20. Dezember 2015

HEVPEYVÎN BI BLOGGERÊ KURD ZINARÊ XAMO RE

Nivîskar û bikaranêrê çalak yê medya civakî Zinarê Xamo:
Nivîsandin şerê li hemberî bindestiyê ye

"Di dîrokê da ev cara pêşî ye teknîk fêydeyeke hewqas mezin digihîne kurdan. Bi saya medya sosyal em bûn yek milet, me bêtir hevûdu nas kir û ji hevûdu fêm kir. Em ziman û devokên hev fêr bûn û fêr dibin. Me dengê hev bihîst û sûretên hev dît."

Reşad Ozkan/BasNûçe
www.bas-haber.com
Nivîskar û bikaranêrê çalak yê medya civakî Zinarê Xamo wiha dibê, “Ji bo min nivîsandin şerê li hemberî bindestiyê ye, liberxwedan e, têkoşîna li hemberî dagirkeriya welatê min e. Xebat û têkoşîneke mitewazî ya ji bo azadî û serxwebûna welatê min e. Welatê min di bin dagirkeriyê de ye û kurd li her çar perçeyên Kurdistanê di şerekî man û nemanê de ne. Li seranserê Kurdistanê liberxwedaneke bêhempa heye. Di demeke wiha de wek kurdekî ez naxwazim bêdeng bimînim û li terora dijmin temaşe bikim.” Blognûs û çalakê medya civakî Xamo ku gelek şopînerê wî hene û li welatên biyanî di derheqê her cûre meseleyên kurdan de dinivîse, giringiya nivîs û blognûsiyê û bikaranîna pênûsê de pirsên me bersivand. Xamo ji roja 30 Îlona 2007’an virde ye bi navê zinarexamo.blogspot.de dinivîse û her dinivîse. Xamo û blog êdî nêynûg û goşt in.
Tu tenê bi kurdî dinivîsî û naxwazî tu kes nivîsên te bi tirkî şîrove
bikin, çima?

Bloga min bi kurdî ye, divê şirove jî bi kurdî be. Ez bi kurdî dinivîsim. Kesên nivîsên min şirove dikin tê wê maneyê ku bi kurdî dizanin, nivîs xwendine. Loma jî divê şirove jî bi kurdî be. Bi kurdî bixwîne û bi tirkî şirove bike ez qebûl nakim. Yê bi kurdî xwend divê bi kurdî jî şirove bike. Ne şert e bi kurmancî bike, bi kîjan
lehçeya kurdî dike bila bike. Lê kurdî be, tirkî, erebî û farisî qebûl nakim. Û ya din
jî heger ez destûrê bidim yekî, ew ê hefsar ji destê min derkeve, piraniya şopînerên min ew ê bi tirkî binivîsin. Ez naxwazim iştekî wiha biqewime. Wek kurd, wek nivîskar wezîfeya min xizmeta ji minê re ye. Jixwe armanceke min a din jî xizmeta ji kurdî re ye.

Mebesta te ya vekirina blogê çi ye?

Hin kes dikanin di bloga xwe de rê bidin tirkî-kurdî û hin zimanên din jî. Lê hedefa min ne ew e, bloga min ne platformeke wiha ye. Min xwe bi kurdî sînor kiriye. Ez naxwazim bi tirkî binivîsînim, loma jî şiroveyên tirkî jî qebûl nakim. Ez
dixwazim xizmetê ji kurdî re bikim, heger mimkûn be çend kurdên kurdînezan fêrî kurdî û nivîsîna kurdî bikim. Kurdî di nava kurdan da belav bikim…

Peyama te ji bo xwendevanan çi ye çima navê malpera bloga te “hindikrindik” e?

