14. November 2013

Çawa Navê Amûdê Bû “Amûda Şewitî”?



Amûdê û sînemeya şewitî?

Navê Amûdê ji sala Toşê de bi şewatê derketibû. Di 1937ê de, Sûriya di bin sêwana Fransiyan de bû û balefirên xaçhilgiran Amûdê û gundên derdorê bi agir û bombeyên xwe şewitandibûn. Gava dapîra min behsa wê salê dikir, wê sînga xwe bi kulman dipelixand.

Lê di 1960ê de, Amûdê bi rastî bû xwediya navê xwe : Amûda şewitî. Di şeva 13yê çiriya paşîn de, agir bi sînemeya bajêr ket û ji dused ta sed zarok bûn çêreya mirina ziktêr û çavbirçî. Ew xunce bi salekê yan du salan ji min mezintir bûn û ji nişka ve, ew qurifîn û ji vê dinyaya şekir û mewîj û kulîçeyên cejnan û « Sibeha we bi xêr eyda we mibarek » bê pahr man.
Desthilatdarên sûrî şagirtên dibistanan bi zorê dişandin sînemayan û bi pereyên bilêtan pişgiriya şoreşa Eniya Rizgariya Cezayirê dijî Fransiyan dikir. Di sibeha wê malkambaxiyê de, ez li ser biskilêtê xwe yê sê çerxî siwar bûm û min berê xwe da sînemeya ku bi du çarçikan ji mala dapîa min dûr bû. Li ser riya koça dawîn, zarokan bi destên xwe yên piçûk imze û mohrên jiyana xwe ya qurmiçî li ser dîwarên bedbextiyê hiştibûn. Duman hê ji çend deran derdiket û, wek ruhên westiyayî, wê di temaşegeha bêyom de xwe li hev dipêçand. Sol, dest, nigên reşbûyî li ser axê belav bûn û dengê girî ji hemû taxên bajêr radipelikîn perrên asimanê bilind. Dê û bavan xwe davêtin ser zarokên xwe yên ku ji mirinê filitî bûn û ew li ser sînga xwe diguvaştin û diêşandin. Di hewşa mizgeftan de, termên ji komer û qîrê reştir raxistî bûn û dê û bavên wan dihatin ew bi saya berbejnekê, gerdeniyekê, gustîlkekê nas dikirin. Bîhna goştê şewitî bi bajêr ve bûbû benîşt, nema diçû û cenazeyan li pey hev wek pêlan deryaya şînê ber bi başûrî ve dikişiyan. Jinan por û kezî bi xwe ve nehiştibûn û bi naperûşkan rûçikên xwe di nav xwînê de hiştibûn. Mezinên bajêr û şêx û meleyan hewl didan da ku wan haş bikin. Wan digot, çi ye ne çi ye, zarok şehîd bûn û aniha wek çûkan di buhiştê de bi firîşteyan re difiriyan. Wan gotinan hinekî dayên kezebperitî haş dikirin lê êş dîsa ji nişka ve dipijiqî û wek pezê ku bê serjêkirin, orînî bi wan pepûkan diket. Mirin ji buhiştê û ji dinya din rastir bû, ji ayetên Qur’anê û sozên cîhaneka şad xurttir bû. Malek ji Amûdê nema û lawekî wê di wî agirê de neçû. Zarokên ku dê û bavên wan termên wan nas nekirin di gorekê mezin de hatin veşartin. Di çend rojan de, daristanek ji kêl û kevirên ber seriyan li başûrê goristana kevin bilind bû.
