Direkt zum Hauptbereich

Posts

Es werden Posts vom 2012 angezeigt.

Expertentagung in München zum Thema „Die neue türkische Außenpolitik“

Die Kurdenfrage ist nach kurdischer politikwissenschaftlerin Dr. Gülistan Gürbey weiterhin von zentraler Bedeutung für die Türkei, sowohl innen- als auch außenpolitisch und oberstes Ziel der Türkei bleibt es, einen kurdischen Staat zu verhindern.

 Am 19. März 2012 fand in München auf Einladung der Hanns-Seidel-Stiftung eine Expertentagung über die neue türkische Außenpolitik statt, die geprägt ist von Ahmet Davutoglus „Konzept der strategischen Tiefe“, dessen Ziel es ist, der Türkei eine zentrale außenpolitische Rolle in der Region zuzuweisen und dabei das islamische Element deutlicher als früher zu gewichten.

Referenten der Tagung waren die kurdische politikwissenschaftlerin Dr. Gülistan Gürbey von der Freien Universität Berlin; der Theologe und Psychotherapeut Gottfried Hutter (München); Thomas Silberhorn, MdB und Außen-, Europa- und Sicherheitspolitischer Sprecher der CSU-Landesgruppe im Deutschen Bundestag; Dr. Günter Seufert, Stiftung Wissenschaft und Politik, Berlin; Professor D…

Dr. Gülistan Gürbey: "Eine politische Verregelung muss die PKK mit einbeziehen"

Interview mit kurdischer Wissenschaftlerin Dr. Gülistan Gürbey , pirivat Dozentin an der Freien Universität Berlin Otto-Suhr-Institut für Politikwissenschaft.
Am 19. März 2012 fand in München auf Einladung der Hanns-Seidel-Stiftung eine Expertentagung über die neue türkische Außenpolitik statt, die geprägt ist von Ahmet Davutoglus „Konzept der strategischen Tiefe“, dessen Ziel es ist, der Türkei eine zentrale außenpolitische Rolle in der Region zuzuweisen und dabei das islamische Element deutlicher als früher zu gewichten.

Unter den Referenten der Tagung war auchdie kurdische politikwissenschaftlerin Dr. Gülistan Gürbey von der Freien Universität BerlinOtto-Suhr-Institut für Politikwissenschaft. Unser Korrespondent Reşad Ozkan sprach mit Ihr über die aktuelle Stiuation der kurdischen National-Bewegung Sehen Sie als Politikwissenschaftlerin reale Lösungsoptionen für die Kurdenfrage in der Türkei?

Gülistan Gürbey: Es gibt nur einen einzigen Weg, den Konflikt zu lösen. Der Weg führt über pol…

Almanya penaberê kurd Îlhamî Han dersînor dike

Mafê mayînê bi pere didinê
Almanya kevnegerîllayekî kurd dersînor dike.
Bo du deqeyan 50 Euro ceza / Tendirustiya wî xirab e
Ev heft sal in Han li Almanya dijî. Civaka Almanî nas dike û fêrî zimanê almanî jî bûye. Lê iha Dadgeha Îdarî biryara dersînorkirina Han dide û jê re dibêje, “rewşa Kurdan her diçe baş dibe. Êdî dewleta Tirk endamên PKKê yên ku tewanên wan tinebin, binçav û îşkence nake. Li gor yasaya poşmaniyê bo dersînorkirina penaberên Kurd li Tirkiyeyê metirsî nine û tendirustiya wî jî bo dersînorkirinê nabe asteng.”
Reşad Ozkan/München (Rûdaw) - Li gor biryarek Dadgeha Îdarî ya Eyaleta Bavyera ya divê penaberê Kurd kevngerîllayê PKKê Îlhamî Han di dawiya Hezîranê de Almanyayê terk bike. Dadgehê mafê serîlêdana li dadgeha îmtiyazê jî ji holê rakiriye. Parezgerê Han, Hubert Heinhold jî hewl dide ku mafê temyîze bigrin û bikaribe mafê mayîna Han bistîne.

