6. April 2012

Eyaleta Bavyera penaberên Kurd naxwaze!

Cêwikên Kurd, Gulnaz û Yalmaz: Rojnameya almanî “Abendzeitungˮ ya Bavyerayê li ser astengiyên ku karmendên
Daireya Biyaniyan derdixin û nehezkirina dijî Kurdan, rûpelekî taybet veqetand û doza Gulnaz û Yalmaz jî şîrove kir. / Wêne:Montage/Abendzeitung
Munchen (Rûdaw) - Li gor îstatîstîkên nefermî li Almanyayê nêzikî yek milyon Kurd dijîn. Pirraniya wan jî penaber in û di 30 salên dawî de ji ber zextên rejîmên ku Kurdistanê dagîr kirine, reviyane û parastina xwe li Almanya dîtine. Tê texmîn kirin ku tenê li eyaleta Bavyerayê nêzîka 100 hezar Kurd dijîn. Penaber ji aliyê yasayên Almanyayê ve tên parastin, lê karmend û daireyên fermî ji wan aciz in û wan naxwazin.

Prz. Hainhold: Almanya dixwaze Yalçin radestî Tirkiyeyê bike

Wezareta Navxweyî ya Almanyayê meha borî 4 Kurdên penaberên ku ji Rojavayê Kurdistanê, dersînor kir û wan bi firokeyek Lufthansayê şandin Macaristanê. Ev 4 penaberên Kurd di payîza borî de ji Hesekî reviyabûn û li Macaristanê îltica kiribûn.

Polîsê Alman di 5ê Adarê de jî xortekî penaber bi navê Mahsun Yalçin li bajarê Augsburge binçavkir û niha jî dixwaze î radestî Tirkiyeyê bike. Polîs iddia dike ku Yalçin dema îltica kiriye agahiyên nerast derbarê nasnameya xwe dane saziya îlticayê.

Parezgerê Alman Hubert Heinhold/ Wêne:RO/Rûdaw
Hubert Hainhold, parêzgêrê wî dibêje “Polîs rast nabêje. Mahmut Yalçin penaberekî siyasî ye û ez bawer dikim ku dewleta Tirk wî ji Almanyayê xwestibe. Polîs niha wî xistiye girtîgeha Stadelheimê li Munchenê. Ew nêzikî 40 roj in li vir dimîne heta ku doza wî bê zelalkirin.ˮ

Abendzeitung: Cêwikên pola duyemîn: Gulnaz û Yalmaz
Cêwikên Kurd, Gulnaz û Yalmaz (21) ji Başûrê Kurdistanê ne û 16 sal in li Bavyerayê li bajarê Passauyê dijîn. Herdu li vir dibistana seretayî û lîse xwendine. Li gor yasayên hevwelatîbûna almanî li pêşiya wan ti astengî tûne ne. Lê Daireya Biyaniyan a bajarê Passauê naxwaze Gulnaz û Yalmaz bibin hevwelatî û li pêşiya wan astengî derdixe. Rojnameya almanî “Abendzeitungˮ ya Bavyerayê li ser astengiyên ku karmendên Daireya Biyaniyan derdixin û nehezkirina dijî Kurdan, rûpelekî taybet veqetand û doza Gulnaz û Yalmaz jî şîrove kir. Sernivîsa rojnameyê ya roja 3ê Adarê jî ev e: Zwillinge zweiter Klasse: Gulnaz und Yalmaz. Ango cêwikên pola duyemîn: Gulnaz û Yalmaz.ˮ Li gor rojnameyê helwesta karmendên Daireya Biyaniyan ya Passauyê Almanyayê wek dewletek bêedalet ku dijmiatniya biyaniyan dike, nîşan dide.

Birayê wan hevwelatî standiye
Gulnaz û Yalmaz heta niha bi malbata xwe re di avahiya penaberan de li Hunzenbergê diman. Mafê wan ê penabertiya siyasî hatiye û malbat niha jî dixwaze hevwelatiya almanî bistîne. Karmendên Daireya Biyaniya ya Passauyê jî dest daye ser nasnameya wan. Karmend dibêjin, “Min ji we re gotibû heta hûn pasaport an jî nasnameyek Îraqî ji xwe re peyde nekin, ez serdana we qebûl nakim.ˮ Gulnaz û Yalmaz gellek caran bo ku nasnameyek Îraqî bigirin serî li konsolxaneyên Îraqe li Berlîn û Frankfurtê dane, lê ti encam bidest nexistine. 

Birayê wan yê mezin di sala 2008ê de hevwelatiya almanî standiye. Ji bo wî ti astengî derneketiye û tenê belegeyek rûniştinê jê xwestine û wî jî ev belge ji wan re aniye. Lê bo herdu cêwikan niha pirr astengîê tên derxistin.

Reşad Ozkan  /Munchen/Rûdaw

Eyaleta Bavyera penaberên Kurd naxwaze!
http://www.rudaw.net/kurmanci/nuce/12379.html

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...