16. September 2011

Parêzgerê Andrea Wolf dozê dibe dadgeha navnetewî!

Parezgera Andrea Wolf (Ronahî) ji Rûdawê re got: Em ê ji ber gora bikom ya li Çatakê ser bi Wanê tewanbariya Tirkiyê bibin Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropa
Parezgera Andrea Wolf (Ronahî) Angelika Lex û  Abdulkadir Înalkaç (kurdekî ji Wanê ye û apê wî jî heman roj hatiye kuştin) Wêne: Reşad Ozkan/Rûdaw
Munchen: Li bajarê Munchenê roja 2-ê îlonê li ser gorekî komî ya ku li devera Şaxa ser bi Wanê htibû vekirin, ji aliye Komisyona Vekolîn ya Navnetewî a Serbixwe (IUK) û IHD ya Wanê ve konferansêk çapemeniyê hat li dar xistin.

Di konferansa çapemeniyê ya ku li Buroya Partiya Kesk/Sendligerstr de hat li dar xistin de perêzgera IUK ya Andrea Wolf, Angelika Lex, Serokê Fraksiyona Partiya Kesk ya di Meclisa Șaredariya Munchenê de Sigfried Benker, endamê parlamena Tirkiyeyê Ertugrul Kurkçu (BDP), Sekreterê IHDê li bajarê Wanê Sami Gorendag û Abdulkadir Înalkaç (kurdekî ji Wanê ye û apê wî jî heman roj hatiye kuştin), beşdarbûn. Moderatoriya konferensê jî rojnamevanê bi navê Michael Backmund kir.

Roja 23ê Cotmehê, sala 1998ê de 41 gerillayên PKKê ku di naca wan de gerilayek jin ya bi eslê xwe Alman Andrea Wolf jî hebû, (wê demê 33 salî bû û nasnavê wê di nav PKKê de “Ronahî” bû) ji aliye arteşa tirk ve hatibûn kuştin. Andrea Wolf di dawiya sala 1996ê de tevlî gerilla bûbû. Li gor axaftinên cerdevanekî ku naxwaze navê xwe eşkere bike Andrea Wolf berê hatiye girtin û subayekî tirk pir bi hêrs gopalekî ji dêstê cerdevanekî kal girtiye û bi wî gopalî pirî caran li serê Andrea Wolf xistiye, heta ku serê we pelixiye û ew bi wê işkenceyê hatiye kuştın.

Di civîna çapemeniyê sekreterê IHDê li Wanê Samî Gundogan axaftinên wî cerdevanî bi bîr xist û got ku cerdevan wiha dom kiriye: “Di navbera leşkeran û geriliyan de şer derket. Şer pir dirêj domkir. Piranê geriliyan xwe di şikeftek de veşartin. Leşkerên tirkan jî bi helikopteran ew şikeft bombebaran kirin. Andrea Wolf û yek du gerîllayên din ji şikeftê dinê derketin û leşkeran ew girtin û kuştin. Şikeft jî li ser gerîllayên din xerabû û hemû di wir de jiyana xwe ji dest dan.“ Gundogan ji devê ew cerdevanî ragihand ku subayê tirk ku dibe navê wî Sabrî be, ji Andrea re cîr û gotinên tûnd gotiye wek, “Tu kafir î, tu oruspî yî, tu Alman î, tu terorist î.“

Sekreterê IHDê yê Wanê Samî Gorendağ axaftina xwe wiha domand: “Ez bi xwe çûm, min ew gora komî bi çavên xwe dît. Li dinyayê tiştekî wiha xerab nehatiye serê ti kesekî. Ji bo ku ewrên tarî li ser vê komkujiyê bên zelalkirin em ê tekoşîna xwe û karê xwe yê dadî li diji hemû astengiyan berdam bikin.“ Abdulkadir Înalkaç jî ku bi komisyonê re kardike û li kêleka parêzgera Wolf rûnişti bû, got, “Di vê komkujiyê de xizmekî min jî heye. Li Kurdistanê şerekî pir kîrej û gemar ji aliyê dewleta Tirk ve tê domkirin. Em weke malbatek Kurd adaletê dixwazin.“

Hevalên Andrea Wolf ûgelek hêzen mafên mîrovan yên din li Almanya bi navê “Komisyona Vekolînê ya Navnetewî ya Serbixwe (IUK) /Internationale Unabhängige Kommision“ komisyonek sazkirine. Komisyon dixwaze di 15 îlonê de ji bo vekirina gora komî destûr hji rayedarên tirkî bigire û here Şaxê û bi dest vekolînên xwe bikin. Di 14ê îlonê de jî wê endamên komîsyonê li Stanbolê bo çapemeniyê konferenseke li dar bixe.

Parêzgera IUK û ya dayika Andrea Wolf, Angelika Lex ji Rûdawe re ragehand “Ev 13 sal in li ser bûyerê derbas bûn, lê mixabin hêjî termê Andrea nehatiye dîtin. Ne hikûmeta Tirk, ne jî dewleta Alman heta niha vê komkujiyê qebul nakin. Jixwe hikûmeta Alman heta niha ti eleqeyek bo bûyerê nîşan nedaye. Em ê dev jî vê neheqiyê bernedin û vê tewanbariya arteşa Tirkiyeyê bibin heta dadgeha bilinda ya navnetewî. Ev komkujî li dijî peymana Cenevrê ye.“
10/09/2011 Reşad Ozkan/Munchen
www.rudaw.net

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...