24. Oktober 2011

Abdulazîz Muhsen: Emê jor û jêrê Kurdistanê bikin wek Almanya

Serokê Enstîtûya Dûhokê û rojnamegerê Kurd Abdulaziz Muhsen
û Serokê Komela Çandî ya Kurd li Munchenê Faxer Sindî
Kurdên li derve dijîn jî her roj rewş û geşbûnên li Herema Kurdistanê bi dil û can dişopînin. Roja 16ê Cotmehê Abdulaziz Muhsen Abdulrahim (35), Serokê Enstîtûya Dûhokê tevlî civînekê bi navê “Gêşbûn û Dahatiya Herêma Kurdistanê/Tekiliyên Bexda û Hewlerê” bû û axivî. Moderatoriya civînê Serokê Komela Çandî ya Kurd li Munchenê (Kurdischer Kulturverein) Faxer Sindî kir. Di civînê de nêzikî 80ê kes beşdarbûn gelek pirsên wan hebûn ji bo mevanê ku ji Kurdistanê hatibû. Grubek Kurd jî ji bo agahiyan ji destên yekem bigirin, ji bajarên Kielê (nezikî 900km ji Munchenê dûr e) hatibû civîna Abdulaziz Muhsen.

Serokê Enstîtûya Dûhokê û rojnamegerê Kurd Abdulaziz Muhsen di destpêka Cotmehê de bi dawetname û hewldanên Komela Çandî ya Kurd hatibû Almanya. Abdulazîz Muhsen di axaftina xwe de li ser mijarên wek “Rola jinan di civaka kurd de, yasayên ku di Parlemena Kurdistanê de derdikevin, nakokiyên di navbera Hewler û Bexda ye de û projeyên nû li Herêma Kurdistanê“ axivî.

Muhsen di destpêka axaftina xwe de hatina xwe ya Almanya bi firokeyê bi bîr xist û got “Dema di firokeyê de mîrov li jêr dinêre dibîne ku erde Almanya bi kesk hatiye xemilandin û jorê wan jî zer e. Armanca me jî ev e ku em herêma Kurdistanê wiha bixemîlînin.” Muhsen da zanîn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pir proje û yasayên nû derxistine û got asayîş û parastin her roj baştir dibe. Muhsen wiha axivî: “Kerkuk perçeyekî Kurdistana mezin e, sêdîsêd em ê meddeya 140î bicîbikin. Em ê nehelin ku berjewendî û dahatiya Kurdistanê bibin qurbana nakokiyên navbera partî û hizbên erebên şîî û sunîyan.”
Di civînê de nêzikî 80ê kes beşdarbûn
Li gor agahiyên ku Abdulazîz Muhsen dan Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha ji bo bernameyên nûkirin û avakirinê û geşbûna aboriyê, bezîrganiyê, perwerdê, mafê jin û ciwanan, malbatên şehîd û qurbanên jenosîdan, mafên mirovan, teknolojî û telekomunîkasiyon, modernkirina sîstema banka, mikro-kredî bo karsazên bi çuk, baştirkirina rewşa berhemê cotmeniyê avakirina civakeke demokrat, modern û azad û serbixwe, neft û gazê, berfirehkirina turîzmê, parastina hevwelatiyan, pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexda, av û elektirîkê û hwd. re yasayên nûh derxistine. Muhsen got, “Ango niha tişta herî girîng ew e ku wan yasayan û projê yên hikûmetê hedî hedî bi hevkariya hemû hevwelatiyan li Kurdistanê bên pêkanîn.”

Li gora agahiyên Muhsen di warê çêkirina pire û rêyan de, di van salên dawî de herêma Kurdistanê gelek pêşde çûye. “Di sala 2009ê de 235 proje bi buhayê 279.868.000.000 dînar pêkanîne.“

Kî ye?
Abdulazîz Muhsen (35), Serokê Enstîtûya Rewşenbîrî û Çandî ya Giştî li Dohukê (DIGC Duhok Institute for General Culture) û herwiha serniviskarê kovara “Sinela“ ye. Ew di sere Cotmehê de ji bo hinek civîn û semineran ji aliyê Komela Çandî ya Kurd li Munchenê hatiye dawetkirin. Abdulaziz Muhsen ji bo kar û barên xwe yên ji bo mirovihiyê heta niha ji xelata nivîskaran bigrin heta xelata Wezareta Derve ya Amerîka nezikî 17 xelat vergirtine.

Di sala borî de jî Abdulazîz Muhsen ji bo projeyekê bi navê “bingeha rahejandinê” ji aliyê Komela Alîkariya ji Mirovan bo Mirovan (Verein Hilfe von Mensch zu Mensch e.V.) hatibû davetkirin. Komela navborî alîkariya Kurdên ku ji Almanya, Amerîka, Kanada û welatên Europa wedigerin Kurdistanê dike û Abdulazîz Muhsen jî hevkarek vê komelê ye li Duhokê.

Ev komel bi “Komela Demokrasiya nû bo Kurdistanê” re jî hevkariyê dike. Li bajarê Duhokê 15 şaxên Komela Demokrasiya nû bo Kurdistanê û navendek Civanan hene. Bi alîkariya van saziyan, Kurdên rewandê yên li derveyî Kurdistanê dijîn, yên şûnde vedigerin gund û bajarên xwe divê di civaka Kurdistanê bên entegrekirin.

Di sala borî de Muhsen bo karên xwe yên warê mirovatiyê de li Munchenê xelata “Verein Hilfe von Mensch zu Mensch e.V.“ jî wergirtibû. Di rojên peşiya me de jî Muhsen wê di gelek semîner û civînan de Kurdên li Ewropa dijîn, derbarê rewşa herêma Kurdistanê de agahdar bike./
Reşad Ozkan (Munchen) - 23/10/2011

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...