Hindik-Rindik him navê quncika min ê rojnameya Armancê bû û him jî navekî xweş e. Ev nav di Hawarê de hebû. Me di dema Armancê de ji wir îlham wergirt. Û dû re jî di malpera Netkurdê de min wek navê quncika xwe ya pêkenînan bikaranî. Yanî ez çûm ku navê “hindik-rindik” jî tim da dû min. Loma jî min navê bloga xwe jî kir “hindik-rindik”. Navekî balkêş e û tam li gorî nivîsên kin e, lê bi piranî ez li gorî navê blogê hereket nakim. Navê bloga min “hindik-rindik” e, lê nivîsên min gelek caran dirêj û nerindik in…

Tu kengî dinivîsî û çawa ji blogê re demê vediqetîni?

Li ciyê kar ligel ku qedexe ye û şef carê min hişyar jî kir lê dîsa jî ez di her fersendê de ez dinivîsim, facebooka xwe taqîp dikim. Jixwe heger li ciyê kar nenivîsim, li mal wextê min ê nivîsê bi şev herî zêde 2-3 saet in. Ew jî divê ez pir efektîv bim û bi program hereket bikim. Ew jî gelekî zor e.Piştî kar seet li dora 18.00 digihîjim malê. Ê xwarin e, carnan çêkirina şîvê ye, alîkariya xanimê ye, welhasil saet dibe 19.30. Di vê saetê da di telewîzyona Swêd de nîv saetê li xeberên swêdî guhdarî dikim. Virde wêde saet ji heştan derbas dibe. Êdî wextê xwendinê, nivîsînê û blogê tê. Bi lez bala xwe didim hin malperên kurdî û tirkî yên nûçeyan, carnan bala xwe didim hin telewîzyonann jî. Yanî bi şev du sê saetên min bi vî hawî, bi xwendin û nivîsînê derbas dibin.

Tu li ku û kengî dikarî baştir binivîsî?

Cî zêde ne muhîm e, lê dibê tenê bim, bêdengî hebe. Di demên din da jî kanibim
binivîsim û dinivîsim jî, lê ne wek wextên tenêtî yê.Wexta min ya herî berhemdar
û li gorî dilê min, saetên(22.00) piştî raketina xanimê ye. Piştî vê saetê li salonê
bêdengiyek total heye û ez û computer bi tenê ne. Bêyî dengê tikîna tûşan dengekî din tuneye. Di vê tenêtiyê û bêdengiyê da hestên min radibin pêdarê û di serê min da fikir li binguhên hev dikevin. Piştî nivîsîna hevoa pêşî êdî nivîs qediya ye. Ya herî zor hevoka pêşî ye, dibê ew li gorî dilê min be. Dema hevoka pêşî ne li gorî dilê min û seqet be, ya jî zeîf be, ez derdikevim derve û cixareyekê dikşînim û ban fikran dikim. Ya jî diçim qahweyekê didim ser. Fêdeya qahwa tahl çi çayê zêdetir e, qahwe baştir hiş li serê min top dike…

Tu ji bo çi dinivîsî?

Pirseke zor e û bersîva wê jî ne hêsan e. Bersîva, ”meriv çima û ji bo çi dinivîse?”, bi rastî jî pir zor e û li gorî her nivîskarî û her bloggerî bersîveke xwe heye û diguhere. Ji bo min nivîsandin şerê li hemberî bindestiyê ye, liberxwedan e, micadeleya li hemberî dagirkeriya welatê min e. Xebat û têkoşîneke mitewazî ya ji bo azadî û serxwebûna welatê min e. Welatê min di bin dagirkeriyê deye û kurd li herçar perçên Kurdistanê di şerekî man û nemanê da ne. Li sernaserê Kurdistanê liberxwedaneke bêhempa heye. Di demeke wiha da wek kurd ez naxwazim bêdeng bimînnim û li terora dijmin temaşe bikim. Yanî ez nivîsandinê wek liberxwedanê, wek şerekî li hemberî hêzên dagirker dibînim. Hinek ji bo welatê xwe canên xwe feda dikin, hinek jiyana xwe di zindanan da diborînin. Ji min jî ev tê. Ez dikanim binivîsim û loma jî wê dikim. Sedemeke din jî ez ji nivîsandinê hez dikim, kêfa min ji nivîsandinê re tê. Wek însan ez dixwînim, dibihîzim, dibînim. Û bi min ra hin his peyda dibin, di serê min da hin fikir çêdibin. Ez dixwazim van hestên xwe, van fikrên xwe bi riya nivîsê bidim der,
bi kesên din ra par ve bikim. Bi kurtî gava bawer dikim ku gotineke min ya
ez bibêjim heye, ez dinivîsim.

