24. Oktober 2011

PSK xwe ji bo pêşerojê nû dike

Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
(PSK) Mesud Tek
Sekreterê giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesud Tek roja 15ê Cotmehê li Almanya, li bajarê Munchenê beşdarî konferanseke bi navê “Encamên 9. Kongreya PSKê, Biryarên Wê û Pêşketinên li Kurdistanê“ bû.

Tek balê kişand ser pêşketinên li hemû perçeyên Kurdistanê û girîngî da diyaloga navxweyî. Mesud Tek derbarê konferansa PSKê ya 9-mîn de agahî dane beşdarvanên konferansê û got: “Konferansa partiya me bi serfîrazî hat li dar xistin. Li Rojhilata Navîn li aliyekî ‘buhara ereban’ derbas dibe li aliyekî din jî şoreşa Kurdistanê li her perçeyan pêşdikeve, gêş dibe. Berjewendiyên başûr li ber çavan in. Em li Kurdistana Bakûr di rewşeke pir zor û tevlihev de derbas dibin. Me di kongreya xwe de xebatên borî nirxandin û ji bo xebatên dahutî me gelek biryarên teybet girtin. Divê partiya me PSK xwe di warê bingeha ideolojîk û cemaverî de nû bike, ez dikarim bêjim xwe nû jî dike. Dijmin naxwazin mafên Kurdan yên netewî û demokratîk bidin. Le belê wê statukoya li Kurdistanê tekbiçe, bo têkçûna vê statukoyê û rzgarbûna gelê kurd yekîtiya kurdan ya navxwe pir girîng e. Divê diyaloga navxweyî bê xurtkirin. Me di kongrê de di van mijaran de biryarên nû girtin. Di demên dahatî de li ser vê bingehê wê tekoşîna me bi çalakî û rêbazên aştiyanê berdewam bike.“

Konferansa ku li Bergmannstr.35ê de ji aliyê Komkar-Munchenê ve hatibû li dar xistin, di saet 6ê evarê de dest pê kir û heta êvarê berdewam kir. Di konferansê de nezikî 50 kes beşdarbûn û Tek piştî axaftina xwe pirsên beşdaran jî persîv dan./Munchên/RO

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...