18. Februar 2010

HEVPEYVÎN Bİ PROF. DR. UDO STEINBACH RE

Pisporê Rojhilata Navin û Kurdistanê
Prof. Dr. Udo Steinbach:
Tirkiye Ketiye Krîzeke Siyasî

Rûdawnet: Pisporê Rojhilata Navin û Kurdistanê Prof. Dr. Udo Steinbach bi munasebeta serdana Wezîrê Derve yê Almanya Guido Westerwelle bo Tirkiyê, bersiva pirsên me li ser endambûna Tirkiyê bo YE, hewldanên Tirkiyê bo gihiştina hêzekî serekî li herêmê û li ser hilbijartinên pêş li İraqê dan. Bi Prof. Steinbach re hevkarê me Resad Özkan axifî.

Di derbarê endametiya Tirkiyê ya YE’yê Wezîrê Derve yê Almanyayê Guido Westerwelle got: “ Mafê Tirkiyeyê ye ku bi awayekî adil û bi hevkarekî pêbawer danûstandin li gel wê bên meşandin.“ Lê ew behsa endametiyeke tam di YE’yê de nake. Bi rastî jî Almanya li gel endambûna Tirkiyê di YE’yê ye. Kîjan berjewedî di vir de hene?

CDU û hem jî CSU li dijî endametiyeke tam ya Tirkiye di Yekîtiya Ewrûpayê de ne û alîgirê hevkariyeke pêşketî ne. FDP alîgirê wê yekê ye ku danûstandin vê gavê bidomin û bi peymanê re pêbend bin, ji xwe Westerwelle jî ev yek anî ziman. Li gor Westerwelle ev yek “encam vekirî“ rêve diçe, yanî eger danûstandin bi erênî bi dawî bibin, wê demê Tirkiye dibe xwedî perspektîvekê bo endamatiyeke tam. Lê vê gavê ew nikarê vê yekê li Enqere bi eşkereyî ragihîne, ji ber ku bi vi awayî ev tişt di peymana koalisyonê de nehatiye nivîsîn.

Çima danûstandinên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê li ser endametiyê, ku ji sala 2005’an ve têne meşandin, hewqasî giran giran bi pêş dikevin?

Çendîn sedemên vê yekê hene. Noqteya yekê: optîmizm û heyecana danûstandinan ji destpêkê ve ne gelekî bi hêz bû. Noqteya duyan: Tirkiye kete krîzeke siyasî, weke ku em dizanin. Nakokiyên bi artêş û dadgeha destûrê re hebûn. Van hêmû tiştan bala serokwezîr ji ser reforman vegerand û bi vî awayî bi rastî jî rawestandinek ji aliyê tirk jî pêk hat. Û heta ku aliyê tirk gavên ber bi pêş neavêtin, YE’yê jî ji aliye xwe ve tu pêwistî nedît ku ji aliyê xwe ve gavan bavêje. Wekî din jî, û ev noqteya sêyan e, pirsgirêka Qibrisê heye. Ev hemû di ser hev de sedemên wê yekê nîşan didin ku çima danûstandin bi lez pêş ve neçûn. Lê dîsa jî divê em bibînin ku danûstandin bi pêş dikevin û îsal wê danûstandinên endametiyê li ser çendîn babetên din jî bêne destpêkirin.

Çima ne pirsa kurdan lê ya Qibrisê weke “mifte“ ji bo danûstandinên endametiya YE’yê tê nîşandan?

Pirsa kurdan jî ji aliyê Yekîtiya Ewrûpayê weke pirsgirêkeke siyasî ya Tirkiyeyê tê dîtin, lê YE vê gavê zorê dikşîne ku xwe têxe nav vê pirsê. Li aliyekî serokwezîr Erdoǧan heye: Wezîrê Derve yê Almanyayê Weserwelle ji ber hewldanên wî yên bipêşxistina demokratiyê, wesfê Erdoǧan dan. Lê av tenê aliyeke. Li aliyê din jî Dadgeha Destûrê heye ku partiya kurdan DTP girt. Li vir bêguman YE jî xwe di zoreke mezin de dibîne, lê dîsa jî Tirkiyeyê dehf dide ku bi prensîpên dadwerane re pêbend be. YE’yê di mesela pirsa kurdî de gelek hewldan nedan, ji ber ku ev pirsa kurdî li Tirkiyeyê bi xwe jî cihê nêrînên cuda ye. Lê dîsa jî divê bê gotin ki serokwezîr di mehên borî de herî kem çendîn gavên giring jî ceribandin. Lê pirsa Qibrisê pirseke legal e. Di vir de şertên destnîşankirî hene. Qibris ji sala 2004’an ve endamê YE’yê ye û bi vê yekê xwedan maf e ku bibe endamê yekîtiya gumrikê û Hikûmeta Tirkiyê li pêşiya vê yekê dibe asteng. Ji bo YE’yê lîstina karta Qibrisê gelekî hêsantir e ji lîstina karta kurdan ku qelekî kompleks e û vê gavê di nava Tirkiyeyê de cihê nêrînên cuda ye.