Wek blogvanêkî tu rewşa kurd û Kurdistanê îro û di pêşerojê de çava dibînî?

Bi dîtina min, rewşa kurdan li gorî deh sal, bîst sal berê gelkî baştir e û em îro ji her demê bêtir nêzî azadiya xwe bûne. Lê vê nêzikbûna azadiyê barê me girantir û dijminên me jî hovtir kiriye. Loma jî ji berê bêtir êrîşî ser me dikin. Lê ev êrîşên wan nîşana xurtiya me û qelsiya wan e. Ew çi bikin jî ew ê nikanibin kurdan wek berê bindest bihêlin. Pêşeroj ya miletê kurd e, ew çi bikin jî em ê zincîrên bindestiyê bişkînin û bigihîjin azadiya xwe.

Medyaya civakî (social media) Facebook, Twitter, Blog hwd.. li ser civak û siyaseta kurd guherînên çava çekirine?

Bi dîtina min tesîrên pir pozîtîf kirine. Sînorên dijminên me danîbûn êdî bêtesîr û bêmane bûne. Kurdek li Silêmaniyê, yek li Mahabadê, yek li Qamîşloyê û yek li Diyarbekrê li mala xwe rûdine û bi hev ra dipeyivin, nivîsên hev dixwînin, dîtinên hev fêr dibin û ji hev muteesîr dibin. Ji bo kurdan, ji bo miletekî bêdewlet ev îmkan şoreşeke mezin e. Vê teknîka nuh, medyaya sosyal di warê fikrî û siyasî de yekîtiya kurdan çêkir, hestên kurdayetiyê û girîngiya yekîtiyê bi kurdan re xurt kir. Di dîrokê da ev cara pêşî ye teknîk feydeyeke hewqas mezin digihîne kurdan. Bi saya medya sosyal em bûn yek milet, me bêtir hevûdu nas kir û ji hevûdu fêm kir. Em ziman û devokên hev fêr bûn û fêr dibin. Me dengê hev bihîst û sûretên
hev dît. Bi kurtî vê teknîka nuh hestên me yên perçebûyî ji nuh cebirand, bi hev ve keland, bendên di serên me da hilweşand, bi kêmanî derz lê xist…

Dema ku ti dinivîsî, ma gelo tu bi swedî an jî bi kurdî difikîrî?

Ez bi zanîn bi tu zimanekî din nafikirim, heta ji min tê bi kurdî difikrim û bi kurdî dinivîsim. Loma jî hemû xwendevan ji zimanê min, ji hevoksaziya nivîsên min razî ne. Ez ji cumleyên dirêj, tevlihev û gotinên naylon hez nakim û bi kar jî naynim. Zimanê min sade û basît e. Dixebitim ku wiha be, ji bo têgihîştina nivîseke min dibê xwendevan li ferhenga negerin. Dibê xwendevan ji kurdî veneciniqin, netirsin. Dema dinivîsim hizreke min ya wiha heye.

http://basnews.com/index.php/tr/interviews/156963
Reşad Ozkan/BasNûçe 13 - 19 Nîsan 2015, Hejmar 49
www.bas-haber.com
****
BLOG ÇI YE?
Blog cureyekî rojnivîs an malpera rojnamegeriyê li ser înternetê ye. Peyva blog ji înglîzî "web" û "log" pêk hatiye. Nivîskarekî ku bi giştî gotarên xwe li blogekê belav dike jê re blogger dibêjin.
http://de.wikipedia.org/wiki/Blog

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...