18. Februar 2010

HEVPEYVÎN BI NİVÎSKARÊ KURD HAYDAR IŞIK RE


Nivîskarê kurd Haydar Işık:
‘’Dewleta Tirk Dest Danî Ser Mal û Milkên Min’’

Rûdawnet – Munchen: ‘’Dema tu dibî penaber û dema dewleteke te tine be, sîstemek li pişta te tinebe, tu neçar dimînî li dijî hemû xirabiyan têbikoşî û ev yek bi hêsanî nabe.’‘

Birêz Işık, hûn kengî hatin Almanya. Weke nivîskarekî ne li welatê xwe, hûn ji şert û mercên vir razîne? Hûn dikarin ji xwendevanên me re behsa Haydar Işık bikin?

Ez di sala 1937`an de dema tevkûjiya Dêrsim’ê de hatime dinê. Jiyaneke di nav feqîriyê de domand û piştî 7 saliya xwe di dibistanên tirkan de hînî tirkî bûm. Min du sanîngeh xelas kir. Di sala 1974`an de weke mamoste hatim Almanya`yê. Li vir wek kesekî Kurdistanî dijîm.

Sedemên ku hişt hûn Dêrsim’ê berdin û werin Almanya`yê çibûn?

Ez li Tirkiye’yê mamosteyê dibistana navîn bûm. Hingî qanûneke bi navê `49`, `84` hebû. Li gorî vê qanûnê ji bo bilindkirina radeya zanyariya xwe min dixwest biçim Ewrûpa’yê. Carekê bang li min kirin, gotin; `tu dixwazî biçî?` Sala 1974`an bû. Hingî ez ji îmtîhanekê derbas kirim û hatim Almanya`yê. Wî çaxî min faqûlteya dermanfiroşiyê qedandibû. Min dixwest ez dikaneke dermanfiroşiyê vekim lê ev mûmkîn nebû û weke mamoste hingî ez şandim Almanya`yê. Wê demê desthilatdariya faşîst a leşkerî li ser hûkum bû. Tirkiye’yê li wir min ji welatîbûnê avêt. Dewleta alman jî min ji mamostetiyê avêt. Di sala 1982`an de ez hem ji welatîbûna tirkan û hem ji mamostetiyê hatim avêtin. Ez ketim rewşeke zehmet de. Dûre min karên din dît. Bê guman ji bo ez xwe li ser avê bigirim tişta ji destê min hat min kir. Piştre li vê derê di dibistaneke navîn de min dest bi dayîna dersên tirkî kir.

Hûn di nivîseke xwe de dibêjin ‘‘zimanê neteweyekî mêjiyê wî ye, mêjiyê wî jî zimanê wî ye“. Hûn bi van gotinan dixwazin çi bêjin? Hûn dikarin hinekî vekin?

Zimanê neteweyekî wijdanê wî neteweyî ye. Ew millet xwe bi wî zimanî rave dike. Ew ziman mirov dike mirov. Mirov feraseta yekemîn a çandî, nêrîna li cîhanê, şêweyê jiyana çandî a ji bav û pîrên xwe destpêkê bi wî zimanî bi dest dixe. Min heta 7 saliya xwe yek gotin tirkî nedizanî. Dê û bavên min gotineke tirkî nizanîbûn. Hingî heta 7 saliyê awir û awayekî me yê dîtina cîhanê hebû. Kurdbûna xwe, Kizilbaşbûna xwe, ji ber vê yekê tevkûjiyên dewleta tirk a li dijî me min giş dizanîbû. Her wiha min hayê min jê hebû ku me baweriyên xwe yên Kizilbaşiyê veşartî çêdikir.

Di pirtûk û romanên xwe de hûn behsa tevkujiyên dewleta tirk li dijî kurdên Dêrsim’ê çêkirine, tevkûjiyên li dijî hemû kurdan çêkiriye û komên etnîk dikin. Çima hûn di romanên xwe de tim behsa mijarên civakî û dîrokî dikin? Her wiha hûn lehengên romanên xwe çawa peyda dikin?