Amûdê xwe bi girî kuşt, lê ji ber lawekî xwe, ew şanaz û serbilind bû. Navê gelek qehremanên ku zarok rizgar kiribûn bilind bûn, lê navê Mihemedê Deqorî, bavê hevalê min Fehedî, bi ser hemûyan ket. Tîpên vî navî tev li yên mêrxasî û canfedayiyê bûn. Wê êvarê, li navenda bajêr, xortekê çeleng bihîst ku agir bi sînemeyê ketibû û lawê wî di nav de bû. Ew bi rê de bû gava Fehedî jê re got ku ew xelas bûbû û tiştek bi wî nehatibû. Wê êvarê, soza Mihemedê Deqorî bi dîroka Amûda şewitî re hebû. «Lawê min, hemû zarok û ciwanên Amûdê wek te zarokên min in.» Wî xwe li pêlên agir û dûmana dojehê xist, du zarok xistin bin çengên xwe û ew dûrî rivên agirê xurt û mirina çavbeloq avêtin derve. Cara duyem, wî bi çeplê sê zarokan girt û ew derxistin, lê qêrînan ji her aliyî perdeyên guhên wî qul dikirin û “Hawar apo! Hawar xaloooooo!”. Aya ew çend caran di navbera mirin û ne-mirinê de çû û hat? Gelo wî çend zarok spartin hembêza jînê û çend gulên amûdî ji das û navperûşkên mirina zikreş dûr xistin?
Qehremanê sînemeya Amûdê dixwest bibe hezar Mihemedên Deqorî û ji wan zimanên agirînî pirtir bibe. Wî dixwest ku hezar dest û zend jê re şîn bin da ku ew wan belengazan ji mirina misoger biparêze. Lê germa hundir hema gûrrtir û dijwartir dibû û dûmana bi tîn maxên ji hesin ên banê xanî nerm dikirin. Yek ji wan maxan bi dengekî ku ji kûrahiya malwêraniyê derdiket panzede bîst kesên bêguneh bi xwe re birin warê nebûnê û yek ji wan jî Mihemedê Deqorî bû. Di wê rojê de, Rustemê Zal, qehremanê herî navdar yê dastan û çîrokên kevnare ket bedena xortekê bejinzirav û lihvehatî ji Amûdê. Ew bû Mihemedê Deqorî, xortê sîh û du salî, xortê herî bi temenê xwe saldar di nav koça bigorên sînenemya Amûdê de.
Piraniya gelê Amûdê bawer nekir ku ew şewat qeda û qeder bû. Abdul Hemîd Al-Sarac fermanên xwe ji Jamal Abdul-Nasirê misrî digirtin û di tebaxa wê sala 1960ê de, wî hemû endamên serokatiya Partiya Demokrat ya Kurdistanê girtibûn. Ji bo muxaberatan, ango Mîtên Sûriyê, her kurdê ku diçû dibistanê û dizanîbû navê xwe binivîsanda dijminê erebperweriyê bû.
Li şûna sînemeya şewitî, bexçeyekê hûrik yê nazdar şîn hat. Bexçevan bêguman bavê lawekî yan çend lawan bû ku bûbûn çêreya agirê sînemayê. Wî bi şev û rojan xwe bi ser wê axa kezebperitî xwar dikir, tevir dida, jê hez dikir û bi xwîn û xwêdana xwe av dida. Ew li her aj û gulê wek li reşika çavên xwe miqate bû.
Piştî bêhtirî pêncî salî, mirina wan zarokan hê di hişê Amûdê de ye, lê ne Amûda şewîtî ha, Amûda rengîn, Amûda şêrîn, Amûda bêrîkirinê.
Têbînî: Ev gotar cara pêşîn di kovara çawdêrê de di 06 meha 08ê, sala 2012ê de bi zaravaya soranî û bi “wergerandina” Sîrwan Rehîmî belav bûye. (Fawaz Husên)
http://sinemaamude.com/?p=82
***
ebdilrehman-naza-emo
 
