20. Dezember 2015

Nivîskarê kurd Helîm Yûsiv:Ji siyasetmedarên kurd re hestên netewî lazim e

HEVPEYVIN


Ji siyasetmedarên kurd re hestên netewî lazim e

Reşad Ozkan/BasNûçe 26 Tîrmeh - 01 Tebax 2014
www.bas-haber.com

Nivîskar Helîm Yûsiv ku di warê wêje ya kurdî navê wî pir tê xwendin diyarkir ku heta dewl...eta kurdan çênebe, yan jî kurd negihên azadî û serbestiyê û zimanê wan nebe zimanê perwerdeya fermî û fêrbûna vî zimanî nebe cihê berjewendiyên xelkê, wê ne ziman û ne jî wêjeya kurdî nikaribe têkeve rewşeke normal.


Yûsîv ku li Helebê beşa hiquqê kuta kiriye û neçarî sirgunêyê bûye, di derbarê wêje, pirsgirêkên kurdan yên navxweyî, serxwebûn û di warê ziman de pirsên me bersivandin.

Ew 15 salin çapa yekemîn ya romana te ya bi navê ‘So­barto’ di destê xwîneran de ye. Tê gotin ku çapa duyemîn tê amadekirin. Ma sînorên ‘Sobarto’ di kuda destpêdikin û yên Amûda xweş û şîrin li kude dawî dibin?

Ne tenê Sobarto, belê çapa diduyan ji hemû berhemên min ji nav weşanên PEYWENDê der­dikevin. Demeke dirêje ku çapa yekê ji pirtûkên min qediyabû. Ji bilî "Mirî Ranazin" ku ew çapa sisiyane, wekî din min bi weşanxaneya Peywend re li hev kir, ku çapa diduyan ji hemû pirtûkên min derxîne. Heta niha çar pirtûk derketine û Sobarto jî ya pêncane di vê rêzê de ku wê van ro­jan derkeve. Sobarto ji bo min hemû cîhane û Amûdê jî di nav de, ji ber vê, cografiya Sobarto sînorên hemû bajaran derbas dike û xwe berdide nav cografiya rih û giyanê mirov. Ew hem cihekî dîrokî ye ku Kurd lê dijîn û hem jî cihekî sembolîke, ku dikare bibe her cih li her devera cîhanê. Silê­man , kesê sereke yê romanê, jî wisa dikare bibe her kes li her deverê.

Tu li derveyî welat dijî. Ji sala 2000’î ve weke penaberekî li Elmanya’yê dijî. Encamên bandora jiyana li derveyî welat li ser nivîskarên kurd çawa ye? Pêwendiyên te bi Rojava’yê Kurdistanê rê hene – Tu diçî welat û têyî?

Ji bo xwe dikarim vê bibêjim, ku bandora jiyana li derveyî welêt li ser min du alî ye. Aliyek heye ku mirov dikare wekî "dûrketina ji çavkaniyên sereke" bi nav bike. Dema mirov li welatê xwe bijî, di nav civak û malbat û heval û dostên xwe de be, ew dever, ew derûdor jêre dibin çavkaniya hemû çîrok, çîvanok û gelemşeyên jiyana rojane ku bi sedan meteryalên nivîsandinê di nav de têne dîtin. Bi gotineke din, nivîskarê ku di nav civaka xwe de li welêt dijî, ew ji çavkaniyên xwe yên nivîsandinê ve nêzîke. Wisa jî derketina ji welêt nivîskar ji wan çavkaniyan dûr dixîne û hêdî hêdî ew çavkanî ji bo wî zuha dibin û dimiçiqin û tenê bîranîn dimînin. Aliyê din jî ew e, ku welatê nû dikare bibe sedema berfirehkirina asoyên nivîskarekî û bibe çavkaniya mijarên nû û nivîsandina wî bike xwedî çêjeke cihê. Ez yek ji wan nivîskaran im, ku nikarim li ser mijarekê ku di rihê min de cih negirtibe binîvisînim, wisa jî ez nikarim li ser birînekê ku ez neêşandime binîvisînim. Xerîbî jî ew birîne, eger ku ez di hundirê vê birînê de nejiyama û vê birînê di hinavên min de cih negirtiba, min nikarîbû li ser binîvisînim. Weku mînak, pirtûka mina çîrokan "Ausländer beg" yek ji encamên vê derbideriyê ye. Eger li welêt bimama, minê nikarîba ev berhem binîvisanda.

