22. Mai 2012

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr: “Em federalîzmê dixwazin û naxwazin ji dewleta Tirk biqetin”

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr: “Federalîzm di programa me de jî cîh digre. Xweserî jî baş e, le belê em serxwebûnê naxwazin û îro di konjonktura herêmî û ya dinyayê de jî ne tiştekî realist e, tiştekî xeyalî ye.” Wêne:Rûdaw/RO

Cîhgirê serokê HAK-PARê Fehmî Demîr:
'Divê PKK çekên xwe ji dest berde. Leşkerên Tirk jî divê xwe ji operasyonan bikşînin
  • Em amade ne Burkay bibe serokê HAK-PARê
  • Makezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst e
  • Dewletek federal û du netewe
  • Me bi taqwtîkî pistgirî da BDPê 
  • Em federalîzmê dixwazin û naxwazin ji dewleta Tirk biqetin'
Reşad Ozkan/Munchen (Rûdaw) - Cîhgire serokê HAK-PARê Fehmi Demîr dawiya hefta borî li bajarê Munchenê bû. Siyasetmedarê HAK-PARê Demir ji aliyê komeleya Komkarê ji bo semînera bi navê, “Karên ji bo Makezagonaa Nû û Pirsgirêka Kurd li Tirkiyeyê” bide, hatibî dawetkirin.
Fehmî Demir di axaftina xwe de diyar kir ku ew weke HAK-PARê federalîzmê dixwazin û got, “Federalîzm di programa me de jî cîh digre. Xweserî jî baş e, le belê em serxwebûnê naxwazin û îro di konjonktura herêmî û ya dinyayê de jî ne tiştekî realist e, tiştekî xeyalî ye.”

“Makezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst eˮ

Demir bibîr xist ku PKKê berê serxwebûn û yekitiya herçar perçên Kurdistanê dixwest û niha tiştekî ji otonomiyê kemtir dixwaze û got ku partiya wan doh jî federalizm dixwest û îro jî. Cîhgirê serokê HAK-PARê Kurd û Tirkan wek goşt û neynûkan binav kir û wiha axivî: “Pirsgirêka Kurd, pirsgirêkeke zagonî ye. Ne  pirsgirêkeke dewletek serbixwe ye. Makezagonek nû ji Tirk û Kurdan re pêwîst e. Divê makezagona nû cîh bide wan daxwazên bingehî wek: Naskirina nasnameya kurdî, li Kurdistanê divê zimanê kurdî wekî fermî bê qebulkirin û perwerda kurdî û statuyek siyasî ji bo Kurdistanê.”

Demir destnîşan kir ku makezagonên berê li ser bingehek otorîter, yek al, yek milet, yek ziman û yek nîjadî hatibûn amadekirin û got, “heta niha hemû makezagon maf û berjewendiyên Kurdan yên demokratîk û netewî înkar kirin. Hilbijartinên 12ê Hezîranê û referendûma 12 Îlona sala 2010ê rêya makezagonek demokratîk vekirin, divê ev firset ji dêstên me neçe.”

"Dewletek federal û du netewe"

Demir daxuyand partiyên Tirk jî dizanin ev sîstema nijadperest û otoriter edî nikare bê domkirin û axaftina xwe wiha dom kir: “Konjuktura heremê û ya dinyayê jî edî ne amade ye. Tirkiye divê xwe biguherîne û pirsgirêka Kurd çareser bike û pêşiya xwe ji bo demokratîzmê veke. Divê Tirkiye bibe dewletek demokratîk û federal ku ji 2 neteweyan, Tirk û Kurdan pêk tê. Hemû kêmnetewên din jî dive mafên xwe yên demokratîk bistînin. Lewma em dixwazin di makezagona nû de federalîzm jî cih bigre û bo Kurd xwe bi xwe îdare bikin ji bo Kurdistanê statuyekî federalî bê naskirin. Em naxwazin ji dewleta Tirk biqetin, Kurd û Tirk wekî goşt û hestiyan bi hevre dijîn. Xweserî jî ne xirab e, lê em dewletek serbixwe naxwazin.