Ehmed Ebdilhadî
Mihemed Mesum Xelîl (1950)
Ednan Mecîd Ezîz
Mihemed Yasîn Bin Essed Elribat (1951, Şam)
Zuher Ebdilezîz Ebdilqadir Derwîş
Mehmûd Ismaîl Remo
Mihemed Saleh Mihemed Yûsiv (1950)
Ibrahîm Mihemed Yûsiv (1946)
Fehed Şêxmûs (1949)
He was Emîn Bengo (1953)
Ibrahîm Silêman Bengo
Ehmed Ferhan
Mihemed Elhac Mehmûd
Mihemed Salih Silêman
Ezîz Mihemed Emîn Reşwanî (1948)
Ibrahîm Emîn Reşwanî (1948)
Ibrahîm Hac Îsa (1949)
Mihemed Silêman Mercî (1948)
Nurî Mihemed Sebuhe (1947)
Mehî Mihemed Emîn Kalo (1946)
Xorşîd Mela Sîrac (1950, gora tevayî)
Emîn Selfîc Emîn
Hesen Hac Mihemed
Mihemed Saleh Şêxmûs Mihemed Kurdî
Ehmed Ebdilrehman Axa Deqorî
Ibrahîm Ebdilrehman Axa Deqorî
Mihemed Hac Ismaîl Hiso (1946, sinfa 5an)
Mihemed Seîd Axa Deqorî (1928)
Mihemed Reşad Mehmûd Beşar (1948)
Mihemed Xalid Bin Şêx Ebdilrezaq Elbancî
Nurî Hac Hisên (1950)
Mecmeldîn Ebdilkerîm Seyid Necim
Ehmed Mihemed Elî Hiso (1948)
Ibrahîm Temo Omer (1950)
Saleh Xelef
Xidir Şêxmûs Zeyf
Mihemed yûnis Zeyf
Tariq Şerîf Xelîl (1954)
Mihemed Saleh Xelîl (1947)
Mihemed Zekî Şêx Musa
Remedan Mihemed Elî
Ebdilselam Mihemed Saleh Elhac Elî Elkermî (1951)
Hisên Ehmed Elkermî
Ismaîl Şukrî Rezo (1948)
Mihemed Izedîn Elebasî
Ibrahîm Mihemed Elî
Ehmed Mela Newaf (1950)
Mehmûd Nezîr Axa (1950)
Memdûh Nezîr Axa (1948)
Sebrî Şukrî Elî
Elî Şêxmûs Celo
Şêxmûs Ibrahîm Berazî (1946)
Ebdilrezaq Bin Ebdilxelîl (1949)
Ebdilezîz Bin Ebdilxelîl (1946)
Derwîş Mecîd Debax
Umer Ebdilhelîm Debax
Zuhêr Ehmed Husên (1946)
Ebdilsemed Şêx Tewfîq Elhuseynî
Subhî Elî Mihemed
Umer Elî Mihemed Elo
Fêsel Mustefa Tauus
Elî Mela Sîrac mela Mihemed (1948)
Ebdo Hac Umer Tauus
Ebdoi Ehmed Tauus
Faris Seîd Hesen
Remedan Hesen (1946)
Subhî Ehmed Mihemed Remedan (1952)
Saleh Felemez
Umer Sofî Ferec
Mehmûd Hac Mistefa
Ehmed Hemo Helqa
Ebdilrezaq Ibrahîm Kermî
Hisên Mihemed Kermî
Ehmed Mihemed Kermî
Mihyeldîn Zekî Eljac Qasim
Izedîn Ebdilkerîm
Mihemed Hac Xelef (1947)
Mehmûd Hac Xelef (1952)
Mesûm Hac Ezîz (1945)
Mihemed Ebdilcelîl Mela Ibrahîm
Sîrac Umer Şêxmûs (1946)
Ebdilrehman Osman
Ebdilîlah Şêxmûs
Mehmûd Hac Silêman
Fuad Dawid Şêxmûs Hefskê
Fewzî Elî Şêxo
Celal Hesen Elumrî
Ebdilezîz mehmûd Elumrî (1948)
Ebdilqehar Mehmûd Emumrî (1946)
Ebdo Ehmed Mihê Silê
Şêxmûs Elhac Têlo
Merûf Silêman Ibrahîm
Yehya Elhac Mihemed
Cemîl Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed
Ibrahîm Mela Ebdilkerîm Mela Ehmed
Hisên Hac Mihemed