Romanên bi navê “Dersimli Memik Ağa” û “Dersim Tertelesi” romanên behsa jenosîda Dêrsim’ê dikin. Min yek bi yek hevdîtin bi şahidên vê tevkûjiyê re çêkir. Min ji tevûjiya Dêrsim’ê destpêkir. Ji ber ku mijareke zêdetir nêzîkî min e. Ez meselê baş dizanim. Ez dîrokê dizanim. Ez serpêhatiyan baş dizanim. Ez yek bi yek bi şahidên wê re hev dibînim. Lewma min ji wir destpêkir.

Ez dikarim bêjim ku di dibistanên tirkan de li gorî gelemperiya Tirkiye’yê min perwerdeyeke baş dît. Li Tirkiye’yê Selehadînê Eyyûbî weke `Siltanê mezin ê tirk` derbas dibû. Lê li dervehî dibistanê, li qûncik û koşeyan xelkê behsa kurdbûna Selahaddîn Eyyûbî dikirin. ‘‘Selahaddînê Kurd“. Min li ser Selahaddîn Eyyûbî lêkolînek çêkir. Min gelek pirtûk dît, li ser Selahaddîn. Min bi tirkî û almanî bi awirekî din jiyana Selahaddîn nivîsand. Min di romanekê de hewil da portre ango jiyana apê Selahaddîn Şêrko derxim pêş. Piştre min li vir, di pirtûkxaneya dewletê de pirtûkek dît. Ev Köhler’ê li ser felsefeyê dixebitî, navê wî baş nayê bîra min, tezekî wî ya doktorayê bû. Min ev wergerand tirkî, beşa wê ya derbarê kurdan de.

Piştî vê yekê ez rastî pirtûkek din hatim. “Egon von Eikstedt”. Ev zilam di dema Hîtler de antropolog bûye. Vî kesî gerên xwe yên li Kurdistan’ê çêkirine kiribû pirtûk. Min ev pirtûk wergerand tirkî. Li wir bi rastî jî bi awayekî berfireh behsa jiyana kurdan tê kirin.

Min bi pirtûka derbarê Selahaddîn de têkiliyên navbêra kurd-tirk-farsan, bi pirtûka Seyahatnameya Ewliya Çelebî, her wiha min bi nivîsandina romana `Begê Bedlîs‘ê Evdal Xan` xwest ku behsa dîroka kurdan bikim.

Min xwest ku ez kurdan, ne bi zimanê mirovên çerpm-spî lê belê bi zimanên kurdan bi xwe qal bikim. Ez kurd im, ez dixwazim qala dîroka gelê xwe bikim û ez hewil didim vê yekê derbasî romanê bikim û pêşkeşî wan bikim. Ez romanê dadixim şexsê kesekî de. Ez dikarim bêjim ku xirap bû. Yanî romanên Dêrsim’ê baş hatin firotin, gelekî eleqe dîtin. Ez dikarim bêjim ku bûn sedeme rexneyên erênî. Ji ber van kêmasiyan min bi dîrokan kurdan destpê kir. Bê guman ne tenê dîrok, her wiha romanên min ên din jî hene. Weke mînak, “Son Sığınma“ (Stargeha dawî) bûyereke ku di rojame ya îro de dikare bi serê her kurdekî de were. Romaneke behsa vê rewşê dike. An jî em “Safağı Beklemeyeceğiz” (Emê Li Benda Berbangê nemînin) romaneke behsa roja îro dike ka çawa gerîllayên kurd, bi taybetî jinên kurd xwedî li xwe derdikevin. Yanî ne tenê romana dîroka ya kurdan, her wiha romanên din jî hatin nivîsandin.

We qal kir ku we nîvê jiyana xwe li Almanya derbas kiriye. Li Almanya ango li Ewrûpa’yê nêzî 2 mîlyon kurd hene. Di vê mijarê de xebatên we hene? Çima hûn romanên li ser pirsgirêkên van mirovan nanivîsînin? Ango hûn qet fikirîn romanek li ser rewşa kurdên li xerîbiyê binivîsînin?

