3. Dezember 2011

Munchen - Diyarbakir: Li Munchenê şanoya dokumenter ya almanî û kurdî

Şano: Projeya Munchen-Amed
Di rojên 1., 3. û 4ên vê mehê de şanoya bi navê “Munchen-Amed“ li salona Şanoya Şaredariya Munchenê, di Maximilianstraße 28ê de bo temaşevanan tê pêşkeşkirin.
Li Munchenê şanoya dokumenter ya almanî û kurdî. / Wêne:Andrea Huber
“Eger ev şano tenê li Munchenê jî bê pêşkeşkirin divê li hemû Almanyayê bê fahmkirin.“

Munchen: Li gor agahiyên derhênera Projeya Munchen-Amedê Christine Umpfenbach wan xwestiye herdu şano bihev re di çerçovaya 50. saliya koçberiya Kurd û Tirkan de li Munchenê pêşkêş bikin lê got, “Şanoya Dewleta Tirkiyeyê ji ber berjewêndiyên siyasî destê xwe ji kar kişand û Şanoya Munchenê tenê hişt. Amed nebû, lê em ê şano li Munchenê pêşkêş bikin.“

Şanoya almanî û kurdî di rojên 1., 3. û 4ên Kanûnê de di saet 20:00 de di salona Werkraumê de tê ser dîkên şanoya  Munchener-Kammerspiele. Leystikvan Gulbahar Arslan, Rozerin Arslan, Lasse Myhr, Çigdem Teke, Christine Umpfenbach, Malte Jelden, Karnik Gregorian e û rejiya şanoyê Christine Umpfenbach dike, herwiha karên din jî wek kostum û teknîkî ji aliyê Jil Bertermann, Bettina Werner, Karnik Gregorian, Malte Jelden, Werger Tunay Onder, Sabrina Schmidt tê kirin.

Nexwestin dramaya malbata kurd hebe


Di Çileya 2007ê de Şanoya Şaredariya Munchenê (Kammerspiele) bo tevlîbûna projeyek ji Şanoya Dewleta Tirk (Devlet Tiyatrosu) ya li Amedê teklîfekê digre.


Nêzikî 3 salan herdu şano bi alîkariya Enstîtûya Gothe li formek digerin. Di Hezîrana îsal de tîmekî şanoya Munchenê serdana Enqerê û Amedê dike. Di çentê tîmê de çîroka koçberiya malbatek kurd ji Munchenê û kokdamarên wan ên li Amedê hene. Herdu şano, diviyabû bo avakirin û pêşkêşkirina li Munchenê û Amedê, bihev re li ser konseptekê kar bikin.
"Serokê Enstîtûya Gothe ji serokê şanoya
dewleta tirk Atatürk heznekir". Wêne:Andrea Huber
Lo gor agahiyên derhênera Projeya Munchen-Amedê Christine Umpfenbach diviyabû herdu şanoyan bihev re projeya Şanoya Munchen-Amedê pêşkeşbikira, lê belê Şanoya Dewleta Tirk, destê xwe ji kar dikişîne û şanoya Munchenê tenê dihêle. Umpfenbach wiha dom dike: “Me pêşî nezanî ku armanca wan têkçûna projeyê ye. Di serî de têkiliyên me baş diçûn. Em çûn Enqerê û ji wir me berê xwe da Amedê. Rêvebirên Devlet Tiyatrosu ya Amedê ji me re gotin, ‘jiber ku jiyana malbatek kurd tê ser sahnê û qala işkence û binçavkirinên siyasî tên kirin, biborînin em nikarin bi we re kar bikin. Li gor talimata ku ji Enqarê hatiye, divê em hevkariya xwe bi we re qut bikin.‘ Em şok bûn û paşê vegeriyan Munchenê.“

Dramaturgê projeya Şanoya Munchenê Malte Jelden jî bo Rûdawê got bi çi awayî bibê ew ê karê xwe dombikin û li Munchenê lîstike bînin ser sahnê. “Daxwaza rêvebirên Şanoya Dewleta Tirk li Enqerê ew bû ku em jî dest ji wê projeyê berdin. Wan nedixwest rewşa kurdan li Amed û Munchenê bê ser sahnê û hewl dan projeya me sansûr bikin. Li gor me tiştên ku wan dixwest li dijî azadiya hunermendiyê bû. Em dixwazin nîşanî temaşevanên xwe bidin ka çima malbata kurd ji Amedê barkiriye Munchenê. Em li Amedê li hîmên malbata kurd digerin.“

Jiber di wê demê de li Amedê û derdora wê tansiyona siyasî herku diçû bilind dibû, rêviberên Enstîtûya Gothe biryara Enqere ji xwe re wek tehluke dibînin û destê xwe ji karê projeya Şano ya Munchen-Amedê dikişînin. Tîma Munchenê dev ji Amedê berdide lê dest ji projeya xwe bernade û karê xwe berdewam dike û di rojên 1., 3. û 4ên vê mehê de şanoya bi navê “Munchen-Amed“ wê li salona Şanoya Şaredariya Munchenê, di Maximilianstraße 28ê de bo temaşevanan bê pêşkeşkirin.

Karnik Gregorian, Malte Jelden û Christine Umpfenbach./Wêne:RO/Rûdaw
Naveroka lîstika şano

Nifûsa Amedê nêzikî 2 milyon in. Ji sedî 80ê rûniştevanê bajêr kurd in. Bêkarî pir bilind e. Bandorên şer li ser mirovan berdewam dike. Zordarî û siyaseta cuntaya 1980ê li ser Amedê û civaka kurd bi çavan tên dîtin. Li derdor û hundirê  bajêr leşker, polîs û tanq digerin, gelê Amedê ji aliyê dewletê ve tê kontrol kirin. Bajar wekî şîr di beroşê de dikele. Teqîn nêzîk e. Binçavkirin, îşkence û nerazîbûn bûyerên rojane ne.
Di heman demê de çîroka Gulbahar û a malbata wê – ji ber pirsgirêkên siyasî welatê xwe terikandiye -  tê nîşandan. Munchen – Amed dîrokek ya jihevdurkirin û cûdabûnê  ye. Munchen – Amed dîroka têkoşîna bo nasnameya kurdî li Almanya û li Tirkiyeyê ye. Herwiha dîroka lihevhatina Kurd û Tirkan e jî. Videovanê projeyê Karnik Gregorian dibejê: “Eger ev şano tenê li Munchenê jî bê pêşkeşkirin divê li hemû Almanyayê bê fahmkirin.“

Reşad Ozkan/Munchen
Li Munchenê şanoya dokumenter ya almanî û kurdî
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/art/10475.html