Tê gotin ku Tirkiye ji ber rola xwe ya mina pirekê, di nakokiyên di navbera Ewrûpa û Rojhilata Navîn de navbeynkareke giring e. Hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ez vêna gelekî giring dibînim. Ez bawer dikim ku Tirkiye, berî hertiştî di bin wezîrtiya derve ya Ahmet Davutoǧlu, gavên berbiçav ji bo arambûna derdorê li Rojhilata Navîn û Qefqasyayê avêt.

Tirkiye hewl dide ku li Rojhilata Navîn bibe hêzêke sereke ya herêmê. Ew hewl dide ku li gel Îran, İraq û Sûriyeyê hevpeymaniyên nû ava bike û di heman demê de bi her awayî li dijî mafên siyasî-netewî yên kurdan e. Ev hevgirtinên ku li dijî Îsraîlê ne jî, bi siyasetên derve yên YE û DYA’yê diguncin?

Bi çend rêzan ne hêsan e ku bersiv bê dayîn. Ji aliyekî ve rast e ku Tirkiye hewl dide ku rola pirekê bilîze, rola hêzeka biquwet ya herêmî. Li ser siyaseta di derbarê kurdan li hundurê Tirkiyeyê, bêguman mesele negihiştiye wê asta ku diviyabû lê bûye. Lê divê em ji bîr nekin ku birêz Erdoǧan di mehên borî de herî kêm çendîn însyatîfên giring ceribandin. Lê kurd ji min baştir dizanin ku li hemberî van hewldanan dijayetiyeke mezin ji gelek aliyan derket pêş û dijayetiya van hêzan rê li girtina DTP’ê vekir.

Di Adara bê de hilbijartinên parlamenoyê li İraqê hene. Kurd îsrar dikin ku Kerkûk beşek ji Kurdistanê ye lê ereb û dewletên cîran di vê yekê de “tehlûkeyeke kurdî“ dibînin. Hûn pêşeroja vê pirsgirêkê çawa dibînin? Şerekî navxweyi li pêş me ye? DYA’yê di vê derbarê de çi rolê dilîzin?

Eger kurd li ser wê yekê îsrar bikin ku Kerkûk beşek ji Kurdistana Federe ye, wê gavê nanokiyeke din li pêş me misoger e. Ti ereb û bêguman ti cîran wê qebûl neke ku Kerkûk bibe beşek ji Kurdistana İraqê. Di vir de metirsiyek mezin ji bo hebûna konfederal anjî federal ya yekîtiya Kurdistanê heye: Eger kurd li İraqê bi daxwazên xwe ji çarçoveyê derkevin, ewê zû anjî dereng xwe di nav aliyê binketî de bibînin. Ez bawer dikin ku wan niha serkeftinên mezin bi dest xistine û ji bo serkeftinên din divê ew gelekî hessas tevbigerin. Divê ew daxwazên xwe bi hessasî kontrol bikin û bi hessasî bibînin, ew heta kuderê dikarin bi pêş ve herin. Ne tenê ji ber Hikûmeta Bexdayê, lê ji ber ya Enqere û Tahranê jî. Bêguman amerîkî jî xwedan berjewendî ne li herêmê. Lê amerîkî jî, ku vê gavê di nava pêwendiyên xurt li gel desthilata kurdî li İraqê de ne, eger kurd bi daxwazên xwe çarçoveyê derbas bikin, wê nikaribin weke hevalbend li aliyê kurdan bimînin.

by Reşad Özkan
20-01-2010
HEVPEYVÎN Bİ UDO STEINBACH RE
Prof. Dr. Udo Steinbach: Tirkiye Ketiye Krîzeke Siyasî
www.rudaw.net/

Deutsche Version lesen
Orient Experte Prof. Dr. Udo Steinbach:
Die Türkei ist in eine Staatskrise geraten