Ez dîasporayê an jî penabertiyê weke rewşeke demborî dibînim. Ez dibêjim ku ya girîng Kurdistan e. Bê guman li van deran mirovên me, bi taybetî ciwanên me xwe winda dikin, tine dibin, ew jî pirsgirêkeke din e. Bê guman ev jî karê me ye. Weke mirovekî kurd, weke rewşenbîrekî divê em bi mirovên xwe yên li vê derê re eleqedar bibin. Weke mînak, ji bo ronîkirina wan ez qûnciknivîsan dinivîsînim, di malpera min a înternetê de bi sedan nivîsên min hene. Di van meqaleyan de ez tim ka wê çawa kurd rizgar bibin tînim ziman. Ez sedemên ku rê ji vê rewşa kurdan re vekiriye vedikolim û lêdikolim. Ez her wiha ji bo ciwanên ku li vir jidayikbûne, li vir mezin bûne û tirkî û kurdî nizanin, bi almanî xîtabî wan dikim.

Çima hûn romanên xwe bi zimanê xwe yê zikmakî kurdî ango zazakî nanivîsînin? Hûn qet li ser vê mijarê fikirîn? An jî zimanê we têrê nake?

Ez vekirî bêjim, ez li ser vê yekê difikirim lê belê ez nikarim cesaret bikim. Ez dikarim dimilkî, zazakî binivîsînim lê belê ez cesaretî vê yekê nakim. Ji ber ku heta 7 saliya xwe min bi tirkî nizanî bû. Piştî 7 saliya min jî kurdî bi min dan jibîrkirin. Niha ez nikarim bi kurdiya ku heta 7 saliya xwe hîn bûme, xwe di romanekê de bînim ziman. Ji ber ez bi vê zehmetiyê dizanim. Lê belê kêmasî ev e: me dikarîbû tevî vê rewşê xwe pêş bixista. Lê belê hîngî ewqas bûyer rû didin, mirov nizane bi kîjan alî ve here.

Hûn bi tirkî û almanî dinivîsînin. Ev rewş nabe sedem ku di navbêra we û xwendevanên we de nakokiyek derkeve? Jiber ku hûn ne bi giyana kurdî lê belê bi zimanekî din xîtabî kurdan dikin...

Ev nîrxandin hinekî ne rasteqîn e. Min ti carî bi giyana tirkî xîtabî kurdan nekir. Ez ziman weke navgînekê bi kartînim.

Eger ku zimanek mêjiyê mirovan be...

Ziman wijdanê netewekî yei şerefa netewiye, namûsa netewe ye. Ez dikarim çi bikim? Ez rastiya gelê xwe dizanim. Piraniya gelê min hatiye asîmîlekirin. Weke mînak, romana min a bi navê “Dersimli Memik Ağa” wergerandin kurdî, ango zazakî. 500 heb jî nehate firotin. Kurdekî li Swêdê, yekî di îşkencê de mabû, seqet mabû wergerandibû kurdî. Romanekî dimilkî, zazakî min ne nivîsand, xelkê kurd naxwîne. Weke mînak ez quncikekê bi zazakî dinivîsînim li ser Kurdistan’ê, her wiha ez nivîsan derbarê Dêrsim’ê de dinivîsînim. Ez li rêjeya tikandina van nivîsan dinêrim. Di bin hezarî de ye. Lê gava ez tiştekî bi tirkî dinivîsînim, nivîsên me ji aliyê bi hezaran kesan ve tê tikandin, tê xwendin. Hingî ev tê wê wateyê ku xelkê me hatiye rewşeke wisa ku em neçar dimînin bi zimanê koledariyê xîtabî gelê xwe bikin.

Hûn hem nivîskariyê dikin, hem romanan dinivîsînin û hem bi siyasetê re eleqedar dibin. Weke rewşenbîrekî kurd, di navbêra van rolên hûn didin ser milên xwe nakokiyek çênabe?

Ez zêde bi siyasetê re eleqedar nabim. Armanca min giş ewe ku gelê min dîroka xwe hîn bibe, xwedî li nasnameya, kesayetî û hebûna xwe derkeve. Armanca min ev e. Ez êş û azara veqetîna ji zimanê xwe dikşînim. Ez naxwazim nifşên din vê azarê bikşînin. Lewra dixwazim alîkariya xelkê xwe bikim. Bê guman eger ev karê min siyaset be, hingî ez siyasetê jî dikim. Ya rastîn her gotineke kurdî yan jî nivîs, pirtûk û gotinên li ser kurdan tên gotin, awayekî siyasetê ye û rastiyek e. Romanên min bi tirkî nivîsandine, ji ber ku tê de gotina `kurd` derbas dibû, ji ber ku çiyayên Kurdistan’ê de tê de derbas dibû li Tirkiye’yê hatin qedexekirin.