Berhevkirin: Dijwar Naso – Amûdê
Ev nav li ser hin gorên şehîdên sînema Amûdê di goristana Amûdê de hatine nivîsandin.
http://sinemaamude.com/?p=170
***

Çawa Navê Amûdê Bû “Amûda Şewitî”?

Helîm Yûsiv 
 
Wê êvara sar, ji wê zivistana sar, gava bavê min mîna birûskê kete derî û bi ser diya min de qîriya:
- Ew te çi dîsa li ser êgir ji bîr kiriye, keçê?
Min got qey wê aniha filmekî din ji filmên tirsê yên bavê min dest pê bike. Weke cara din, diya min kortik danîbûn ser agir û bi cîrana me re ketibû axavtinê. Bavê min î birçî wê rojê mal serobinoyî hev kiribû. Lê vê êvarê, diya min jî behetî ma bû û bi hev re ber bi tifika vemirî û papora xerabe de bazdan. Diya min ber bi min ve hat:
- Ev bêhna şewatê ji kû tê, lawo?
Bê yî ku ez bifikirim, min destê xwe ber bi aliyê ku ba jê tê, vekir û min got:
- Haa… ji wî alî tê.
Hîn pirsa diya min di devê wê de bû, gava cîranên me jî ketin derî û heman pirs dikirin. Hemûyan bi hev re bazdan ber bi aliyê ku ba jê dihat…
Bayê mirinê bû!
Li Amûdê, mala me dûrî navenda bajêr bû. Dema ku tevde çûn û ez tenê di nav wê reşayiyê de hiştim, her kesî xwe li cihê qerebalix û bêhnê girtibû û bazdida. Ji ber ku ez biçûk bûm, ne min wêrîbû ez derkevim, ne jî min wêrîbû serê xwe di derî re derxim nav tarîbûna wê çola reş, a ku mala me di nav de hatibû çandin. Wê kêlîkê min tirs nas kir.
Diranên min li hev diketin. Ez giriyam. Ez ji dengê xwe tirsiyam ku here kesekî, cin be, diz be, yan reşkê şevê bê min birevîne an bikuje. Mîna jojiyekî xwe qalik xîne, min xwe di quncikeke oda bavê xwe de xistibû bin mitêlê. Ji nişk ve, derî vebû û serê jineke çavzer û porgij kete hundir, pê re lingek jî. Piştre, seriyekî din û yekî din û yekî din..
Jineke cilreş, çavtirsiyayî û reqsok, rûqermiçî û sar bi her çar çavên xwe ez dixwarim. Dengê dilê min dihate guhê min. Min nema karîbû bikira hawar. Zimanê min di devê min de şikestî bû. Bêhneke seyr ji aliyê çepê yê sînga min dihat. Bavê min hate bîra min. Naxwe bêhna şewatê ji dilê min dihat û min berê wan da aliyê ku ba jê dihat. Ji cezayê ku bavê min dê bide min, ez tirsiyam. Lê gelo wê sax bigihên ser min? Gava min xwest ez dilê xwe vekim, çarde dest dirêjî devê min bûn û pê re heft serî. Lê berî ku bigihên min, fîzînî bi lingên wê ket û mîna bablîsokekê li hev geriya û bi xûşîniyeke lezok çû û cihê xwe da bêdengiyê. Tirsê bayê wê şevê sartir dikir. Pê re dûmaneke sar dihat, bêhneke sar, ezmanek sar, erdeke sar û berî hemî dilekî sar, tenê û qefilî. Wê êvarê heta bi mala me hatibû guhertin: xaniyekî cemidî, kelpîçên wî ji xemgîniyeke kor hatibûn çêkirin, xemgînî û koranî ji dêvla herrî û kayê ve. Beştên wî ji êşeke lal û pencere ji agirekî kerr, ku hawara ti Xwedayî ne dibihîst gava ku bi xezeb dil dişewitandin.
Wê şevê, dê û bavê min dereng vegeriyan mal. Hindik mabû rih ji min biçûya, gava ku diya min bi lez kete derî, ez di hembêza xwe de veşartim û giriya:
- Qey çi bûye, yadê?
- Na lawo, tiştek nebûye.
Ez hîn bi tirs bûm, ku bêje bêhna şewatê ji sînga min derkeve, lê diya min li diyayeke din bû:
- Naxwe hûn çima wilo dereng man? Û tu… ditirsî?
- Tirs? Na lawo, na! Tenê vê êvarê jineke xerîb, cilreş, porgij û heftserî hatibû Amûdê.

Peyvên diya min ez behetî hiştim. Naxwe her tişt li ser vê jinika ku ez qutifandim, dizane. Min jî da dû û min dîsa pirsî.
- Navê jinikê çi ye, yadê? Berî niha jî hatibû Amûdê û wê dîsa bê, yan na?
- Erê, lawo. Berî bîst û sê salan carake din hatibû vir. Ev cara diduyan bû. Xwedê me ji ya sisiyan bistirîne, lawo.

Gava min dît ku diya min naxwaze zêde bibêje, min xwest ez tenê navê wê nas bikim:
- Yadê, pirsa dawî. Navê wê jinikê çi bû?
- Navê wê “Şewatê” bû, lawo. Îro şewat hat navê xwe da Amûdê û çû.

Ji wê rojê heta îro, navê vî bajarê ku Xwedê ew ji zû de di nav konikê pîrêpîrê de ji bîr kiriye, maye “Amûda Şewitî”. Ramanên min ên tevlihev ez mîna qazî mazî teqlomeqlo dikirim. Naxwe ev agirê kevn ê di sîngê de vêketî, ku rojê deh caran vî dilî dişewitîne, mirov dikare çi navî lê bike, gelo? Hîn pirsa min li ser zimanê min bû, piştî çil û yek salan careke din pêjna wê jinika çavzer, porgij, cilreş, rûqermiçî û heftserî dihat. Min çavên xwe li dora xwe gerandin.. Ne bav, ne dê, ne xwişk, ne heval, ne dost, ne kes û ne kûs. Tenê ez û ew jinika rûqermiçî, porgij, heftserî û qerase.
Dinya reş û vala bû… Me li çavên hev dinerî…

Berlîn, 12.11.2001

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...