"Me bi taqtîkî piştgirî da BDPê" 

Cîhgire serokê HAK-PARê Fehmi Demîr dawiya hefta borî li bajarê Munchenê bû. Wêne:Rûdaw/RO

Demir di çareseriya pirsgerêka Kurd de BDPê wek aliyek ku gelê Kurd temsîl dike, dibîne lê rexne jî dike: “Em siyaseta BDPê şaş dibînin. Erê rast e me bi taqtixî di hibijartinên 12ê Hezîrana 2011ê de alîkarî da BDPê. Ji bo partiya me ev biryarek pirr giran bû. Me di xiraban de BDPê ya baş dît û me di vê derbarê de raya giştî agahdar nekir, lê endam û alîgirên me ji vê siyaseta me ya referendûmê agahdar bûn.ˮ Li gor axaftina Demir, hatina Burkay ya Tirkiyeyê bandorek pirr mezin li ser civaka Kurd û Tirk kir û pêşiya demokratîzekirina civakê jî vekir. Demir gotinê anî ser PKKê û got, “Herçiqas jî di nav wê de hinek Kurdên baş hebin jî lê PKK ne partiyek Kurd e û şerê çekdarî zerarê dide berjewendiyên Kurdan û pêşiya demokratîzekirna Tirkiyeyê digre. Divê PKK çekên xwe ji dest berde. Leşkerên Tirk jî divê xwe ji operasyonan bikşînin.

Em amade ne Burkay bibe serokê HAK-PARê

Birêz Burkay di siyaseta Tirkiyeyê û ya Kurdan de kesayetek pirr girîng e. Hatina wî ya Tirkiyeyê pirr kevir leqand, çavên siyasetmedar û medyaya tirkî li ser wî bûn û hêjî li ser wî ne. Burkay bi fermî heta niha ji bo serokatiya HAK-PARê xwe pêşniyar nekir, em di nava xwe de hemfikir in: Rêvebirên partiyê û hemû alîgirên me dixwazin Burkay bibe serokê HAK-PARê. Ez niha naxwazim pirr eşkerê bikim, lê ez bawer dikim ku ew jî bo serkeftina siyaseta Kurd û xurtbûna HAK-PARê amade ye."

Reşad Ozkan/ Munchên (Rûdaw)
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/13219.html

17. Mai 2012

‘Keçikên Wenda yên Dersimêʼ

Dîmenên ‘Keçikên Wenda yên Dersimêʼ li Munchenê bûn
Dîmenên ‘Keçikên Wenda yên Dersimêʼ li Munchenê bûn/Wêne:Rûdaw/RO
Reşad Ozkan/Munchen (Rûdaw) - Dawiya heftiya borî li ser sirgûnên Dêrsimê yên 37-38ê dokumenterfilmekî bi navê “Keçikên Wenda yên Dêrsimî” (Dersimin Kayip Kizlari) li bajarê Munchenê hat pêşkêş kirin. Berî pêşkêşkirina fîlm derbarê komkujiya Dêrsimê de panelek hat lidarxistin. Di panelê de Lêkolîner û Nivîskar Mehmet Bayrak, Nivîskar Haydar Işik û Nivîskar Ahmet Kahraman beşdarbûn û li ser komkujiya Dêrsimê axivîn. Moderatoriya panelê Haydar Işik kir.
Ji bilî fîlm û panelê di peşêngehekê de jî wêneyên komkujiya Dersimê û
wêneyên sirgûnên Dêrsimê hatin pêşkêş kirin.Wêne:rûdaw/RO
Ji bilî fîlm û panelê di peşêngehekê de jî wêneyên komkujiya Dersimê û wêneyên sirgûnên Dêrsimê hatin pêşkêş kirin.

Haydar Işik di destpêka axaftina xwe de bi bîr xist ku ew di dema komkujiya Dêrsimê de 3-4 salî bû û got, “Dewleta Tirk li Dêrsimê xwest Kurdan biqedîne. Keç, xort, jin û pîrên me bi jehr û bombeyên gazê di çiyan û şikeftan de kuştin, qetilkirin. Dê û bavên zarokên yek du û sê salî li ber çavên wan kuştin, şewitandin û bi hezaran zarokên Dêrsimî sêwî û bê welat man. Gelê Dêrsimê di salên 1937 û 38ê de pirr zehmetiyên mezin kişandin.ˮ