Bi Rojava re peywendiyên min ên "rûhî" giyanî hene, wisa jî yên mal­batî. Roj bi roj rewşê dişopînim. Ev pazde sal in, ku min Amûdê nedîtiye, min bêriya toz û tirabêlka wê, kevir û kêstekên wê, kuçe û kolanên wê û berî her tiştî jî bêriya mezelê wê, kiri­ye. Berî pazde salan li Amûdê diyek min û bavekî min hebûn. Niha tenê du gorên sar di nav mezelê Amûdê de, li ber Girê Şermola yê herifî, li benda min in.

Nivîskar û rewşenbîrên kurd çima bi dil û can xwedî şoreşa Rojava’yê Kurdistanê û serx­webûna Başûrê Kurdistanê dernakevin û ew jî di nav xwe de weke partiyên me parçe parçe ne?

Mirov nikare hemû nivîskar û rewşenbîrên kurd têxîne yek selikê û wan wekî "kategoriyekê" binirxîne. çawa ku di nav berber û terzî yên kurd de, di nav ajovanên teksiyan û dikandarên kurd de, di nav karkerên avahiyan û beqal û bacanfiroşên kurd de, kesên cur be cur û ji kategoriyên cihê hene, wisa di nav rewşenbîr û nivîskarên kurd de jî kesên cur be cur û cihê hene. Wisa jî yên ku piştgiriyeke ji dil didin şoreşa Rojava'yê kurdistanê û heta dawî li serxwebûna Kurdistanê xwedî der­dikevin hene, lê yên ku dijminayiya şoreşa Rojava ji xwe re kirine kar jî hene. Yên ku ked û xwînê didin hene û yên ku wê kedê tarûmar dikin û wê xwînê ji xwe re di bazara firotina helwestên siyasî de bikar tînin hene. Ji ber vê, ez vê pirrengiya rewşenbîr û nivîskarên kurd heta radeyeke mezin xwezayî û normal dibînim, lê ez van rûdanên bê ast yên ku di qada ewşenbîriya kurdî de ne normal dibînim. Ji ber ku divê asta gotara rewşenbîrî hinekî din bilind be, wisa jî têgihiştineke neteweyî li cem wan, ji beşê din ên civakê bêhtir be. Lê, li cem nivîskarên kurd, wisa jî li cem siyasetmedarê kurd, hestên neteweyî lawaz in. Hestên wan yên malbatî û eşîrtî û yên partîtî di ser berjewendi­yên neteweyî yên giştî re têne girtin. Ji ber ku partî di ser netewê re ye, tu dibînî ku di qonaxên herî hestiyar, tirsnak û çarenûsî de, dîsa jî hevdu nagirin.

Îro rewşa “penûsa kurd” di kîjan qonaxê de ye? Gava ku meriv qala edebiyata kurdî dike, çi tên bîra te?

Heta dewleta kurdan çênebe, yan jî kurd negihên azadî û serbestiyê û zimanê wan nebe zimanê perwerdeya fermî û fêrbûna vî zimanî nebe cihê berjewendiyên xelkê, ewê ne ziman û ne jî wêjeya kurdî nikaribe têkeve rewşeke "normal". Ez vê qonaxê ji bo pênûsa kurd rewşeke awarte dibînim û li gor vê rewşê hedan nakeve van çend pênûsên kurdî ku hene û her ku diçe bêhtir berheman diafirînin, ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Ez bûme şahidê du qonaxan, yek jê ew e, ku min di­karîbû hema hema hemû berhemên kurmanciyê bişopînim û ya din jî ew e, ku mirov niha nema di ber re digihê. Gava qala edebiyata kurdî dibe peyva "bêxwedî" tê bîra min. Wêjevanê kurd wêjevanekî sêwî ye, bê piştgirî, bê xelat û bê dê û bê bav e. Edebiyata kurdî çîroka folklorî ya metelokekê tîne bîra min. Lawazî ke­tibû rengê mêrekî û dabû pey nivîsk­arekî kurd, heta ew di quncikekê de zeft kir û ew da ber kulm û pêhnan. Derbên xedar li zikê wî dixistin, wî jî digot; ax pişta min. Jê re gotin; derb li zikê te dikevin, tu dibêjî; ax pişta min. Nivîskarê kurd gotina xwe ya dawî jê re got; eger pişta min heba, te nikarîbû wisa li zikê min xista.

