20. Mai 2013

Darizandina NSU destpêkir

Nijadperestên alman hesab didin!  
Li derve li ber deriyê dadgehê nêzika 1000 rojnamevan,
karyarên medyayê, temaşevan û çalakvan hebûn
Munchen (Rûdaw) - Roja 6ê Gulanê di saet 8ê sibê de ji ber kuştina 5 tirk, 3 kurd, 1 yûnan û polîseke jin ya alman tewanbara sereke û endamê NSU Beate Zschäpe û 4 havalên wê, Andrea N. (33) , Holger G. (38), Carsten S. (41) û Ralf Wohlleben (38) bi erebeyê ji girtîgeha Stadelheimê anîn Nyphenburgerstr. 16, kolana ku dadgeh lê ye.
Li derve li ber deriyê dadgehê nêzika 1000 rojnamevan,
karyarên medyayê, temaşevan û çalakvan hebûn
Di salona dadgehê de 50 temaşevanên sivîl, 50 rojnamevanên bi akredîtasyon, xizmen kesên hatine kuştin û parezêrên wan amade bûn.

Darizandina endamên NSU di salona numareya 101 ê de di saet 10:30 de destpêkir. Heyeta dadê navên tewanbaran û glîvanan xwend û nasnameyên wan ji devê wan jî guhdar kir.

Li derve li ber deriyê dadgehê nêzika 1000 rojnamevan,
karyarên medyayê, temaşevan û çalakvan hebûn
Pêşniyara redkirina dadwer kirin

Tewanbarên alman ên endamên NSU ji aliyê 11 parezêran ve tên parizandin. Di dadgehê de tenê 3 parêzger amadê bûn. Parêzere nijadperestan Anja Sturm, Wolfgang Stahl û Wolfgang Heer di destpêka dadgehê de pêşniyarek ji bo redkirina serokê dadgehê Manfred Götzl (59) pêşkêş kirin û paşxistina dadgehê xwestin. Di serî de pêşniyaza wan ji aliyê heyeta dadgeran (5 dadger) ve hat redkirin, lê di dawiyê de heyeta dadgehê di saet 17:30 de darizandina endamên NSU bo roja 14ê Gulanê paşxist.


Li darizandina endamên NSU Dadgeha Bilind ya Eyaleta Bayernê (Oberlandsgericht/OLG) dinêre. Hemû mesrefên dadê û ji bo parezêrên endamên NSU, dadgeha navborî terxan dike. Di pêvajoya dozê de wê 606 şahîd bên guhdarkirin û 77 xizmên kesên hatine kuştin jî di dadgehê amade bin. Dadgehê li dijî endamên NSU 600 dosya (300 hezar rûpel) amadekiriye û tê texmîn kirin ku doz heta 2 salan dom bike.

“Zschäpe weke jineke karsaz xwe xemilandibûˮ

Li derve li ber deriyê dadgehê nêzika 1000 rojnamevan, karyarên medyayê, temaşevan û çalakvan hebûn. Li gor agahiyên ku berdevkê polîs Wolfgang Wegner da Rûdawê ji bo parastina dadgehê û derûdora we jî nêzika 2 hezar polîs li ser linga amade bûn.

Berdevkê polîs Wolfgang Wegner
 Ji bo parastina dadgehê û derûdora we jî nêzika 2 hezar polîs li ser linga amade bûn

 Ji bo parastina dadgehê û derûdora we jî nêzika 2 hezar polîs li ser linga amade bûn

Parêzerê mexduran Dr. Mehmet Daimagüler
Li ser pirsa “Ma we endamên NSU di salonê de çawa dîtin?ˮ Parêzerê mexduran Dr. Mehmet Daimagüler ê ku ji Berlînê ve hatibû ji Rûdawê re wiha got: “Endama NSU Beate Zschäpe, ya bo kuştina 10 kesan û bombeteqînan tê dadgehkirin, wekî ‘Bussines Frauʼ ango jineke karsaz ket hundirê salonê. Porê xwe li ser pişta xwe berdabû, cilên wekî jinên bezirgan li xwe kiribû. Bo ku wêneyên wê neyên kişandin pişta xwe da rojnamevanan. Kêfa wê li cîh bû, rehet bû, parêzerên wê wekî şagirtên wê hereket dikirin. Arogant bû. Ez hêvî dikim ku vê cezayekî pirr girîng bigire û adalet cîhê xwe bibîne”.

Polîs rê nedan çalakvanan

Polîs rê nedan çalakvanan

Qurbaniyên NSU

9.9. 2000: Enver Şimşek (Gulfiroş/Nürnberg)

13.6.2001: Abdürrahim Özüdoğru (Terzî/Nürnberg)

27.6.2011 Süleyman Taşköprü (Fêkîfiroş/Hamburg)

6.4.2001: Habil Kiliç (Fekîfiroş/München

25.2.2004: Mehmet Turgut (Firoşvan/Rostock)

9.6. 2005: İsmail Yaşar (Donervan/Nürnberg)

15.6.2005: Theodoros Boulgarides /Miftevan/München)

4.4.2006: Mehmet Kubaşik (Kioskvan/Dortmund)

6.4.2006: Halit Yozgat (Internet-Cafê/Kassel)

25.4.2007: Michele Kiesewetter (Polîs/Heilbronn)
--------------------------------------------------------------
Nûçe û Wêne: Reşad Ozkan/Munchen
URL:http://rudaw.net/kurmanci/world/14052013

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...