Bayrak: Kemalîstan xwest Dêrsimê ji Kurdan pak bikin


Nivîskarên Kurd: Mehmed Bayrak, Haydar Işik û Ahmed Kahraman. Wêne:Rûdaw/RO
 Piştî Işik Mehmet Bayrak derbarê lêkolîn û pirtûkên ku weşandine agahî dan temaşevanan û bi wêne û belgeyan derbarê komkujiya Dêrsimê de dîmenên dia nîşan dan. Bayrak bi bîr xist ku biryara komkujiya Dêrsimê rasterast ji aliyê Mustafa Kemal ve hatiye standin û wiha axivî: “Mustafa Kemal û hevalên wî xwestin Dêrsimê ji aliyê etnikî û olî ji Kurdan pak bikin. Di serî de Ermenî hatin qetil kirin, paşê Kurd hatin ketil kirin û dawî de jî mal û mulkên wan ji bo çeteyên Tirk û devşirmeyên Arnavut, Balkanî û Kafkasî hatin pêşkêş kirin. Devşirmeyekî Arnavut yê bi navê Sakalli Nurettin Paşa serê çeteyan dikişand. Li gor lêkolînên min komkujî di destpêka sala 1919ê de dest pê kiriye û tenê li Koçgiriyê nêzikî 138 gund ji aliyê wan çeteyan hatine şewitandin û bi hezaran Kurd û Ermenî hatine kuştin.ˮ Bayrak di dawiya axaftina xwe de diyaloga ku di navbera Kemal Kiliçdaroglu û Îhsan Sabrî Çaglayangil de derbas bûye, pêşkêşî temaşevanan kir. Çaglayangîl ji Kiliçdaroglu re dibêje: Bi hezaran xwe di şikeftan de veşartibûn. Artêşa me wan bi gaza jahrê wekî mişkan wan kuştiye. Dewleta me jenosîdê kiriye, qetlîamê kiriye.ˮ
Kahraman: Divê hemû Kurd berjewendiyên başûr biparezinˮ

Axaftina dawî Ahmed Kahraman kir. Kahraman diyar kir ku hinek alî dibêjin komkujiya Dersimê ne pilana Ataturk e û wiha dom kir. “Ew hemû derewan dikin. Jenosîda Dêrsimê sedî sed ji aliyê Ataturk û rejîma wî hatibû pilankirin, hemû belge wan tiştan raste rast îspat dikin. Janosîdên Kemalîstan îro jî ji aliye islamîstên rejîma AKPê tên kirin. Divê hemû Kurd bibin yek û bo rizgariya Kurdistanê tekoşînê bikin. Ola me çi be jî em di serî de Kurd in û em welatekî bindest in.ˮ Kahraman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Kurdistan yek e. Erê welate me bûye çar perçe. Le belê heqê Kurdan heye Kurdistanek yekbûyî û serbixwe avabikin; ez bixwe alîgirê serxwebûna Kurdistanê me. Di qelbê her Kurdekî de Kurdistanek serbixwe heye. Ez geşbûnên Kurdistana başûr û karê Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pir taqdîr dikim. Divê hemû Kurd berjewendiyên başûr biparêzin û ji bo yekitiya Kurd û Kurdistanê bibin yek.ˮ

Civîna di salona Eine-welt-Haus hat li dar xistin û nêzikî 120 kes beşdarbûn.Wêne:Rûdaw/RO
Di dawiya panelê de lekolîner û nivîskarên Kurd Bayrak, Kahraman û Işik bersiva pirsên temaşevanan dan.

Hunermendê Kurd Hozan Hasan Saglam
Hunermendê Kurd Hozan Hasan Saglam jî dawiya civînê de ji mêvanan re klamên ji Dersimê pêşkêş kir. Civîna di salona Eine-welt-Haus hat li dar xistin û nêzikî 120 kes beşdarbûn.
www.rûdaw.net

Dîmenên ‘Keçikên Wenda yên Dersimêʼ li Munchenê bûn
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/art/13099.html

------
Documentary on Dersim Massacre Screened in Germany
By REŞAD OZKAN
Old picture of the Kurdish city of Dersim during the years of the massacare.
MUNICH, Germany – Survivors of the 1930s massacre in the Dersim area of Turkey came together for “The Lost Girls of Dersim,” a documentary screened recently in Munich, Germany. The film focuses on the fate of Kurdish girls who were exiled from their homes by Turkish authorities after the infamous military campaign.

Haydar Ishek, a survivor who was four years old at the time of the massacre, accused the Turkish government of trying to annihilate Kurds in the area with its heavy-handed military operations between 1937 and 1938.

“Young and old, girls and women, were killed by gas bombs in the mountains and inside caves,” Ishek said. “They killed parents in front of small children and made thousands of children orphans in Dersim.”

