29. März 2012

Keca Kurd Aya ji ber teşhîsa şaş dinale

Bavê Ayayê gazî dike:
“Ez naxwazim zarokeke xwe ya din jî winda bikim.”


Keca Kurd Aya ji ber teşhîsa şaş dinale
Aya 2 sal û se mehî ye. Keçikek xweşik û çavreş e. Ew ji ber teşhîsa şaş ya pizîşkan li Kurdistanê şaş hatiye tedawîkirin û ji ber nexweşiyên xwe dinale. Bi alîkariya Komeleya Kulturî ya Kurdî li Munchenê Aya niha ji bo tedawîkirinê li Almanyayê ye. Van rojan pizîşkên alman biryar dan ku pêwîst e Aya bê emeliyat kirin. Lê malbat bê mecal e û pere ji bo emeliyatkirina Ayaya biçûk tune.
Reşad Ozkan/Munchen
Aya Sehed Abdulla ji dema jidayîkbûna xwe ve nexeşe. Destpêkê malbata wê ew birin cem pizîşkên bajarê Zaxoyê, lê pizîşkên Kurd ti çarek jê re nedîtin. Bavê Ayayê, Saaed Abdulla Alî, dibeje ”Ji Zaxo heta Hewlerê, me li ti derê doktor neheştin ku Aya nebir cem wan. Doktoran di serî de teşhîs kirin û gotin ‘Aya ji mejiyê xwe ve nexweş e, felca mejî lê daye’ û ev 2 sal in ku Aya ji ber nexwşiya mejî tê dermankirin, heban digre, derziyan le dixin.“ Pizîşkên Kurdistanê malbata Ayayê bêhêvî kirin û ji wan re diyar kirin ku tedawîkirina Ayayê zor e. Le weke ku xuya dike, Aya ne ji mejiyê xwe ve nexweş e. Pizîşka “Kinderklinik Dritter Orden“ li bajarê Munchenê, xanim Dr. Med Martina Baethmann dibeje, “li gora tahlîlên me, Aya ji dil û gurçikên xwe nexweş e û pêwîst e ku ji dil û gurçikan bê emeliyatkirin. Ev tê wê wateyê ku pizîşkên kurd teşhîsek çevt bo nexweşiya Ayayê kirine û di encamê de bi awayekî şaş hatiye tedawîkirin.
Bo tedawiya Ayayê pereyekî zêdeyî qeweta malbatê pêwist e
Malbata Ayayê çi mal û milken wan hebûn ji bo mesrefa nexweşiya wê xerç kirine. Bavê Ayayê dibêje “me rojekê ji aliyê cîran û xizman ve bihîst ku komeleyek Kurdan li Almanyayê du-se zarokên nexweş bo dermankirine biriye Almanyayê, arîkarî bi wan re kiriye.“ Bavê Ayayê Saaed Abdulla li komeleyê digere û pêwendiyê bi Serokê Komeleya Kultûrî ya Kurdî li Munchenê (KKV) Faxir Sindî çêdike û bo Ayayê daxwaza alîkariyê dike. Faxer Sindî: “Dêbavên Ayayê ji bo tedawiya Ayayê hêviya xwe ji doktor û nexweşxaneyên Kurdistanê qut kirine û bi şev û roj bo başbûna wê dua dikirin. Rewşa wan a aborî pirr nebaş e. Pirr pere ji cîran û xizman deyn kiribûn. Pirr deyndar bûne. Wekî bo zarokên din me arîkarî kiribû, ji bo tedawiya Ayayê jî min soza arîkariyê da wan.“ Li gor agahiyên ji Faxir Sindî, heta niha ji bo anîna Ayayê ji Kurdistanê û bicîhkirina wê li nexweşxaneyê derdorê 10 hezar Euro mesref bûye.
Serokê KKV Sindî bo arîkariyê di serî de bi doktorên nexweşxaneya “Kinderklinik Dritter Orden“ li bajarê Munchenê re hevdîtina pêk anîn. Sindî di salên borî de jî sê zarokên Kurd bo dermankirine li ser navê komeleyê anîbûn Munchenê. Mesrefên tedawiya zarokan para zêde klînîkê girtibûn ser xwe. Sindî dibeje: “Ez bi xwe çûm Hewlerê û min ji bo Aya û bavê wê ji konsolxaneya Almanyayê vîze wergirt. Diya wê jî pirr dixwest bi keça xwe re bê Almanyayê, le belê ji ber zaroka xwe ya biçûk nikarîbû bê. Aya û bavê xwe divê ji firokexaneya Hewlêrê bihatana Almanyayê, lê ji ber ku dereng gihiştin firokexaneyê, ew negihiştin firokeya xwe. Dûre Aya û bavê xwe bi taksiyekê ji Zaxoyê diçin bajarê Amedê û ji vir bi firokeyê difirin Stembolê û dîsa bi firokeyê ji wir tên bajarê Dusseldorfê. Ji vir jî êdî xwe gihandin Munchenê.“
Zarokekî xwe yê sê mehî jî winda kirin


