12. Juli 2011

Dêrsim hat ser dikên Munchenê


Munchen: Komkujiya Dêrsimê hat ser dikên Munchenê. Şanoya ku berxwedan û komakujiya Dersimê tîne ser dikê ji aliyê koma şanoyê Canlar Tiyatrosu li Munchenê berî dû hefteyan hat pêşkêş kirin. Şano bi gotinên Seyîd Riza ku di dadgehê de ji rayedarên tirk re gotibû, “Ez nikaribûm bi derew û leyîstikên we re têbikoşîm, ev ji min re bû derd, lê min jî li ber we stûyê xwe xar nekir, bila ev jî ji we re bibe derd” dest pê kir.
Leyîstik di salona Anton-Fingerle-Bildungszentum de ji aliyê 500 kesan ve hat temaşekirin û temaşevanan di dawiya leystikê de ji bo koma şanoyê bi deqeyan li çepikan xistin. Serokê Saredariya Mezin a Munchenê Christian Ude (SPD) axaftina destpêkê kir û got “Wek Almanya kir, divê Tirkiye jî bi bi tewanbariyên xwe re rûbirû bê. Ev sucek mirovahiyê ye.”

Piştî Ude, Serokê Komeleya Dêrsimiyan a li Munchenê Mehmet Imsak axivî û got, komkujiya Dêrsimê bi mebesta tunekirina Kurdan ji aliyê dagirkeran ve bi pilan hatiye kirin.

Leyîstika ku ji du beşan pêk tê du saet dom dike û di navberê de wêne û dîmenên komkujiyê bi rêya sinevizyonê hatin pêşkêşkirin. Nivîskarê wê Serdar Dogan û derhêner jî Cengiz Sezgin e. Leyistikvan jî ev in: Halil Esen, Melih Yetkin, Habip Hacimustafaoglu, Mahmut Çatak ve Saffet Yurukel./Wêne û nûçe:Reşad Özkan/ http://www.rudaw.net/

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...