Mohammed Bayrak, speaking on a panel before the film was screened, said Turkey’s founder Mustafa Kamal Ataturk personally gave the order for the massacre.

“Ataturk and his friends tried to exterminate Kurds in the area,” Bayrak said. “First they massacred Armenians and then Kurds.” Bayrak added that the property of the Kurds in Dersim was given to pro-government groups.

Bayrak referred to a conversation where Ihsan Caglayangil, a former Turkish foreign minister, acknowledged the massacre in Dersim to Kamal Kilicdaroglu, the current head of the Republican People’s Party (CHP). Kilicdaroglu is a native of Dersim; the CHP was founded by Ataturk.

Bayrak said Caglayangil told the CHP leader that “thousands of people took refuge inside caves. Our soldiers gassed them just like mice. Our state committed genocide; it committed the massacre.”

Ahmed Qahraman, another panelist at the event, pointed the finger at Ataturk and his government for ordering and carrying out the massacre. Qahraman said the massacre is acknowledged by the pro-Islamist government that is currently in charge in Turkey.

In late 2011, Turkish Prime Minister Recep Tayyip Erdogan caused an uproar when he apologized for the killing of over 13,000 people in Dersim from 1936 to 1939 by government troops.
www.rûdaw.net

Documentary on Dersim Massacre Screened in Germany
By REŞAD OZKAN 

13. Mai 2012

Rojnamevanên Alman: Li Tirkî çapemênî ne azade!

Bllogercî Hakan Tanriverdi: Sansora ku tirkiyê li Internetê dike dewleta Çînê lê nake/Wêne:BJV
Reşad Ozkan/München (Rûdaw) – Di Roja Azadiya Çapemeniyê, 3ê Gulanê, de li bajarê Munchenê di salona Funkhaus des Bayerischen Rundfunks (giredayê ARD ê ye) de panelek bi nave “Türkei: Leiden für die Pressefreiheit?- Wir fragen: Wie steht heute um die Freiheit der Medien in der Türkei?” ji aliye Komela Rojnamevanên Alman (Deutsche Journalisten Verband / BJV), Dibistana Rojnamegeriya Alman (Deutsche Journalistenschule/DJS), Presseclub München û ARD hat li darxistin. Mevanên panelê Timofey Neşîtov (Rojnamevanê beşa kulturî ya Süddeutsche Zeitung), Ismail Kul (Rojnamê ya Zaman), Monika M. Kabay (editora berpirsiyar a Axel Springer Verlag), Hakan Tanriverdi (blloger/xwendevanê dibistana Alman/DJS), Ismail Ertuğ (endamê parlamena Ewrûpa ji partiya SPD ê) bûn. Edîtora Televizyona Bavyera/ARD rojnamevan Birgit Muth jî moderatoriya panelê kir. Xatûn Muth pir salan li Istanbul ji bo ARD xeber daye, edîtorî kiriye.

Çapemeniya Tirkiyê di beşa sor de_Türkei im Rotenbereich der Pressefreiheit_Quelle_RFS

Rojnamevana Alman Muth panel vekir û got: “ Li gora Hezê Rojnamevanên be Sînor (Reporterssans Frontieres /RSF) di sala 2011an de nezikî 70 Rojnamevan hatin kuştin û 1044 Rojnamevan jî hatin bincavkirin. 959 Rojnamevanan jî bûn qurbana erîşan û pirranên wan birîn bûn. Sansor û zordariya rejîm û diktatoran li ser çapemeniyê û Rojnamevanan global berdewamkir û berdewamdikin. Di hundir vê salê jî de 21 Rojnamevan hatine kuştin û 161 Rojnamevan jî hatinin bincavkirin. Li gora portala biserxwe ya Medya Bianet di girtengehên Tirkiyê de 104 Rojnamevan hene, ji wanan 64 Rojnamevanên kurd in. Lê belê hukumeta AKP dibeje “wanan ne rojnamevan in, ew teroristên” wan wekî terorîstan nîşan dikin.”