Mirov dikare qala “romana modern” ya kurdî bike?

Belê, mirov dikare. baweriya min ew e, ku ev nifşên nû ji nivîskarên kurd dikarîbûn heta radeyekê bi pêlên nûjenî û modernîzmê re biguncin. Her çendî wan xwendina xwe û agahdarî û xwendina wêje û edebiyata dinyayê bi zimanê din tirkî, erebî û farisî, wergirtibin, lê dîsa jî hewildanên afirandina berhemên di asteke bilind de nehatine rawestan­din û her berdewamin. Dibe ji hêla hejmarê ve hindik bin, yan kêm bin, lê ev nayê wê wateyê ku ji hêla asta wêjeyî, edebî û hunerî ve jî kêmin.

Te li Helebê zanîngeha huquqê qedandiye û tu roman­nivîs î. Hiquqnas û hêdanvan (edebiyatvan): Herdu beş bi çi avayî bi hevra diherin?

Ji bilî ew çend salên xwendina fakulteya hiqûq li zanîngeha Helebê, ti têkiliya min bi hiqûqnasî û qada mafnasî û parêzeriyê re tune ye. Min dixwest li Elmanyayê xwendina xwe ya bilind dewam bikim, lê mercên pe­naberiyê destûr nedan min û ez bi temamî ji wê qadê bidûr­ketim. Karê ku niha dikim jî, di navendeke wergerê de li ba dezgeha karûbarê întegrasyonê ya girêdayî Diakoni-Wuppertal, ti têkiliya vî karî bi xwendina mina hiqûq re nîne. Min ji bo vî karî li Elmanyayê sal û nîvekê perwerde dîtibû, ji ber vê ji bilî vî karî piraniya dema min bi nivîskarî û mijûlbûna bi wêjeya kurdî re derbas dibe.

Rejîma Baas ya Esed wê kêngê bê hilweşandin? Kurd û ereb mumkun e ku di dahatûyê de ji­yanek bi hev re berdewambikin?

Ev rewşa ku Sûriyê tê de ye, derî li ber pêkanîna hemû senaryoyan vekirî dihêle. Wisa xuya ye ku temenê rêjî­ma Esed ji texmîna her kesî dirêjtir derket. Vaye di nav laşên dused hezar kuştî de û bêyî milyonên koçberên derveyî sînorên Sûriyê, ji nû ve hilbijartin pêk anîn û cirra xwe ji bo cara sisiyan li des­thilatdariyê xweş kir. ji roja roj ve, xuya bû ku wê rêjîm bê desttêwer­dana hêzên derve, neyê hilweşandin û wisa jî bû. Ji bo kurdên rojava, baweriya min ew e, ku gava dîrokî ya herî mezin û bi nirx avakirina hêzeke çekdar bû, avaki­rina hêzên parastina gel YPG bû. Ev cara yekeme di dîroka kurdên rojava de ku dibin xwedî hêz û dikarin bi destê xwe û bi hêza zarokên xwe xwe biparêzin û eger ji bo siberoja Sûriyê garantiyek ji misogerkirina bidestxistina hin mafan hebe, dîsa wê bi saya hebûna YPG be. Hêviya me ji wan heye ku karibin ji çarçoveya xwe ya teng derkevin û bibin hêzeke neteweyî ya hemû kurdên rojava. Wekî berê ereb serdest û kurd bind­est, kurd û ereb wê nikaribin bi hev re berdewam bikin. ew qonax êdî li paş ma. Di Sûriyeke demokrat de ku mafê kurdan tê de misogerkirî be û ew jî mîna ereban xwedî mafên xwe yên bingehîn bin, wê kurd karibin bi ereban re di hundir yek welatî de bijîn. Yan jî wê Sûriyê perçe bibe û bibe sê dewlet, yan jî wê alozî dewam bikin û her yek û hêza xwe. Tiştê ku rewşa dawî eşkere kiriye ev e; gotin gotina hêzê ye û yê ku hêza wî tune be, wê ne deng û ne jî rengê wî hebe.

