6. Februar 2012

Siyasetmedarê kurd Kardo Mihemed: İraq êdî nikare erîşî Kurdistanê bike


"Divê hemû partiyên di parlamentoyê de bi hev re pirsgerekên heremê çareser bikin".Wêne:RO/Rûdaw
Munchen (Rûdaw) - Siyasetmedarê kurd û Serokê Fraksyona Goran li Parlementoya Herema Kurdistanê, Kardo Mihemed, heftiya borî ji bo serdanekê li Almyanyê bû û li Komela Kurdan a li Munchenê tevlî civînekê bû û Kurdên wî bajarî derbarê rewşa li Başûrê Kurdistanê agahdar kir.

Kardo Mihemed îna borî (27.01.2012) tevlî civînekê Kurdên Munchenê bû û piştî civînê ji rojnamêya Rûdawê re ragehand ku dewleta Îraqê êdî nikare erîşî Kurdistanê bike û wiha berdewam kir: “Em welatekî azad in û pêwîstiya civaka kurd bi çaksaziyên rastîn heye û divê hemû partiyên di parlemenê de bi hevre pirsgerekên heremê çareser bikin.”

Kardo Mihemed bal kişand ser rewşa li Başûrê Kurdistanê û rexne li Hikûmeta Herêmê kirin: “Bi bîr û baweriya partiya Goran ev hikûmetên ku di bin kontrola PDK û YNKê de ne, nikarin pirsgirêkên niha li Herêma Kurdistanê çareser bikin û divê hemû yasayên di parlemena heremê de tên qebul kirin, ne li ser kaxizan bimînin. Pêwîstiya gelê kurd bi çaksaziyên rastîn yên siyasî, aborî û civakî heye. Em niha di opozîsyonê de ne û em hezekî pirr xurt in û 25 kursiyên me hene. Armanca me ya yekemîn ew ê ku civak û Parlemena Kurdistanê bên demokratîkkirin û di rêya medenî de peş de herin. Divê hezên asayîş, Peşmerge û arteşa kurd ne di bin kontrala partiyan de bin. Ew hezên netewî divê rasterast giredayî Parlemena Kurdistanê bin. Divê hemû saziyên parlemenê û yên Herema Kurdistanê li gora sîstemek demokratîk kar bikin û bixebitin.”

Li ser pirsa pêşeroja Herema Kurdistanê, muhtemelekî dîsa dagirkirina axa Kurdistan ji aliyê arteşa Îraqê û tekiliyên bi Baxdadê re jî, Kardo Mihemmed wiha nerînên xwe anîn ziman: ”Ez bawer nakim ku plan û dolabên Îraqê bo dîsa dagirkirina axa Kurdistanê hebin û niha jî ev hêza wan jî tune ye. Dewleta Îraqê edî nikare erîşî me bike. Mesela Kerkûkê jî divê bi ecelê bê çareserkirin û maddeya 140 divê bê bicîhkirin. Kurdistan îro welatekî azad e le belê pirr pirsgirêkên me yên navxweyî hene, ji bo wê jî divê civak û Parlemena Kurdistanê bên demokratîzekirin û ew kar jî karekî pirr giran û dûr û dirêj e. Bo geşbûna edalet û civakî jî divê qazancên ji ax û aboriya Kurdistanê bi rêyek edaletî bên belavkirin, parvekirin. Em niha di parlemenê de dikarin li ser butçeya netewî gengeşiyan bikin, di dema tunebûna opozîsyonê de ew hevdîtinên gengeşiyê li ser butçeya netewî nedihatin kirin û ne mimkun bûn.”

Kardo Mihemed roja yekşêmê jî tevlî civîneke Komela Koçberên Kurd (OKM) bû ku tê de nezikî 80’ê kes beşdar bûn. by Reşad Ozkan


 Kardo Mihemed: İraq êdî nikare erîşî Kurdistanê bike
URL: http://www.rudaw.net/kurmanci/kurds/11580.html

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...