Bavê Ayayê Saaed Abdulla gazî dike: “Ez naxwazim zarokeke xwe ya din jî winda bikim.”
Di nexweşxaneya “Kinderklinik Dritter Orden“ li bajarê Munchenê de nezikî 700 hevkar, hemşîre û doktor kar dikin, pirraniya mesrefên wan ji alîkariya kesên xêrxwaz tên finansekirin. Hemşîreya ku bo li Ayayê dinere, xanim Anna Maria (navê wê hatiye guhertin) ji Ayayê pirr hez dike û hertim çav û guhên wê li ser Ayayê ne. Aya giredayî serûmê ye, av û xwarina wê xaltîka wê, hevjîna Faxer Sindî, li malê çêdike û dibe nexweşxaneyê. Bavê Ayayê, Saaed Abdulla, dibeje: “Ne ez û ne jî keça min me ji xwarina nexweşxaneyê hez nekiriye, xwarina xweş jî çêdikin le belê dile me naçe xwarina wê.“ Saaed Abdulla li Kurdistanê ligel birayê xwe yê mezin di dikana wî de wekî firoşvanekî kar dike û şêrîniyan difiroşin. Saaed dibeje: “Pereyê ku ez qezenc dikim ne têrî mala min, ne jî têrî tedawiya keça min dikin.“
Saaed Abdulla gellekî ji rewşa keça xwe ya biçûk bi guman e û dibeje: “Aya pirr û pirr bêriya dayika xwe dike û carnan dema ku mirov xwe nezikî wê dikin diqîre.“ Saaed Abdulla her roj bi telefona destan telefonî hevjîna xwe dike: “Hevjîna min, dayîka Ayayê, pirr meraqa me dike û bo Ayayê şev û roj xewa wê nayê. Dayîka Ayayê her saetan dixwaze rewşa keça xwe bibhîse. Xizm û cîranên me ji pirr meraqa me dikin.“
Bavê Saaed Abdulla, Abdulla Alî, di sala 1985ê de di girtîgeha bajarê Mûsilê de tevlî hevalên xwe ji aliye rejîma Saddam ve hatine kuştin. Abdulla Alî endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bû û kare siyasî li bajêr dikir.
Niha sê zarokên Saaed Abdulla û hevjîna wî hene. Lawikekî wan dema ku 3 mehî bûye nexweş ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Saaed Abdulla yê bavê sê keçan bi çavên tije hestir dibeje: “Ez naxwazim zarokeke xwe ya din jî winda bikim.”
30 hezar Euro ji bo emeliyatê pêwîst in
Hemşîreya ku bo li Ayayê dinere, xanim Anna Maria (navê wê hatiye guhertin)
ji Ayayê pirr hez dike û hertim çav û guhên wê li ser Ayayê ne
Ji bo ku Ayaya du salî bikaribe bê emeliyatkirin, derdorê 30 hezar Euro pêwîst in. Ji bo komkirina van pereyan Komela Kurdan û “Kinderklinik Dritter Orden“ banga alîkariyê li xêrxwazan dikin û ji bo vê yekê klînîka Munchenê kontoyek vekiriye. Kesên ku bixwazin alîkariya Ayayê bikin, dikarin bi rêya hesabê jêr alîkariya Ayayê û malbata wê bikin:

Bo alîkariya Ayayê:
Spenden für Aya Saaed
Prinzessin Rupprecht Verein für Kranke Kinder e.V.
Kto.: 64 60 23 44 07
Hypo-Vereinsbank
BLZ: 700 20 270
Tevaya hevpeyvînê di hejmara nû (140) yaRûdawê (Çapa Ewrûpa) de bixwîn. Hejmara nû ji roja pêncşemê, 29.03.2012, ve li rojnamefiroşan e

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...