Kurdistan weke behra avê ye. Qey dema tîbûna kurdan bo serxwebûnê hîn nehatiye? Kurd çima li Rojava bo serx­webûnê berxwenadin? Çima xwîna xwe bo ‘kantonan’ dirêjin?

Divê em du tişta ji nav hev derxin. Yek jê maf, weku têgeh, ya din jî maf, weku pêkanîn. Bi vî awayî, serxwe­bûn mafekî miletê kurd ê xwezayî û rewa ye. Lê heta çi radeyê şert û mer­cên navneteweyî û yên herêmî ji bo pêkanîna vî mafê alîkarin. Li Başûrê Kurdistanê, bi ketina DAIŞ ya Mûsilê re û piştî ku pêşmergeyan Kerkûk û herêmên Kurdistanê yên din bidestxwe ve anîn, zemîneke pir baş ji bo serxwebûna başûrê Kurdistanê hate holê. Ez ji dil hêvî dikim ku ev xewna me ya dîrokî, li ser perçeyekî jî be ji welatê me, pêk bê û serxwe­bûna Kurdistanê bê eşkerekirin. Ji bo Rojava rewşa niha hinekî nêzîkî rewşa Başûr ya destpêka salên notî ye. Hemû herêm neketiye bin destê YPG, Qamişlo weku mînak, û ne şert û mercên navneteweyî û ne jî yên herêmî ji bo serbixwebûna Rojava alîkarin. Rojava dorpêçkirî ye û ti pencereya ku bêhna xwe têre derxîne tuneye. Pencereya bi tenê ya bi ser Başûr ve ye, ew jî ji ber nakokiyên her du partiyên sereke PKK û PDK, her girtî yan jî nîvgirtî dimîne. Mese­la kantonan, yê ku dibêje kantonan herêmên Rojava perçe kirine, ne rast dibêje. Her sê herêmên kurdan yên sereke Cizîr, Efrîn û Kobanî ji berê de dûrî hev in. Ez sîstema kantonan xerab nabînim, gava ku birêveberi­yeke hevbeş ji her sê kantonan re bê çêkirin. Wisa jî eger hat û senaryoyê perçebûna Sûriyê ber bi pêkhatinê ve çû, wê ev sîstem karibe bibe bingeha dewleteke kurdî ya serbixwe, ku her sê herêm ji navendekê bêne birêve­birin.

Tiştên ku tu dixwazî bibêjî?

Destxweşiya te dikim, bi hêvî me ku berî ev sal bizîvire Başûrê Kurdistanê bibe dewleteke serbixwe, li Rojava jî berxwedana Kobanî biserkeve, kurd bibin serdestên xaka xwe û çavên xwe bi vê azadiya xweşik ya ku bi sedê salane li ber derî ye, kil bikin.
.....................................
Helîm Yûsiv kî ye
Di sala 1967ê de li li ba­jarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûye. Li zanîngeha Helebê beşa hiqûqê qedandiye û ji sala 2000ê û vir ve li Almanyayê weke pena­berekî dijî.
Di kovar û rojnameyên kurdî û erebî de bi dehan gotarên wêjeyî weşandine. Heta niha berhemên wî bi Kurdî, Erebî, Tirkî û Elmanî hatine weşandin.

Berhemên wî:


Romana Kurdî (Lêkolîn- 2011, bi kurdî), Ausländer Beg (Çîrok- 2011, bi kurdî), Tirsa Bê Diran ( roman, 2006 bi kurdî),Memê Bê Zîn (roman, 2003 bi kurdî), Sobarto, roman (1999 bi kurdî û erebî), Jinên Qatê Bilind (çîrok, 1995 bi erebî, 1998 bi kurdî), Mirî Ranazin ( çîrok, 1996 bi kurdî, 1998 bi tirkî) Mêrê Avis (çîrok, 1991 bi erebî, 1997 bi kurdî).

Ji Şanoyên ku ji nivîsên wî hatine girtin:
Wekî din çend çîrokên Helîm Yûsiv bûne şano: Komara Dînan, Bidarvekirina Pozekî, Sol û Serî

****
Reşad Ozkan
BasNûçe 26 Tîrmeh - 01 Tebax 2014

Dr. Christian Schwaabe: "Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden"

zum Thema „Terrorismus“ Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnationales Phänomen geworden Dr. Schwaabe: Der Terror ist ein transnati...