Li Almanya`yê jî rewşeke qedexekirinê heye?

Romanên min li Tirkiye’yê qedexene. Li Almanya`yê jî ev qedexe tên pêkanîn. Weke mînak, li vir du romanên min li qanûnên almanan alîqî. Ya yekemîn ‘‘Son Sığınma“, ya duyemîn jî ‘‘Safağı Beklemeyeceğiz“. Lê niha her du jî serbest in. Ev romanên min ji ber ku jiyana gerîlla dikir mijara xwe li qanûnan aliqî bû. Bê guman ev qedexe û zext, bi hewildanên dewleta Tirkiye’yê çêbibûn.
Hûn mirovekî qedexene. Li ser giliyê dewleta tirk, ji aliyê înterpolê ve jî fermana lêgerîna we heye. Hûn li welatekî demokratîk ê Ewrûpa’yê dijîn, hûn li hemberî qedexeyan têdikoşin û hûn ketin girtîgehê de. Hûn van gişan çawa dinirxînin?

Li Almanya`yê dibe ku tu xwe weke kurdekî azad hîs bikî. Lê gava tu bêjî ”ez kurd im, ez mafê kurdan diparêzim, lê belê ez weke te (weke Almanya) nafikirim, ez mirovekî azad im ez dixwazim serbixwe fikirim”, hingî mêrikan didin pey te û te dişopînin. Zehmetiyan derdixin. Dozgerekî alman cewherê vê yekê ji min re got. Gava min di rûniştina dadgehekê de ceza stend, dozger ji min re got ku “Birêz Işık, eger dewletekî we hebûya, hingî min we li vê derê mahkeme nedikir” Min jî hingî got, “wê demê birêz dozger hûn ji bo ku dewleta min tine min mahkeme dikin?” Got, “Belê”.

Hûn mirovekî ku tim dixwîne, dinivîsîne û bêyî nivîsandina sebra we nayê. Gelo projeyeke we ya romaneke nû heye?

Projeyeke min a romaneke nû heye. Ez li ser wê dixebitim. Ev bûyereke cûda ya koçrevîtiya ermenî û kurdan a di nav hev de ye. Bûyereke ku behsa xetên sê alî yên di navbêra begê kurdan ên kizilbaş û begê kurdan Saffî û axayekî tirk de derbas dibe, dike. Bûyer li herêma Dêrsim’ê derbas dibe, bi taybetî piştî koçrevîtiya ermaniyan.

Mirov dikare bêje ku di romanên we de her tişt di nav hev de derbas dibe...

Jixwe ez vê yekê weke prensîp pêktînim. Weke mînak bûyerên ku li Dêrsim’ê mirovan aciz dike, bêyî xwendinê xwendina wî aciz dike, wan dide revandin hene. Weke mînak `bi giştî dana ber mekînê`, gava ez behsa vê dikim, hûn digîjin ferqa wê ku qûntara wî çiyayê tê behskirin çiqasî çiyakekî pîroz e, çiqasî çiyayekî bedew û xweşik e.

Eger Haydar Işık careke din bihate dinê, wê bixwesta li kûderê were dinê?
Bê guman minê bixwesta dîsa li heman deverê werim dinê. Minê dîsa kurdayetiya xwe bernedaba. Minê bixwesta li Dêrsim’ê werim dinê. Ez 10 carî jî werim dinê, 10 carê din minê bixwesta ez weke kurdekî ji Dêrsim’ê bimînim. Minê wiha bixwesta.

Tekst û wêne by Reşad Özkan
06-02-2010
HEVPEYVÎN BI NİVÎSKARÊ KURD HAYDAR IŞIK RE
‘’Dewleta Tirk Dest Danî Ser Mal û Milkên Min’’
www.rudaw.net