertuğ jî peyv girt û got:“Rejîma AKP ew 3-4 salên bi hezeran siyasetmedar û
rojnamevan xistiye girtingehan. Hukumet dixwaze rejîmekî îslamî avabike û kî li
ser rêya wê be pakdike.“ Li ser pirsek „ma Tirkiye ji bo endametiya Yekbûya
Ewrûpa amadê ye?“ Parlamenê SPD veniyo persiv da:“ Ez bawerdikim ku xort û
civanên Tirk bo endametiya Ewrûpa amadê ne û dixwazin bi zû tekeven. Lê belê
hukumeta AKP belkî tiştekî din difikire û ajanda wan ne endametî be, siyaseta
wan ya îro wan tiştan nîşanî me dikin."
Blloger û
xwendevanê dibistana Alman/DJS),Hakan Tanriverdi jî got :„Sansora ku tirkiyê li
Internetê dike dewleta Çînê nake. Tirkiye bi hezeran malperên Internetê sansor
kiriye û dike. Hemû portal û malperên Internetê ji aliye tirkiyê tên kontrol
kirin. Pirranên wan jî malpêrên bi kurdî ne û yên kurd in. Tehamulla hukumeta
tirk ji bo portalên kurdî tinê. Monika M. Kabay, editora berpirsiyar a Axel
Springer Verlag jî axivî û got: „tekilyên me bi pirr rojnamegerên tirk re hene
û em dixwazin li tirkiyê çapemenî hevkî azad bibe û demokrasî peş be biçê:“
Hinek
mevanan organîzatorên Panelê rexne kirin û gotin: “ di vê panelê de
rojnamevanêkî an jî siyasetmederekî kurd jî bihatiba dawetkirin vê pirr baştir
bûba.“
Di tevayiya
panelê de li gora Rojnamevana Alman û Edîtora ARD Birgit Muth ev encam derket:”
Li tirkiye ne çapemenî û ne rojnameger azadin. Bandora siyasetê û eskeran li
ser rojnamegerên tirk pir xurte û rojnamegerên tirk rojnamegeriya siyasî dikin.
Wekî RSF jî dibeje „cîhê Tirkiyê ji bo Azadiya Çapemeniyê di beşa sor de ye.”
Ji bo panelê
tenê berpirsiyar û edîtoren çapemeniyê û kesên multîplikator yên wekî ji beşa
siyasî, aborî û kulturî hatibûn dawetkirin.
Panel di
saet 19:00an de destpekir û - 21:00an de dawî bû.Organizatoran ji bo temaşevan
û mevanên xwe xwarin û wexwarin jî ikram kirin û sohbet li ser niga heta saet
12ê şevê domkir.
Rojnamevanên Alman: Li Tirkî çapemênî ne azade!