Direkt zum Hauptbereich

Posts

Es werden Posts vom Januar, 2014 angezeigt.

Dr. Udo Steinbach: "Tenê Rûsya dizane li Sûrî çi dixwaze "

Esed wê hê çiqasî li ser hikûm bimîne?



Hewlêr (Rûdaw) - Li gor pisporê Rojhilata Navîn Prof. Dr. Udo Steinbach, Rûsya dixwaze li herêmê bihêztir bibe û ji ber vê çandê Kurdan jî li Sûriyê dide pêş. Herwiha ew di wê baweriyê de ye ku Beşar Esed jî kartên di destê xwe de baş bikartîne. Derbarê Başûrê Kurdistanê de jî ew dibêje ku ger serokê Herêma Kurdistanê Mesud Barzanî gavên ber bi serxwebûna Kurdistanê ve bavêje, wê hikûmdariya xwe winda bike. Prof. Dr. Udo Steinbach ku bi gellek pirtûkên xwe yên derbarê siyaseta Rojhilata Navîn tê nasîn, ji sala 2012ê ve li Berlînê serkarê Zanîngeha “Governance Center Middle East/North Africa an der HUMBOLDT-VIADRINA School of Governance “ e. 
Esed wê hê çiqasî li ser hikûm bimîne?
Ez çareseriyeke li ser bingeha hêzên niha heyî nabînim. Rewş wisa xuya dike ku guhertin pêk neyên, Esed wê zû yan jî dereng hikmê xwe berhev bike û kontrola hemû axa Sûrî bike di bin destê xwe de.

Îran û Rûsya çi rolê dilîzin?
Îran û Rûsya hêjî bi siyasî, leşkerî, ç…

Peyamnêrê Rûdawê yê Qamişlo Pêşewa Behlewî serbest hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Pêşewa Behlewî ku duh ji aliyê hêzên asayişa niştimanî ya hikûmeta Sûriyê ve hatibû girtin, îro (14.01.2014) derdora demjimêr 21:30 serbes hat berdan.

Pêşewa Behlewî, piştî berdanê beşdarî bultena Koroj a Rûdaw TV bû û got ku ti êşkence lê nehatiye kirin di zindanê de tenê givaşa derûnî hebû.

Herwiha Pêşewa da zanîn ku ew kirbûn zinadnekê ku ji 28 kesan pêk hatibû û piraniya wan xort bûn û ji hemû pêkhateyan hebûn, herwiha aşkere jî kir ku Sekreterê Giştî yê Rêxitina Asûrî li Sûriyê Gebriyêl Goriye Muşê jî di nav girtiyan de bû.
Ji ber sedema girtinê jî, peyamnêrê Rûdawê li Qamişlo ragihand ku wan bi hêceta wernegirtina moleta karê ragihandinê ew girtibûn.

Peyamnêrê Rûdawê Pêşewa Behlewî duh (13.01.2014) li taxa Kornîşê ya bajarê Qamişlo, dema mijûlî amadekirina raportekê bû li ser merasîma cejna jidayikbûna pêxember,  otombêleke Asayişa Niştimanî ya Sûriyê nêzîkî Pêşewa bibû û kamera û pêdiv…