Direkt zum Hauptbereich

Posts

Es werden Posts vom Januar, 2013 angezeigt.

Sakîne Cansiz li parîsê hat kuştin

Kurd li benda bicîhkirina sozên Monsieur Valls in! Li paytexta Fransa, Parîsê 3 siyasetmedarên kurd, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez li Parîsê hatin kuştin.  
Reportaj
Reşad Ozkan/Parîs (Rûdaw) – Li paytexta Fransa, Parîsê 3 siyasetmedarên kurd, yekem jina zindî ji damezrênerên PKKê Sakîne Cansiz (54), nûnera KNKê ya Parîsê Fîdan Dogan (32) û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez (25) li Parîsê êvara 9ê Çileyê hatin kuştin. Hevalên wan di saet 1ê şevê de bi kuştina wan hesiyan û polîs agahdar kirin. Ji ew roj heta 15ê Çileyê ku cenazeyên wan rêkirin Amedê, 6 roj li dû hev Kurdan li kolanên Parîsê gazî kirin: Celui qui cache i`assassin, est lui même i`assassin (Yê ku kujer veşêre ew bi xwe xwînrêj e.)

Navenda Enformasyon a Kurdistanê nêzîka Gare du Nord, li ser kolana Rue la Fayette, di nimareya 147 de ye. Li heman kolanê Enstîtûya Parîsê ya Kurd jî heye, di nimareya 106 de. Deriyê avahiyê nêzikî 3 metre bilind e û 2 metre jî fireh e, buro di qata y…

Keça kurd Yasemîn li bavê xwe digere

Hesreta 30 salan / Reportaj

Munchen (Rûdaw) - Biyaniyên li Almanyayê dijîn û kar dikin edî perçeyekî civakê ne. Zarokên wan li vir ji dayik dibin, li vir diçin dibistanan, zimanê almanî ji zimanê zikmakî baştir hîn dibin û dipeyvin û li vir mezin dibin. Di sala 2011ê de li Almanyayê 662 hezar û 685 zarok ji dayik bûne, ji wan 72 hezar û 483 ji dêbavên ji neteweyên cuda ne. Yanî ji her 9 zarokên nû jidayikbûyî, yek ji wan an dayik an bavê wan kokbiyanî ne û bi fermî wekî Alman tên naskirin û di malbatên pirrkulturî de mezin dibin.

Keça kurd Yasemîn Nacmî jî yek ji wan zarokan e. Bav û dayika keça kurd jî 30 salan berê li hevdu nakin û di roja 27ê Nîsana sala 1982yê de hevdu berdidin. Temenê Yasemînê we demê 2-3 sal in. 5-6 meh di ser hevduberdana dêbavên Yasemînê derbas nabe, bavê wê ji holê winda dibe. Yasemîn dibeje “erdê zikê xwe vekir û bavê min xwar.” JI wê rojê ve Yasemîn hesreta bêbaviyê dikişîne.
30 sal in bavê xwe nedîtiye

Yasemîn keçeke kurd e. Temenê wê 32 ye. Di 8ê nîsana 19…

Penaberê kurd Ilhamî Han tê dersînorkirin

Dadgehê biryara dawî da

Munchen (Rûdaw) - Di dawiya meha borî de eyaleta Bayernê xwestibû penaber û kevnegerîllayê kurd Îlhamî Han dersînor bike, le parêzerê wî Hubert Heinhold di saeten dawî de dersînorkirina wî bi îtirazekê rawestandibû. Di vê navbenê de Han mecbûr dima ku her serê çar heftiyan destûra xwe ya mayinê dirêj bike. Di 15ê Cotmehê 2012ê de dadgeha îtirazê biryara xwe ya dawî da û got ji ber ku “Ilhamî Han aktîvîstê PKKê ye, divê ew Almanyayê terk bike“. Di mehên borî de li meydanan û li ser înternetê gellek çalakî bo dersînornekirina Îlhamî Han hatin lidarxistin, heta ji Wezîra Edaletê Sabine Leutheusser-Schnarrenberger re jî bo dersînornekirina Han name hatin şandin. Leutheusser-Schnarrenberger, ku bi xwe ji bajarê Munchenê ye, bersiva nameyan jî da û got: “Ez nikarim mudaxeleyî biryar û karên dadgehê û dozgeran bikim.”


Li gora rêxistinên mafên mîrovan û parezêrê Îlhamî Han, “li Tirkiyeyê îşkence û girtîgeh li benda wî ne.“ Ev heft sal in ku Han li Almanyayê dijî û civak…