Xortê Kurd Îlhamî Han di 17 saliya xwe de, di sala 1997ê de li Mûşê tevlî hezên gerîllayên PKKê dibe. Han heta zivistana 1998ê…

Haydar Isik: "Dewleta Tirk xwestiye li Dêrsimê nîjada Kurd biqelîne, ji holê rake"

Kurdên Dersimê li dad û mafên xwe digerin 5. Konferansa Dêrsimê wê li Parlemena Ewropayê bê lidarxistin Reşad Ozkan/Munchen (Rûdaw) - Roja 7ê Hezîranê li Brûksele li avahiya Parlemena Ewropayê 5.konferansa derbarê komkujiya Dêrsimê ya salên 1937-38 tê lidarxistin. Organizasyona konferansê cend komele û înisiyatîfên Dêrsimê dikin û Grûba Çep û Keskan yên li Parlemena Ewropayê jî piştgirî didin. Li gor agahiyên ku Serokê Komela Dêrsimê ya Civaka bo Nûavakirinê (Gesellschaft für Wiederaufbau e.V.) Haydar Işik dane Rûdawê, konferans di bin slogana “Dêrsim: ji 1935-1938 heta îro – Rola Huqûqa Navnetewî û ya Komara Tirkiyeyêˮ tê lidarxistin. Işik got, “Huqûqnas, rojnamevan, nivîskar, dîroknas, endamên parlamena Ewropa û Tirkiyeyê, şahîdên wê demê, xizmên kuştiyên komkujiyê û çendîn siyasetmedar wê beşdarî konferansê bibin û biaxivin.ˮ

Serokê Komela Dêrsimê ya Civaka bo Nûavakirinê Haydar Işik bi bîr xist ku di navbera salên 1937 û 1939ê de li herêma Dêrsimê hêzên dewleta Tirk li dijî Kurdan…

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr: “Em federalîzmê dixwazin û naxwazin ji dewleta Tirk biqetin”

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr:
'Divê PKK çekên xwe ji dest berde. Leşkerên Tirk jî divê xwe ji operasyonan bikşînin
Em amade ne Burkay bibe serokê HAK-PARêMakezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst eDewletek federal û du neteweMe bi taqwtîkî pistgirî da BDPê  Em federalîzmê dixwazin û naxwazin ji dewleta Tirk biqetin'Reşad Ozkan/Munchen (Rûdaw) - Cîhgire serokê HAK-PARê Fehmi Demîr dawiya hefta borî li bajarê Munchenê bû. Siyasetmedarê HAK-PARê Demir ji aliyê komeleya Komkarê ji bo semînera bi navê, “Karên ji bo Makezagonaa Nû û Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê” bide, hatibî dawetkirin. Fehmî Demir di axaftina xwe de diyar kir ku ew weke HAK-PARê federalîzmê dixwazin û got, “Federalîzm di programa me de jî cîh digre. Xweserî jî baş e, le belê em serxwebûnê naxwazin û îro di konjonktura herêmî û ya dinyayê de jî ne tiştekî realist e, tiştekî xeyalî ye.”

“Makezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst eˮ

Demir bibîr xist ku PKKê berê serxwebûn û yekitiya herçar perçên Kurdistanê dixwe…

‘Keçikên Wenda yên Dersimêʼ

Dîmenên ‘Keçikên Wenda yên Dersimêʼ li Munchenê bûn Reşad Ozkan/Munchen (Rûdaw) - Dawiya heftiya borî li ser sirgûnên Dêrsimê yên 37-38ê dokumenterfilmekî bi navê “Keçikên Wenda yên Dêrsimî” (Dersimin Kayip Kizlari) li bajarê Munchenê hat pêşkêş kirin. Berî pêşkêşkirina fîlm derbarê komkujiya Dêrsimê de panelek hat lidarxistin. Di panelê de Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak, Nivîskar Haydar Işik û Nivîskar Ahmet Kahraman beşdarbûn û li ser komkujiya Dêrsimê axivîn. Moderatoriya panelê Haydar Işik kir.
Ji bilî fîlm û panelê di peşêngehekê de jî wêneyên komkujiya Dersimê û wêneyên sirgûnên Dêrsimê hatin pêşkêş kirin.

Haydar Işik di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku ew di dema komkujiya Dêrsimê de 3-4 salî bû û got, “Dewleta Tirk li Dêrsimê xwest Kurdan biqedîne. Keç, xort, jin û pîrên me bi jehr û bombeyên gazê di çiyan û şikeftan de kuştin, qetilkirin. Dê û bavên zarokên yek du û sê salî li ber çavên wan kuştin, şewitandin û bi hezaran zarokên Dêrsimî sêwî û bê welat man. Gelê Dê…

Rojnamevanên Alman: Li Tirkî çapemênî ne azade!

