Direkt zum Hauptbereich

Posts

Es werden Posts vom Februar, 2012 angezeigt.

Almanya 4 Kurdên ji Sûriyê dersînor kir

Munchen (Rûdaw) -Wezareta Derve ya Almanya ji hevwelatiyên xwe haydar dike ku neçin Sûriyê ji ber ku li wir ewlekarî tune, metirsî û şerê navxe heye. Li aliyê din jî Almanya penaberên ku ji Sûriyê hatine, dersînor dike û wan dişîne mirine.

Wezareta Navxwe ya Almanya hefta borî 4 penaberên kurd, du zilam û du jin, dersînor kirin. Polîsên Alman herdu jinên kurd yên temenên wan 23 û 24 in roja çarşema dorî û herdu birayên 31 û 33 salî jî roja pençşemê bi firokeyek Lufthansayê şandin Macaristanê. Ev 4 penaberên kurd di payîza borî de ji Hesekî reviyabûn û li Macarîstanê îltica kiribûn. Dema ew guman dikin ku wê Macarîstan wan dîsa bişîne Sûriyê, direvin û tên Almanyayê. Polîs roja 2yê Çileyê dema ew derbasî Almanya dibin wan binçav dike û 4 Kurd di girtîgeha Stadelheimê ya li Munchenê de doza îlticayê dikin. Dadgeha Munchenê jî pêncşêma borî li gor peymana Dublin-II yê biryara dersînorkirina wan dide û wan şandin Budapeşteyê.

Di dema dersînorkirina 4 penaberan de li Firokexaneya Munchenê …

Siyasetmedarê kurd Kardo Mihemed: İraq êdî nikare erîşî Kurdistanê bike

Munchen (Rûdaw) - Siyasetmedarê kurd û Serokê Fraksyona Goran li Parlementoya Herema Kurdistanê, Kardo Mihemed, heftiya borî ji bo serdanekê li Almyanyê bû û li Komela Kurdan a li Munchenê tevlî civînekê bû û Kurdên wî bajarî derbarê rewşa li Başûrê Kurdistanê agahdar kir.

Kardo Mihemed îna borî (27.01.2012) tevlî civînekê Kurdên Munchenê bû û piştî civînê ji rojnamêya Rûdawê re ragehand ku dewleta Îraqê êdî nikare erîşî Kurdistanê bike û wiha berdewam kir: “Em welatekî azad in û pêwîstiya civaka kurd bi çaksaziyên rastîn heye û divê hemû partiyên di parlemenê de bi hevre pirsgerekên heremê çareser bikin.”

Kardo Mihemed bal kişand ser rewşa li Başûrê Kurdistanê û rexne li Hikûmeta Herêmê kirin: “Bi bîr û baweriya partiya Goran ev hikûmetên ku di bin kontrola PDK û YNKê de ne, nikarin pirsgirêkên niha li Herêma Kurdistanê çareser bikin û divê hemû yasayên di parlemena heremê de tên qebul kirin, ne li ser kaxizan bimînin. Pêwîstiya gelê kurd bi çaksaziyên rastîn yên siyasî, aborî û civ…