Xatun Muth peyv da Rojnamevanê Rojnama Süddeutsche Zeitung Timofey Neşîtov. Neşîtov got:”Li Tirkiyê esil hedefa rejîma tirk rojnamevanên kurd ê û mesela kurd e. Eger kî li ser tiştên aktuell, yên mesela kurdan alaqadar dike binivîse, jib o wan rejîm astengiya derdixe û li gora “kanûnên dijî terorîzme” be A û O tên bincavkirin. Mesela rojnamevana Ajansa Dîcle Özlem derxist hole ku di gurtingehek Tirkiyê de pirr zarokên kurd hene û tên işkencekirin. Li şûna berpirsiyar û işkencecî bên bincavkirin, polesên tirk rojnamevana kurd ya 21 salî Özlem pincavkirin û savciyan got:” wana ne rojnamevanên , wana dixwazin zerarê bidin tirkiyê.”

Rojnamevanê Rojnameya nêzîkî AKPê Zaman ê Ismail Kul jî axivî û got:”raste mîrov qala 104 rojnamevanên hatinin bincavkirin dike, le belê gora bîr û baweriya min hukumet rast dibeje ji wan 6 kes rojnamevanên, yên dine qatîlên polîsan ne-Ergenokcînê û pirranê wan jî PKK cîne.” Rojnamevana Alman Muth rexne li Kul kir û got:” Ma hûn jî rojnamevanê, hûn çawa ji hevalên xwera dibejin terrorist û Ergenekoncî? Rojnamevanê Tirk Kul dengê xwe dernexist. Parlamenê SPD yê parlamena Ewrûpa Ismail Ertuğ jî peyv girt û got:“Rejîma AKP ew 3-4 salên bi hezeran siyasetmedar û rojnamevan xistiye girtingehan. Hukumet dixwaze rejîmekî îslamî avabike û kî li ser rêya wê be pakdike.“ Li ser pirsek „ma Tirkiye ji bo endametiya Yekbûya Ewrûpa amadê ye?“ Parlamenê SPD veniyo persiv da:“ Ez bawerdikim ku xort û civanên Tirk bo endametiya Ewrûpa amadê ne û dixwazin bi zû tekeven. Lê belê hukumeta AKP belkî tiştekî din difikire û ajanda wan ne endametî be, siyaseta wan ya îro wan tiştan nîşanî me dikin."

Blloger û xwendevanê dibistana Alman/DJS),Hakan Tanriverdi jî got :„Sansora ku tirkiyê li Internetê dike dewleta Çînê nake. Tirkiye bi hezeran malperên Internetê sansor kiriye û dike. Hemû portal û malperên Internetê ji aliye tirkiyê tên kontrol kirin. Pirranên wan jî malpêrên bi kurdî ne û yên kurd in. Tehamulla hukumeta tirk ji bo portalên kurdî tinê. Monika M. Kabay, editora berpirsiyar a Axel Springer Verlag jî axivî û got: „tekilyên me bi pirr rojnamegerên tirk re hene û em dixwazin li tirkiyê çapemenî hevkî azad bibe û demokrasî peş be biçê:“

Hinek mevanan organîzatorên Panelê rexne kirin û gotin: “ di vê panelê de rojnamevanêkî an jî siyasetmederekî kurd jî bihatiba dawetkirin vê pirr baştir bûba.“

Di tevayiya panelê de li gora Rojnamevana Alman û Edîtora ARD Birgit Muth ev encam derket:” Li tirkiye ne çapemenî û ne rojnameger azadin. Bandora siyasetê û eskeran li ser rojnamegerên tirk pir xurte û rojnamegerên tirk rojnamegeriya siyasî dikin. Wekî RSF jî dibeje „cîhê Tirkiyê ji bo Azadiya Çapemeniyê di beşa sor de ye.”

Ji bo panelê tenê berpirsiyar û edîtoren çapemeniyê û kesên multîplikator yên wekî ji beşa siyasî, aborî û kulturî hatibûn dawetkirin.

Panel di saet 19:00an de destpekir û - 21:00an de dawî bû.Organizatoran ji bo temaşevan û mevanên xwe xwarin û wexwarin jî ikram kirin û sohbet li ser niga heta saet 12ê şevê domkir.

Rojnamevanên Alman: Li Tirkî çapemênî ne azade!

1. Mai 2012

Li Munchenê Yek Gulan 2012

Bajarê Munchenê cejna Karker û Gelan 1ê Gulanê pîrozdike
Ciwanên kurd bi tîşortên "I love Kurdistan" dimeşin

Bajarê Munchenê cejna Karker û Gelan 1ê Gulanê pîrozdike

 Bajarê Munchenê cejna Karker û Gelan 1ê Gulanê pîrozdike

Copyright@2012/Wêne:RO/Rûdaw