Reşad Ozkan/München (Rûdaw) – Di Roja Azadiya Çapemeniyê, 3ê Gulanê, de li bajarê Munchenê di salona Funkhaus des Bayerischen Rundfunks (giredayê ARD ê ye) de panelek bi nave “Türkei: Leiden für die Pressefreiheit?- Wir fragen: Wie steht heute um die Freiheit der Medien in der Türkei?” ji aliye Komela Rojnamevanên Alman (Deutsche Journalisten Verband / BJV), Dibistana Rojnamegeriya Alman (Deutsche Journalistenschule/DJS), Presseclub München û ARD hat li darxistin. Mevanên panelê Timofey Neşîtov (Rojnamevanê beşa kulturî ya Süddeutsche Zeitung), Ismail Kul (Rojnamê ya Zaman), Monika M. Kabay (editora berpirsiyar a Axel Springer Verlag), Hakan Tanriverdi (blloger/xwendevanê dibistana Alman/DJS), Ismail Ertuğ (endamê parlamena Ewrûpa ji partiya SPD ê) bûn. Edîtora Televizyona Bavyera/ARD rojnamevan Birgit Muth jî moderatoriya panelê kir. Xatûn Muth pir salan li Istanbul ji bo ARD xeber daye, edîtorî kiriye.

Rojnamevana Alman Muth panel vekir û got: “ Li gora Hezê Rojnamevanên be Sînor (Re…

Li Munchenê Yek Gulan 2012

Bajarê Munchenê cejna Karker û Gelan 1ê Gulanê pîrozdike Ciwanên kurd bi tîşortên "I love Kurdistan" dimeşin
Bajarê Munchenê cejna Karker û Gelan 1ê Gulanê pîrozdike
 Bajarê Munchenê cejna Karker û Gelan 1ê Gulanê pîrozdike
Copyright@2012/Wêne:RO/Rûdaw

Eyaleta Bavyera penaberên Kurd naxwaze!

Munchen (Rûdaw) - Li gor îstatîstîkên nefermî li Almanyayê nêzikî yek milyon Kurd dijîn. Pirraniya wan jî penaber in û di 30 salên dawî de ji ber zextên rejîmên ku Kurdistanê dagîr kirine, reviyane û parastina xwe li Almanya dîtine. Tê texmîn kirin ku tenê li eyaleta Bavyerayê nêzîka 100 hezar Kurd dijîn. Penaber ji aliyê yasayên Almanyayê ve tên parastin, lê karmend û daireyên fermî ji wan aciz in û wan naxwazin.

Prz. Hainhold: Almanya dixwaze Yalçin radestî Tirkiyeyê bike

Wezareta Navxweyî ya Almanyayê meha borî 4 Kurdên penaberên ku ji Rojavayê Kurdistanê, dersînor kir û wan bi firokeyek Lufthansayê şandin Macaristanê. Ev 4 penaberên Kurd di payîza borî de ji Hesekî reviyabûn û li Macaristanê îltica kiribûn.

Polîsê Alman di 5ê Adarê de jî xortekî penaber bi navê Mahsun Yalçin li bajarê Augsburge binçavkir û niha jî dixwaze î radestî Tirkiyeyê bike. Polîs iddia dike ku Yalçin dema îltica kiriye agahiyên nerast derbarê nasnameya xwe dane saziya îlticayê.

Hubert Hainhold, parêzgêrê wî…

Keca Kurd Aya ji ber teşhîsa şaş dinale

Bavê Ayayê gazî dike:
“Ez naxwazim zarokeke xwe ya din jî winda bikim.”

Aya 2 sal û se mehî ye. Keçikek xweşik û çavreş e. Ew ji ber teşhîsa şaş ya pizîşkan li Kurdistanê şaş hatiye tedawîkirin û ji ber nexweşiyên xwe dinale. Bi alîkariya Komeleya Kulturî ya Kurdî li Munchenê Aya niha ji bo tedawîkirinê li Almanyayê ye. Van rojan pizîşkên alman biryar dan ku pêwîst e Aya bê emeliyat kirin. Lê malbat bê mecal e û pere ji bo emeliyatkirina Ayaya biçûk tune. Reşad Ozkan/Munchen Aya Sehed Abdulla ji dema jidayîkbûna xwe ve nexeşe. Destpêkê malbata wê ew birin cem pizîşkên bajarê Zaxoyê, lê pizîşkên Kurd ti çarek jê re nedîtin. Bavê Ayayê, Saaed Abdulla Alî, dibeje ”Ji Zaxo heta Hewlerê, me li ti derê doktor neheştin ku Aya nebir cem wan. Doktoran di serî de teşhîs kirin û gotin ‘Aya ji mejiyê xwe ve nexweş e, felca mejî lê daye’ û ev 2 sal in ku Aya ji ber nexwşiya mejî tê dermankirin, heban digre, derziyan le dixin.“ Pizîşkên Kurdistanê malbata Ayayê bêhêvî kirin û ji wan re diyar kirin k…